Nivîskar û helbestvana kurd Boniye Cegerxwîn
Ez, di sala 1946an de, li gundê Topiz ê bi ser bajarê Amûdê ve li Kurdistana Sûriyayê dikeve, jidayik bûme. Hîna ez di çil de bûn, me mala xwe barkir bajarê Qamişlo. Ez di malbateke siyasî de mezin û perwerde bûm. Li Qamişlo min xwendina seretayî û pola heftan qedand, û ji ber ku bavê min helbestevan ,nivîskar û siyasetmedarekî çalak bû, rewşa malbata me tim di metirsînê de bû, em tim dibinçav de diman û gelek caran bavê min hatiye girtin û işkencekirin.
Di sala 1959an de, me sînorê Sûriya bi dizî qutkir û em derbasî başûrê Kurdistanê bûn. Berî me bi salekê Bavê min jî sînor qutkiribû û çûbû Baxdadê, êdî em jî gihan e bavê xwe. Li Bexdadê em sê salan man.
Min xwendina ortê û salek ji xwendina wêjeyî li wir qedand. Bavê min jî , li Zankoya Bexdadê zimanê kurdî zaravê kurmancî dida.
Lê piştî ku rewşa kurda ne xweş bû û nemir M.Mustefa Barzanî derkete çiyê, desthilata Îraqê biryara derxistina me ji Iraqê da, ji lewma em vegeriyan Qamişlo.
Li Qamişlo rewşa me ya aborî ne baş bû , bi taybetî sala 1969 an gava ku bavê min çû Kurdistanê giha şoreşa Elûnê ya bi serokatiya M. Mustefa Barzanî. Êdî malbata me , ji neçarî barkir Şamê.
Min jî li Qamişlo wek cîgira mamoste li dibistanên Qamişlo û der û dora Qamişlo karkir. Piştre bi awakî azad bê ku ez biçim dibistanê, min xwendina xwe kir û min bawernameya Bekelorya wergirt. Min mamostetî berdewamkir û min Xwendina Mamostetiyê xwend, lê bawername nedane min, ji ber ku ez keça Cegerxwîn bûm.
Êdî ez jî gihame malbata xwe li Şamê û min hin kar li wir kirin û min xwendina zimanê Rûsî li ( Navenda çanda Sovyata berê) li Şamê xwend û min ji wan Stîpendyom wergirt , lê desthilata Sûrî derketina min nepejirand , dîsa ji ber ku ez keça Cegerxwîn im.
Malbata me bi tevahî çênedibû derkevin derveyî welat û çênedibû jî karên fermî bikin.
Êdî dîsa ez vegeriyame Qamişlo û wek cîgira mamoste, li dibistanên wê min kar kir.
Di wê demê de min dest bi karê siyasî kir. Min di nav rêxistina Partî Demoqratî Kurdistan de, di rêxistina jinan de kar û xebat kir.
Her û ha min çalakiyên civakî û kultûrî dikir û me ew di cejnên Newrozê de pêşkêş dikirin.
Di sala 1982an de û piştî ku desthilatê astengiyên giran datanîn ber min da ku nema kar bidin min êdî ez û her çar zarokên xwe çûn e welatê Swêdê, em gihane bavê xwe yê ku berî me çû bû.
Li wir min salekê zimanê Swêdî xwend. Piştre min li Hêlîna zarokên Kurda çend salan karkir. Piştre ez çûme xwendina (pêşdibistanê) ji bo guhdana zarokan, du salan min xwend û dîsa vegeriyam karê xwe, min berdewam kir lê vê carê bi bawername.
Di heman demê de, min karê civakî kir, ez bûme endama Komela Demoqrat ya Jinên Kurd li Swêdê û di komîta wê ya birêveber de min cî girt. Çend salan me xebatkir piştre me Yekîtiyek jinan avakir û sê salan bûme seroka Yekîtiya Jînên Kurdistanê li Swêdê. Li ser pirsa jina kurd û pirsa neteweya kurd gelek kar û xebatên balkêş kirin.Yek jê, weşandina kovara (Jin). Min berpirsiyariya wê dikir.
Her û ha ez û endameke din li ser navê Yekîtiyê beşdarî konfiransa (NGO) ya navnetewî ya Jinên Cîhanê li Çînê bûn. Ez beşdarî konfiransa jinên kurd ya berfireh li Kölnê-Elemanya jî bûm. Ev konfirans ji aliyê rêxistina (Komjin) hatibû amadekirin. Di herdû konfiransan de, biryarên balkêş û berbiçav me girtin.
Her û ha û ji ber ku ez seroka YJK Li Swêdê bûm û li gor biryarên hatibûn girtin, ez bibûm endama komîta birêveber û ya Giştî ya Fedrasiyona komelên Kurdistanê li Swêdê û di hemû civînên wan de amade dibûm.
Piştî çend salan, ez bi malîtî vegeriyame Qamişlo.
Li wir me komeleyeke jina ava kir û ez bûme seroka komelê. Çend salan me berdewam kir, lê piştî qeyrana Sûriyayê, em vegeriyane Swêdê.
Dîsa ez tevlî Yekîtiya Jina bûm û ketim nav komîta birêveber ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Swêdê.
Demekê min kar kir û piştre ji ber nexweşiyên xwe min xwe ji berpirsiyariyê azad kir. Min di vê pêvajoya dirêj de, kar û xebata neteweyî, pirsa jinan û ya zarokan û ji bo çanda kurdî gelek kar û xebat kir.
Ji sala 2004an de, ez endama Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyayê me û di sala 2014 an de, bûme endama komîta birêveber a Yekîtiyê. Her û ha min di komîta desteya birêveber ya Rojnama Yekîtiyê (Pênûsa Nû) beşê Kurdî de jî, ji destpêka weşana wê cî girtiye.
Di sala 2016 de, ez bûme cîgira serokê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyayê.
Ji 20 saliya xwe de, min dest bi nivîsandina helbestê kiriye, lê min bi zimanê erebî helbesta xwe dihûnand û min helbestên xwe belav ne dikir, di nav rûpelên min de razayî man. Hino hino û piştî kar û xebata min di nav rêxistinên Kurdî de, min xwe fêrî nivîsandina zimanê Kurdî kir û min dest bi nivîsandina helbesta Kurdî kir. Ez helbesta Klasîk û ya nûjen bi hevre dinivîsînim.
Min Gelek gotar û helbest di malperên kurdî de, bi salan belavkiriye.
Anha ez li welatê Swêdê dijîm.
Min helbestên xwe yên bi zimanê erebî û yên bi zimanê Kurdî tev çapkirin. Çar pirtûkên min bi zimanê Kurdî hene, yek ji wan ji bo zaroka ye. Anha jî ez di pirtûkekê de dixebitim, bi hêvî me, ezê wê jî bighînim weşanê. Du pirtûkên min jî bi zimanê Erebî hene.
Pirtûkên min yên bi zimanê Kurdî ev in:
1- Banga Cegerxwîn ji Gorê- Weşanxana Lîs li Amedê, Sala - 2016
2- Omîdên Windayî- Weşanxana Lîs Amedê, Sala- 2017
3- Sîberên Xewna- Weşanxana SerSera, Elemanya 2020
4- Baxçê Gulan (Ji bo zaroka ye)- Weşanxana APC, Stockholm 1997
Pirtûkên min yên bi zimanê Erebî ev in:
1-أوراق مبعثرة
2-عندما يشتعل الصمت
Hêvîdarim ku min jî kevirekî giring, di avahiya wêjeya kurdî de, danî be.[1]