$Akter û derhênerê ciwan ê kurd Elî Keto$
Elî Keto ku bi nasnavê xwe yê din ''Elî #Kobanî#'' tê naskirin, di sala 12.01.2002'an de li bajarê Kobanî ya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehî li kobanî bi dawî kir,lê ji ber şert û mercên şer û şoreşa li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyayê nekarî xwendina xwe bi dawî bike. Lê Elî Kobanî hîna ji biçûkaniyê ve ji destpêka temenê xwe hezkirina wî aktorî, şano û lîstikan re tê, ew beheremendiya wî dihêle ku berê wî bi bide vî warî û gelek tiştên xweşik û hêja ji civaka xwe re pêşkêş bike. Ji ber vê yekê ew derbasî dewreyeke amadekirina aktorî û lîstikvaniyê dibe û bi awayekî serkeftî jê der diçe.
Ew di deh saliya xwe de dest bi lîstikvaniyê dike, tevî derfetên herî kêm û zehmet ku tu alavên kemîra, montac û hwd din pê re tunebû, wî karibû bi telefona xwe ya destan, skêçn biçûk çêbike û li ser rûpela xwe ya yotyopê belav bike. Gelek skêç û lîstikên wî yên pêkenokî û rexneyî ji aliyê gelk û civakê ve tê hezkirin û qebûl kirin, bi vê qebûlkirin û piştgirîkirinê re dihêle ew rêwîtiya xwe aya di vî warî de tevî hemû zehmetiyan tê de bimeşe û berdewam bike. Tiştê balkêş ew e ku Elî bêyî destekdayîn, xwe bi xwe, xwe pêşxist, li ser xwe xebitî da ku bikaribe berhemên hîn baştir pêşkêş bike.
Di destpêkê de ev fikreya wî di nava civakê de nedihat qebûlkirin, lê bi demê re her kesî qebûlkirin û dîtin ku tiştekî wiha hunerî û sînemayî pêwîstiyeke civakî ye.
Hemû skêç û berhemên Elî bêhtir pêşeknokî û rexneyî ne, tê de ji me re qala êş û derdên civakî dike, her wiha gelek mijaran bi awayekî rexneyî û qerfî pêşkêş dike. Ji van zêdetir Elî Kobanî her sal beşdarî festîvalên şanoyê dibe û rola xwe bi awayekî serkeftî pêşkêş dike.[1]