Şêwaza Zimanî di Mem û Zînê de Nimûneya Beşa Dehan.
#Zafer Açar#
Kovara Peywend, 06.06.2022.
Ziman û vegêrran dax û dirûva kes yan/yan jî civakan e, wan ji yên mayîn cuda dike/dikare cuda bike, çi bi zarî çi jî bi nivîskî be. Eger ziman û vegêrrana babeta behsê edebî be hingê ev cudatî bêtir wateya xwe dibîne û dikeve ber lêkolînên zanistî. Her edîb û helbestvanek, hunermendek heta zanyarek meriv dikare bêje xwedî terz û şêwazekê ye dema ew diaxive yan jî dinivîse. Carna ji ber tesîra xwendinên xwe ew bikeve bin tesîra berhem û berhemdarên berî xwe yan dema xwe jî ew bi demê re dikare bibe xwedî şêwazeke cuda ku wî ji yên din vediqetîne. Îja hêj di serdemên berê de şêwaza metnan û nivîskar yan jî bêjerê wan bala zanyaran ki- şandiye û li ser şêwazê xebat hatine kirin û îro êdî bûye sehayeke zanistî. Şêwaz hem di zimanê me de gelek wateyên xwe yên ciyawaz hene, hem jî di zimanên din de jî li gorî sehayên têkil bi navên ciyawaz bi kar tê. Ji bo ku li ser têgeh û termînolojiya biwarê ciyawazî heye ku em ê di qismê yekem ê gotarê de li ser bisekinin, me ji bo terz, uslûb yan jî stîlê şêwaz; ji bo zanista têkilî wê jî ku wekî stîlîstîk niha mode ye, şêwazgerî tercih kir. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=456837&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Şêwaza Zimanî di Mem û Zînê de Nimûneya Beşa Dehan=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,185 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!