Fuad Mistefa Sultanî yek ji rêberên Rojhilatê Kurdistanê ye, ku heşt meh piştî serketina şoreşa Îranê di 31 ê Tebaxa 1979 an de di encama şer û pevçûna li hember hêzên Îranê de li nêzîkî gundê Bestam ê Seqizê jiyana xwe ji dest da.
Fuad Mistefa Sultanî di sala 1948 an de li gundê Almane yê Merîwanê jidayîk bûye. Li Zanîngeha Tehranê di beşa elektrîkê de xwendiye û di sala 1969 an de li gel çend çalakvanên siyasî yên Kurd, bingeha Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê damezrandine. Fuad Mistefa Sultanî di sala 1974an de hat desteserkirin û desteserkirina wî jî nêzîkî pênc sal ajot û demeke kurt beriya serketina şoreşa Îranê hat azadkirin.
Di nav endam û alîgirên Komele de Fuad Mistefa Sultanî weke Kak Fuad dihat nasîn, piştî serketina şoreşa Îranê, sîmayê herî diyar ê Komele bû. Her çiqas niha Komele tenê rêxistinek nîne û sê alî bi navê wê çalakî dikin, lê hemû tevî gelek ciyawaziyên fikrî, xwe ji Fuad Mistefa Sultanî û nêrînên wî dûr nabînin.
Gelek serkirdeyên Kurd li ser guhnedana plana neyaran jiyana xwe ji dest dane, serkirdeyên Komele dibêjin ku Kak Fuad jî yek ji wan serkirdeyan bû ku rêkarên pêwîst ji bo parastina canê xwe pêk nedianî.
Alîgirên wî, Fuad Mistefa Sultanî weke endezyarê rêkxistina komeleyên xelkê bi nav dikin û dibêjin ku rola wî ya bi bandor li ser berfirehbûna Komele hebûye. Yekem desteyên Pêşmerge yên wê partiyê damezrandiye.[1]