#Çiya Mazî#
$Mîr Mihemed Paşa$
Gelî xweşmêran; îşev jî min xewnek giring dît wekî xewnên din. Min dît ez li bajarekî kurdan bûm ku navê wî jî navekî xweş bû, ew bajar Rewandûz bû. Sal jî 1827 bû. Serokekî gelê vê derê hebû navê wî Mîr Mehemed Paşa bû. Digotin ev neviyê Selehaddînê Eyûbî ye. Selehaddînê ku ji eşîra Rewadî, neviyê Şadî bû. Şadî jî lawê Mervan bû. Li gor dihat gotin, eşîra wan şaxeke ji eşîra Xazbenî bû û li Îdîr, li sînorê Adirbeygan bû. Kalikê Selehaddin Ji ber êrişa tirkmenan ji Dovinê koçî Bexdê kiribû, çûbû ba xoşevîstê xwe Siltan Mihemmed. Siltan ew kiribû Mîr.
Ev jî xewn e wekî hûn zanin; min dît dîsa serhildanek hebû li wê derê. Mihemed Paşa li himber Şahê Îranê û Osmaniyan serî hildabû, gelek dever bi dest xistibû; wekî Xoşnavê, Sûrçî, Duhok, Koysancak, Ranya, Aqrê û Amediyê bûbû yên wî. Serxwebûna mîrekiya xwe îlan kiribû, xutbe li ser navê xwe dida xwendin. Bi Mîrê Cizîra Botan re li hev kiribû û alîkarî ji wan distend, bi wê hêzê bi Îranê re ketibû şer. Lê wê yekê pir nedomand; Osmaniyan ji bo ku ji serxwebûnê vegere ew di nava Artêja împeratoriyê de bi paşatiyê paye kirin û ew sekinandin, anîn aliyê xwe. Lê îngilîzan Îran û Osmanî li hev anîn û di sala 1837’an de fermandarê Osmaniyan Reşît Paşa, Rewandûz dorpêç kir, him ji derve û him ji hundur ve ketin hewla bidestxistina vê mîrekiyê.
Osmanî ji alî xapandina olî de bi ser ketin; şêxên terîqetan û oldarên mîrekiyê fetva belav kirin û gotin “serîhildana li himber xelîfe heram e.” Begekî Botan ku digotin ewê di pêşerojê de bibe Mîrê Botan jî alî Osmaniyan kir. Bi vê yekê re Mîr Mihemed Paşa jî hêza xwe winda kir û têk çû.” Di dawiya xewnê de gelî brêzan min bighîst ku çûye Stenbolê û girêdana xwe ya bi xelîfê re pêşkêş kiriye.
Waliyê Bexdê Reşît Paşayê ku pê re peyman îmze kiribû jî, mir. Piştî wî, yê ku bû waliyê Bexdê, Elî Paşa ji bo vegera Mîr Mehemed a Rewandizê nepejirand. Min jî bihîst û bi xemgînî dihat qalkirin ku Mehemed Paşa di vegera ji Stenbolê de, li bajarê Enedolê yê nêzî Bahra Reş li Amasyayê, bi xefikekê di 6 ê Berfanbara 1838’an de hatiye kuştin. Piştî wî, birayê wî Resûl hate ser mîrekiyê. Lê belê di sala 1847’an de Mîrekiya Soran ji holê hat rakirin. Bi vê re ez jî şiyar bûm.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,773 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!