$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Bêrîtan Çiya
Nav paşnav: Aycan Baytar
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Songul-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Bêrîtan li Êlihê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, di nava kevnşeopiyeke berxwedanê de mezin bû ku ji aliyê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ve hate afirandin. Weke jineke ciwan nêzîkatiya mejiyê serwer ê mêr dît ku jinê çawa tune dihesibîne, jiyana koletiyê ya ku sîstem li ser jinê ferz dike ti carî qebûl nekir û di temenê xwe yê ciwantiyê de kete nava lêgerîna têkoşînê. Mîsyona pêşengiya ji civakê û şoreşê re ya ku Rêber Apo ji bo jinê destnîşan kir, bala hevrêya me Bêrîtan kişand û xwest hîn bêhtir PKK'ê nas bike, fêhm bike. Jin a ku di nava sîstemê de destûr jê re nedihate dayin ku bi tena serê xwe ji malê derkeve, li nava refên PKK'ê xwe ji nû ve afirand, di şer û jiyanê de li pêş cih girt. Vê yekê kir ku hevrêya me Bêrîtan hîn bi kûrahî bi têkoşîna me û felsefeya Rêber Apo ve bê girêdan. Hevrêya me di vê demê de hîn bêhtir lêkolîn kir, felsefeya Rêbertî bêhtir hîn bû û bêteredût tevlî nava refên têkoşînê bû. demekê li nava gel û ciwanan kar kir, rastiya jinê û civaka me ya li nava sîstemê ku tê binpêkirin, êrîşên asîmîlasyon, înkar û tunekirinê yên dewleta Tirk a mêtinger ji nêz ve nas kir. Di dema kar de gelek caran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate destgîrkirin, lê ti carî ji biryardarî û daxwaza xwe ya têkoşînê tawîz neda, bi zêdekirina têkoşîna xwe bersiv da dagirkeran. Di sala 2014'an de li hemberî êrîşên giran ên li ser gelê me, hevrêya me Bêrîtan gihîşt wê baweriyê ku divê sekneke şênber û tevlîbûneke xurt çêbike, bi vî rengî tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû û bersiva herî mezin û herî bi wate da êrîşên înkar û tunekirinê.
Hevrêya me li herêma Avaşînê tevlî nava refên gerîla bû, piştî perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê bû xwedî baweriyeke hîn mezintir a bi xwe, ji bo tiştên hîn bûye bixe pratîkê tevlî nava karên şoreşê bû. Bi taybetmendiyên xwe yên germ, ji dil û kedkar, zû hînî jiyana gerîla ya pîroz bû, li her qada ku lê ma bû hêz ji hevrêyên xwe re. Hevrêya me Bêrîtan bi hesasiyeteke mezin nêzî her wezîfeyê bû, ji bo karibe di taktîkên gerîlatiyê de bibe pispor hewl da, ji bo bibe milîtaneke mîna a xeta PKK û PAJK'ê bêrawestan kar kir. Hevrêya me gelekî hewl da ku di Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê de kû bibe ku bi kedeke bêhempa ya Rêberê me hate afirandin. her kêliya jiyana xwe ya gerîlatiyê fedayî armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê me û paşeroja azad a gelê me kir. Hevrêya me Bêrîtan ku afirandina duhê fedaîtiyê ya di kesayetiya xwe de ji xwe re kir esas, navê hevrêya me Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li xwe kir ku rê neda xiyanet û dagirkeriyê û di şexsê wê de xwedîdekretina li nirxên şehîdên me ji xwe re kir armanca bingehîn, ev yek di jiyan, tevlîbûn û şerê xwe de xiste pratîkê. Weke şopdarên Bêrîtan, Zîlan û Viyanan ku weke fermandarên pêşeng ên têkoşîna me ya azadiyê xeta me ya têkoşînê gihandin serketinê, tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû, bi têkoşîna xwe bû milîtaneke Apoyî ya hêjayî gelê me û şehîdên me yên pîroz, em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêya xwe Bêrîtan bi serketinê tacîdar bikin.[1]