$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Mazlûm Wan
Nav paşnav: Mucahît Çam
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Makbûle-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Serhed
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Mazlûm jî li navçeya Qelqelî ya Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Mazlûm ku li nava jiyana xwezayî ya gund ji dayik bû û lê mezin bû, ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe partiya me PKK ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me Mazlûm ku xwedî kesayetekî kedkar bû, di gelek karî de xebitî û tevkarî li debara malbata xwe kir. Bi vî rengî berpirsyariya xwe ya li pêşberî malbata xwe bi cih anî. Hevrêyê me Mazlûm hîn di demên destpêkê yên ciwantiyê de hin nakokî pê re çêbûn û pê hesiya ku li nava sîstemê azadiya wî tê astengkirin. Ji ber vê yekê jî her tim kete nava lêgerîna azadiyê. Destpêkê baweriya xwe pê anî ku bi dûrketina ji malbatê dikare xwe bigihîne azadiyê, lê belê piştre pê hesiya ku ya ku azadiyê asteng dike jiyana kapîtalîst û têkiliyên wê ne. Bi taybetî dema ku li metropolên Tirkiyeyê bû, ev rastî baştir fêhm kir. Li ser vê yekê kete nava lêgerînan û dawiya dawî baweriya xwe pê anî ku jiyana Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo yekane alternatîfa jiyana azad e. Piştî ku biryar da li gorî felsefeya Rêber Apo jiyanekê bijî, dest bi têkoşîna vê yekê kir. Di nava têkoşînê de rastiya dijmin baştir fêhm kir, dît ku ji bilî qirkirinê dijmin rêyeke cuda danîne pêşiya gelê me. Hevrêyê me Mazlûm ku xwe li pêşberî gelê me berpirsyar didît, gihîşt wê baweriyê ku azadiya gelê me tenê bi têkoşîna çekdarî ya li çiyayên Kurdistanê dikare pêk were. Di demekê de ku li ser vî fikrî kûr dibû, bi tevlîbûna mirovên ji derdora xwe ya nêz, her wiha pêkhatina şoreşa li Rojava ya bi keda bi salan a Rêber Apo, vê yekê hîn bêhtir hêz da hevrêyê me Mazlûm. Li ser vê bingehê soz da Rêber Apo û biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Mazlûm sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû û her tim bi durustî û pakbûna xwe tevlî bû, hewl da bibe milîtanekî bi mînak ê Apoyî. Li gelek herêmên Kurdistanê kar kir, hewl da ku mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih bîne. Di her karî de bi fedakarî, çalak û kolektîf cih girt, bi van taybetmendiyên xwe jî li nava hevrêyên xwe hate hezkirin. Hevrêyê me Mazlûm êrişên dijmin ên piştî sala 2015'an hatin kirin weke hewldanên dawî yên ji bo tasfiyekirina tevgera me ya azadiyê nirxand û destnîşan kir ku pêvajo pêvajoya misogerkirina azadiyê ye. Li ser vê bingehê baweriya xwe pê anî ku bi têkoşîna li Bakurê Kurdistanê dijmin dikare bê têkbirin û gelê me azad bibe. Weke fermandarekî pêşeng çû Eyaleta Serhedê û li gelek qadên zehmet karekî serketî kir, tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hate xistin. Hevrêyê me Mazlûm ku milîtanekî pêşeng ê Apoyî bû, bîranînên wî wê her tim rê nîşanî me bidin.[1]