$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Viyan Botan
Nav û paşnav: Gulistan Uca
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Husniye - Kamîl
Dîrok û cihê şehadetê: 2018 – Botan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Viyan li Şirnexê ku yek ji navenda berxwedana têkoşîna me ye, li nav malbateke welatparêz çêdibe. Ji xizmên wê ji ber ku hin kes tevlî nav refên gerîla bûne, hevreya me Viyan ji zaroktî ve bi wê xeyalê ye ku bibe gerîla. Hevrêya me Viyan sala 2015'an tevlî nav gerîla dibe, heta roja ku şehîd dibe li Botanê dibe xwedî firazeyeke birûmet û mînak a gerîla. Bi erniya xweya ciwanan tevlî nav xebatên şoreşê dibe, li çiyayên Kurdistanê dibe sembola berxwedêriya jinên Kurd. Her gav bi jiyana gerîla re dibe yek, dibe gerîlayeke mînak a YJA Starê, bi dil û can tevlî nav xebatan dibe. Bi tevlêbûna xwe ya li nav jiyanê û baldariya xwe ya li ser felsefeya Rêbertî di demeke krut de derdikeve pêş, hewcehiyên demê bi pratîka xwe nîşan dide û encamê digire. Hevrêya me li îdeolojiya rizgariya jinê hûr dibe, li dijî dagirkeran têkoşîneke karîger dike, li qada leşkerî tim xwe pêş dixe û dibe xwedî xasetên gerîlatiya dema nû. Zû hînî qadan dibe, bi rihê hevrêtiyê zû bi hevrêyên xwe re hevkariyê datîne, ji bo ku xeta jiyana komunal were danîn tim hewl daye ku têbikoşe. Mîrateya şoreşger ku hevrêya me Viyan ji me re hiştiye her demê wê di têkoşîna hevrêyên xwe de bijî.[1]