$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Sîpan Tendurek
Nav paşnav: Vahyettîn Gullîçîmen
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Dîlkes-Celalettîn
Dem û cihê şehadetê: Xakurkê 13-01-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Sîpan ê li Wanê ji dayik bû, hîn di ciwantî de bala xwe çû ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û her tim xwest bibe gerîla. Hevrêyê me Sîpan ti carî serî li ber polîtîkayên qirêj ên dijmin ên li ser gelê Kurd netewand, bawer dikir ku divê li dijî dijmin têkoşîneke dijwar bê meşandin. Bi lêkolînkirinê hîn dibû û xwe li ser vê bingehê bi pêş xist. Hevrêyê me Sîpan têgihişt ku berxwedana herî mezin û bi wate bi têkoşîna gerîla dibe û biryar da beşdarî nava refên gerîla bibe. Ji roja ku ev biryar da û pê ve bi gavên ji xwe bawer meşiya û nehişt ku ti zor û zehmetî wî ji vê rêyê vegerîne û zehmetî ji bo xwe kir bingeha pêşketinê. Hevrêyê me Sîpan li nava refên gerîla di demeke kurt de gihîşt asta hînbûyî û hînkariyê û bi vî rengî bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me Sîpan di perwerdeyan de daxwaza xwe ya hînbûnê her tim nîşan dida û yên ku hîn dibû jî hewl dida bixe pratîkê. Hevrêyê me Sîpan bi coş û kelecaneke mezin wezîfeyên xwe yên milîtaniya Apoyî bi cih anî û bû milîtanekî bi mînak.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 297 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!