$Kurtejiyana hunermendê Kurd Ehmed Akaş$
Yek ji kesayetiyên navdar ên çandî ku di qada kurdî de bi hebûna xwe ya bi nav û deng tê nasîn, em wî li her derê bi warê huner, edebiyat û medyayê ve girêdayî dibînin, xwedî girîngî û haydar e di warên hilberînê de. Ew baş dizane ku li ser milê rewşenbîran dikeve ku xuluqkarê xweşikiyê be, tevî aştiyê. Her wiha rewşenbîr mînakek baş e ji serkeftina wateyên mirovahiya xweşik re da ku ber bi azadiyê û nasnameya mirovî ve biçe. Mûzîk jî eşqeke jê veneger e di cîhana jenandina jiyanî de
Di xêzkirina taybetiyên peyvê de jî jêhatî ye, lewra bi wê re bi ser dikeve û pê re bi êşa jiyanê û nalîna welat, vî welatê ku barê xwe bar dike û wî dixe meydana siyasetê ku bi hemû çekan pê re şer bike. Bi demê re jî bûye pîşeyekî rojnamevanî û medyayê ku li derveyî çarçoveya mûzîk û helbestê tiştekî din bêje û ragihîne, van hemû dengan bigihîne hev û bi navbênkariyekê re hevseng bike. Ya hevpar jî hezkirina welêt e
Ehmed Akaş di sala 1967'an de li bajarê Helebê ji dayik bûye û li wir jiyaye û mezin bûye, ji malbateke ku ji bakurê Kurdistanê di encama nakokî û nakokiyên malbatî de koçberî Rojavayê Kurdistanê bûne, dibistana seretayî, navîn û amadeyî li bajarê Helebê xwendiye. Piştî wê tevlî Fakulteya wêjeyê li zanîngeha Helebê, beşa Zimanê Erebî dibe, lê xwendina xwe di sala sisiyan de radiwestîne ji ber mijûlbûtîna bi karên siyasî. Peyre li xwendinê vedigere û di fakulteya Hiqûqê dixwîne û di sala 2012 de diqedîne.
Wî di ciwaniya xwe de bi girîngiya peyvê hesiya û di çardeh saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestê kir û pê re têkilî danî û di destpêkê de helbestên wî tenê bi zimanê erebî ve hatin girêdan. Di şazdeh-saliya xwe de helbestên xwe di kovara El-huriye û filistîn de dinivîse, ew dem di salên 1983'an de bû û di sala 1985'an de dest bi nivîsandina helbestên bi zimanê kurdî dike.
Ehmed Akaş ji malbateke hunermend û welatparêz e ku bi qasî ku ji ava welat vexwariye ruhê muzîk û hunerê girtiye û vê yekê di kesayeta xwe ya hunerhez de bi awayekî zelal nîşan dide, di sala 1986'an de dest bi karê wî yê yekem di warê sazbendiyê de kiriye. Dema ku bi komek hevalên xwe re “Koma Agirî” ji nû ve damezrand û di albûma yekem de awazek derxist, gelek stran ji wan “Ay Lo Bira” û di albûma duyemîn a “Koma Agirî” de jî çêkir û gotinên gelek stranên wê çêkiriye. Her wiha piraniya stranên tomara erebî ku ji aliyê wî ve hatiye derxistin, di nav wan de Em Ne evîndarên Wêrankirinê Ne, Li Ser Şoreşê, Rêz Bi Rêz û gelekên din bi awaz kirine.
Di sala 1987'an de xelata baştirîn stran di konsera Eniya Demoqratîk de ku li zanîngeha Helebê bi strana “Flastîno Flastîno ” hate lidarxistin, wergirt. Di sala 1989 an de digel her du hevalên xwe “Mihemed û Ferîd Sirûr” bi navê (Qaz û Rovî) ezmûna şanoyê di helbest û awazê de ji bo zarokan dest pê kir û ew yekemîn lîstika şanoyê bû li ser asta rojavayê Kurdistanê. Şanoya duyemîn a bi navê Gur û Pez pên anî.
Ji bo ku evîna wî ya ji muzîkê re bibe awazên dilşewat ku me ji hestiyariya evînê ber bi sûfîzma wî ve bilind dike, ji Ehmed Akaş eleqeyeke mezin dît û gelek stran çêkir, ji wan jî Tu Bo Dengê Zeredeşt ku ji aliyê gelek kesan ve hatiye gotin, zêdetirî 30 hunermend û dengbêjan straye.
Gotinên hemû stranên albûma ku ji aliyê birayê xwe hunermend Hesen Akaş ve bi navê “Efrîne min” derketiye û ji 9 stranan pêk tê, piraniya wan bi awaz kiriye. Di albûma duyemîn a hunermend Hesen Akaş de bi navê “Tenê Tu” piraniya stranên wê nivîsiye û çêkiriye û di wê heyamê de ji hunermendên din re, ji wan Osman Can, di strana xwe de: “Ger tu ne qasî min e te çima hez kir.”
Di sala 2012 an de, di destpêka kirîza Sûriyê de, koça başûrê Kurdistanê kir û di destpêka sala 2013ê de li Rûdaw TV kar kir û di rêveberiya kanalê de di beşa Bakurê Kurdistanê de erkê fermî girt û bi qasî pênx salan kar kir. û gelek gotar û raport ji bo kanalê nivîsandine.
Ehmed Akaş bi çend hevalên xwe re li başûrê Kurdistanê “Koma Serxwbûn” damezrand û gotinên strana “Şengal” nivîsand û di pêkhatina wê de beşdar bû û piştî wê jî piraniya stranên yekemîn albûma Koma Serxwbûn ku tê de amade kir. neh stranên bi navê “Penaber” ji bo albûma duyemîn a bi heman navî jî çêkirine û çend stran nivîsandine û ji wê komê 11 stran hene.
Di dawiya sala 2017 an de ji başûrê Kurdistanê derket û berê xwe da Almanyayê û li wir bi cih bû û li wir ji bo xwişka xwe hunermend Rûken Akaş gelek stran nivîsî û çêkir, ji wan: “Kuva Herim, Newroz, Dayê.” Her wiha gelek stran nivîsandine û bi awaz kirine . Stranên ji bo Efrînê ji aliyê Hesen Akaş û Salah Brîm ve hatine gotin, li Almanyayê ji hunermend Dilo Doxan re stranek nivîsiye û ji bo Hîkmet Cemîl “Bangînn” û ji hunermend Yahya Prim re jî stranek nivîsandiye û heta niha stran derneketiye.
Gelek berhemên wî yên neçapkirî hene ku di encama şerê li welat de winda bûne, ku tevahiya xaniyê wî li bajarê Helebê hat talankirin û wêrankirin, sê berhevokên kurdî, du berhevokên erebî û du roman.
Gotarên xwe yên li ser kurd û Kurdistanê li ser rûpelên medyaya civakî diweşîne, bi kurdî kurmancî û sûranî, erebî, tirkî û hinekî jî almanî û îngilîzî dizane.
Ehmed Akaş niha bernameyekê amade dike ku tê de “Hevdîtina Hunermendên Kurd” li ser kanala muzîka kurd max heye û projeyên din ên girêdayî hunera Kurdî jî di ber çavan re derbas dibin.
Çavkanî: Kurdîpêdiya, ji gotara Nîdak Yûsiv.
Wergera ji erebî: Aras Hiso[1]