$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Serhed Wan
Nav paşnav: Vedat Abî
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Kiymet-Veysî
Dem û cihê şehadetê: Çileya 2017 / Heftanîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Serhed li bajarê kevnar ê Serhedê li Wanê ji dayik bû ku vî bajarî bi sekna xwe ya bi biryar a li nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, berxwedan bilind kir. Ji ber ku welatparêziya malbata xwe ya ji eşîra Gewda û bi bandora gerîla ya li ser tevahiya Kurdistanê, partiya me PKK nas kir. Hevrêyê me Serhed xwe deyndarê gelê me dît û sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi dilê xwe yê pak û bi kesayetiya xwe ya ji dil li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirinê. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, di kesayetiya xwe de guhertinên girîng çêkir û coş û kelecana xwe gihandina cewhera xwe jiya. Bi perwerdeyê re rûyê rast ê sîstema kapîtalîst a ku mirovan dike kole û rastiya dewleta Tirk a ku amûreke vê sîstemê ye nas kir. Li hemberî vê yekê her wiha ziman, çand û dîroka xwe, cewhera xwe bêhtir nas kir, têgihişt. Hevrêyê me Serhed ku girîngiyeke mezin dida têkiliyên hevrêtiyê, her wim bû lêgerînerekî jiyaneke bi wate. Baweriya xwe bi wê anî ku vê yekê jî tenê dikare bi hevrêyên xwe re bi jiyaneke komunal ava bike û bi eşqeke mezin tevlî nava vê jiyanê bû. Bi vê sekna xwe bû milîtanekî bi mînak ji hevrêyên xwe re.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 531 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!