$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Nûman Lîce
Nav paşnav: Cengîz Das
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Pakîze-Kamîl
Dem û cihê şehadetê: Çileya 2017 / Heftanîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Nûman li navçeya Licê ya Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku ev navçe bi sekna xwe ya bi rûmet a li dijî dijmin tê naskirin û malovanî ji damezrandina partiya me re kir. Ji ber jidayikbûn û mezinbûna li Licê partiya me PKK ji nêz ve nas kir û bû sempatîzanê wê. Polîtîkayên qirkirinê yên ku dijmin li dijî gelê me dimeşîne ti carî qebûl nekir û her tim têkoşiya. Hevrêyê me Nûman ne tenê pêvajoya şoreşê ya li Bakurê Kurdistanê şopand, her wiha têkoşînên li herêmên din ên Kurdistanê jî ji nêz ve şopand. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser Kobanê, gihîşt wê baweriyê ku yekane rêya têkoşîna li dijî dijmin, têkoşîna çekdarî ye û bi vê têgihiştinê tevlî nava refên gerîla bû. Bi avantaja ku li Bakurê Kurdistanê dest bi gerîlatiyê kir, di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza û ji bo ji aliyê îdeolojîk, leşkerî û hunerî ve xwe bi rengê herî baş perwerde bike û erk û berpirsyariyên serdemê hilde ser milê xwe û bibe fermandarek derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Bi perwerdeya ku ji vê derê wergirtî partiya me baştir nas kir, di kesayetiya xwe de guhertinên girîng afirand û bû milîtanekî baş ê Apoyî. Hevrêyê me Nûman ku taybetmendiya wî ya kedkar her tim li pêş bû, bi fedakariya xwe li her qadê pêşengî ji jiyanê re kir. Li herêmên Metîna û Heftanînê gerîlatî kir û dema ku êrişên dewleta Tirk a mêtinger ên ji bo qirkirinê dest pê kir, pê hesiya ku têkoşîneke xurt dest pê kiriye û li gorî cidiyeta vê pêvajoya nû bû xwedî tevlîbûnekê. Li dijî êrişên dijmin berê xwe da serketinê, tevlî gelek çalakiyên serketî bû û bû yek ji hîmên bingehîn ên rêya serketinê.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 601 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!