$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Mîrhat Ronî
Nav paşnav: Ahmet Abîş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Muhteber-Cevdet
Dem û cihê şehadetê: Çileya 2017 / Heftanîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Mîrhat li navçeya Elbak a Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku derdora wî welatparêz bû, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kir. Li dijî kiryarên faşîzan ên dijmin ên li ser gelê me, li hemberî dijmin her roj bû xwedî hêrseke mezin. Bi têgihiştina ku vê hêrsa xwe veguherîne têkoşîneke rêxistinbûyî, sala 2015'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Di nava PKK'ê de destpêkê kete bin bandora têkiliyên hevrêtiyê û bi hezkirin û hurmeteke mezin bi hevrêtiyê ve hate girêdan. Bi saya qîmetê ku dida têkiliyên hevrêtiyê li her qadê bû hevrêyekî pêşeng. Bû aşiqê çiyê û kete bin bandora azadkirinê ya çiyê. Hevrêyê me Mîrhat ku meraqa wî gelekî li ser gerîlatiyê bû, hewl da her detayên gerîlatiyê hîn bibe û fêhm bike. Dİ heman demê de hewl da ku di felsefeya Apoyî de ya ku nirxên li Kurdistanê hemû afirandiye xwe bi pêş bixîne û taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de ava bike. Hevrêyê me Mîrhat li pêşberî hevrêyên xwe timî ji dil bû û bi kesayetiya xwe ya dilnizm bû milîtanekî Apoyî yê mînak, cihê xwe di nava lehengên nemir ên Heftanînê de girt.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 537 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!