$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Agît Bagok
Nav paşnav: Mehmet Çakan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Ferha-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: Çileya 2017 / Heftanîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Agît li Mêrdînê li nava malbateke welatparêz û dilsozê çanda xwe ji dayik bû. Ji ber welatparêziya derdora xwe hevrêyê me Agît timî muxalîf bû û hîn di ciwantiya xwe de hewl da bibe hêza çareseriyê ji pirsgirêkên li derdora xwe re. Li ser vê bingehê dema ku diçû zanîngehê tevlî nava karên siyasî yên komên çep bû, lê belê dît ku ev têkoşîn têra têkbirina dijmin nake û tevlî nava karên ciwanan ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû. Hevrêyê me Agît demeke dirêj di karên ciwanan de xebitî, di vê pêvajoyê de Rêber Apo û têkoşîna li Kurdistanê baştir fêhm kir. Dema ku ev kar kir bû xwedî tecrûbeyên mezin û vê demê rastiya dijmin baştir fêhm kir û biryar da ku di kîjan astê de têkoşîneke bi bandor li dijî dijmin bimeşîne. Hevrêyê me Agît ji bo bibe bersiv ji hesreta azadiyê ya gelê me û ji ber heqareta dijmin a li cenazeyên gerîlayan, di sala 2013'an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Dema ku li nava refên gerîla bû ji bo pêkanîna bîranînên hevrêyên şehîd bi her awayî têkoşiya û di demeke kurt de bû milîtanekî pêşeng. Di nava gerîla de kete bin bandora têkiliyên hevrêtiyê û li çiyayên Kurdistanê ku hîmên jiyaneke nû têne danîn bi sade û hevrêtiya xwe ya bêhesab rengê xwe da vê jiyana nû û bû parêzvan û şervanekî xurt ê vê jiyana nû ya azadiya jinê û civaka demokratîk.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 606 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!