$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Serhat Colemêrg
Nav û paşnav: Erdal Bozkûrt
Cihê jidayikbûnê: Mêrsîn
Navê dê û bav: Hulya - Cevher
Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Ji ber polîtîkayên asîmîlasyon, zext, înkar û tinekirinê yên dewleta Tirk a dagirker ku bi dehan salan li ser gelê me dimeşîne, gelek malbatên me neçar man ji xaka qedîm a Kurdistanê koç bikin. Gelê me yê ku bi birçîbûn, xizanî û her cure zextan re rû bi rû ma û di heman demê de dagirkeriyê hewl da ku gelê me ji Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dûr bixe. Tevî hemû êrîşan gelê me yê welatparêz ku ti carî dev ji xeta berxwedanê ya PKK’ê berned û her der kiriye qada berxwedanê. Tevî hemû êrîşên qirêj ên dewleta Tirk, ciwanên Kurd ên bi rûmet bi awayekî girseyî beşdarî nava refên têkoşînê bûn û bi vê yekê polîtîkayên dagirkeran pûç kirin. Hevrêyê me Serhat di malbateke welatparêz de ku ji ber zextên dewleta mêtinger neçar ma ji Kurdistanê koçî Mêrsînê bike hat dinê. Tevî ku neçar ma dûrî Kurdistanê bijî jî, ji xaka xwe û PKK'ê dûr neket û her tim di nava têkoşînê de bû. Hevrêyê me yê ku di ciwaniya xwe de dest bi naskirina têkoşîna me kir, li metropolên Tirkiyeyê rastiya dijmin dît. Hevrêyê me yê ku piştî girtina birayê xwe yê mezin ê ku ji bo mafên rewa yên gelê Kurd têdikoşiya hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran zêde bû, hêrsa xwe zêdetir li ser têkoşînê esas girt. Hevrêyê me Serhat ku li hemberî zextên li ser gelê me bê bersiv namîne, di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me yê ku piştî perwerdeya xwe ya destpêkê derbasî pratîkê bû, li çiyayên pîroz ên Kurdistanê pratîkeke xurt a gerîla nîşan da ku hesreta wî bû. Hevrê Serhat ê ku di bin bandora girêdana PKK'ê ya pîroz de bû û ji bo hembêzkirin û xurtkirina vê girêdanê gelek hewl da, di qada ku lê mabû gerîlayekî jêhatî de zû bû pêşeng. Hevrêyê me yê ku ji bo di warê leşkerî de jêhatî bibe tim dixwîne û xwe pêş dixist, parastin û xurtkirina nirxên şehîdên PKK'ê yên pîroz di jiyana xwe de kiriye esas. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyê xwe Serhat bi serketinê tacîdar bikin.[1]