$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Çekdar Armanc
Nav û paşnav: Adem Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Meryem - Çetîn
Dîrok û cihê şehadetê: 2018/Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Çekdar li Geverê di malbateke welatparêz de hatiye dinê. Ji malbat û derdoreke welatparêz dihat û ji zarokatiya xwe ve şerê me yê hebûn û tinebûna dizanîbû. Ji ber ji derdoreke xwedî şehîd hatiye zû tevgera me pejirandiye û nas kiriye. Gever bi berxwedan û rêxistinbûna xwe ya li dijî dagirkeran tê naskirin, ji ber vê hevrêyê me di ciwaniya xwe de beşdarî gelek serhildanan bû. Hevrêyê me Çekdar ê ku şahidê çewisandina dagirkeran bû, li hemberî dijmin xwedî kîn û hêrseke mezin bû. Hevrêyê me Çekdar ê ku heta lîseyê xwendiye, li dijî pergala perwerdehiya asîmîlasyonê ya dagirker a li ser bingeha înkarê dest ji xwendinê berda. Dijmin ji ber xebatê gelek caran êrîşî hevrêyê me Çekdar kir, bi zextan hewl da wî ji Tevgera me dûr bixe û dema ku nekarî encam bigire, ew 5 meh avêtin girtîgehê. Hevrêyê me Çekdar ê ku tawîz ji baweriya xwe neda, di girtîgehê de firsend dît ku xwe ji aliyê îdeolojîk ve zêdetir pêş bixe. Piştî pêvajoya girtîgehê, xebatên xwe yên ciwantiyê domand. Di sala 2015’an de dewleta Tirk a mêtinger ku dixwest tevgera me tasfiye bike û gelê me qir bike, hemû hêza xwe seferber kir û li Bakurê Kurdistanê operasyoneke nû ya dagirkirinê da destpêkirin. Gelê me bi berxwedana xwerêveberiyê bersiv da û li hemberî ‘Plana Hilweşînê’ ya dewleta Tirk ji bo parastina rûmeta xwe berxwedanên destanî hatin nîşandan. Gelê me yê welatparêz li Geverê jî bi Berxwedana Xwerêveberiyê li dijî qirkirinê serî hildan. Di pêvajoyeke wiha de hevrêyê me Çekdar bi awayekî aktîf di nava xebatên xwerêveberiyê de cih girt. Li gorî pêwîstiyên peywira dîrokî ya ku ketibû ser milê wî tevdigeriya. Hevrêyê me Çekdar ê ku li bajêr xebatên xwe bi serkeftî pêk anî, di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Çekdar ku bi helwesta xwe xwedî asteke diyarkirî ye, bi perwerdeya ku dîtiye, ji bo bibe milîtanekî fedaî yê Apoyî gavên xurt avêtiye. Hevrêyê me Çekdar her çendî şervanekî nû bû jî, bi disîplîn, tevlîbûn, nêzîkatiya xwe ya ku qîmetê dide hevrêtiyê û bi keda xwe ya pêşeng di demeke kin de veguheriye gerîlayekî xwedî ezmûn. Ji bo ku bibe milîtanekî fedayî yê Rêber Apo hewl da Rêber Apo fêm bike. Hevrêyê me Çekdar ku weke şoreşgerekî û di daxwaza azadiyê ya gelê xwe de berpirsyariya doza xwe hilgirt ser milê xwe, ku di çareseriya pirsgirêkên civakî de xwe veguherand hêza çareseriyê, li gorî çand û exlaqa şoreşgerî bi rengekî herî baş kesayetiyeke milîtanî temsîl kir. Ji bo ku têkoşînek layiqî Rêbertiya me û şehîdan nîşan bide, xwedî tevlîbûnek bi hêz bû. Hevrêyê me Çekdar weke zarokekî Zagrosan karibû şert û mercên zehmet ên çiyê derbas bike û ji bo pêşengiya hevrêyên xwe jî paşde gav neavêtiye. Helwesta wî ya ku ji her kar û qadê re amade ye, baweriyeke mezin dida hevrêyên xwe. Ji Bakurê Kurdistanê bigire heta Herêmên Parastinê yên Medyayê li her qadên ku çûye şopa xwe hiştiye. Hevrêyê me Çekdar ku tevlîbûna xwe têr nedidît, ji bo hîn bêhtir nêzî Rêber Apo û şehîdên xeta Zîlan bibe û bi wan re bibe yek, tevlî rêxistina Hêzên Taybet bû. Lêhûrbûna wî yê jiyanê veguherî lêhurbûna li ser fedaîbûnê. Ew bi kesayetiya xwe bûye hevrêyek bi mînak, ku her tim xwe û hevrêyên xwe bi pêş dixe, dixwîne û lêkolîn dike û tiştên ku hîn bûye dixe xizmeta Partiyê. Hevrêyê me Çekdar ê ku bi hesreta tolhildanê ya li hember dagirkeran tijî bû, her tim di nava lêgerîna ‘çawa derbeke baştir li dagirkeran were xistin û encam bigire’ bû. Her kêliya xwe bal kişand ser azadiya gelê me û Rêberê me û hewl da ku bersivê bide hêviyên gelê me. Ji ber vê çendê girîngiyeke mezin da perwerdeya pisporiya hunera leşkerî û xwe di vî warî de pêş xist. Di şexsê hevrê Çekdar de ku weke hevrêyên xwe bi şehadeta xwe re mîraseke mezin a têkoşînê ji me re hişt, em careke din soza xwe ya li hember hemû şehîdên xwe yên ku heta niha alîkariya me kirine, dubare dikin. Em ê Rêbertiya xwe bigihînin azadiya fîzîkî û xeyalên Kurdistana azad pêk bînin. Em ê her tim têkoşîn û bîranînên wan ên ku bi tîpên zêrîn di dîroka mirovahiyê de nivîsandine, zindî bihêlin. [1]