$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Sîdar Botan
Nav û paşnav: Recep Esîn
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Herdemcan - Selman
Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Partiya me PKK’ê ku bi vejandina hêviyên azadiyê yên gelê me yê bindest derbeke giran li polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a mêtinger xist, ji roja destpêkê ve ji aliyê gelê me yê welatparêz ve bi coşeke mezin hatiye hembêzkirin. Bajarê me yê Wanê ku ji kevneşopiyeke xurt a berxwedanê tê, di heman demê de bûye yek ji navendên berxwedanê yên ku têkoşîna me hembêz dike û bi serhildanan silav dike. Têkoşîna gelê me yê qedîm ê ku dihate xwestin bi qirkirinê re were tinekirin, bi felsefeya Rêber Apo re têkoşîna siberojeke azad hate dayîn, di encama keda şehîdên me yên bi fedaî li ber xwe dan û bi vê armancê têkoşiyan, îro bûye hêviya hemû bindestan, jin û ciwanan. Hevrêyê me Sîdar ku di nava kevneşopiya xurt a ji aliyê partiya me PKK'ê ve hatiye afirandin de mezin bû, ji temenê xwe yê biçûk ve êrîşên hovane yên dewleta Tirk a mêtinger a li dijî têkoşîna me û gelê me pêk tîne, dît. Hevrêyê me ku gelek ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hez dikir, mîna her ciwanê Kurd ê bi rûmet bi xeyala roja ku mezin bibe û tevlî nava refên gerîla bibe mezin bû. Hevrêyê me di êrîşên berfireh ên dewleta Tirk a dagirker de ku di sala 2015’an de li ser esasê tinekirina îradeya gelê me destpêkiribûn biryara tevlîbûna nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê da. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe bersiva pêwîst da dagirkeran û pêşengî ji ciwanên Kurd re kir û xeta berxwedanê nîşan da.
Hevrêyê me Sîdar ê ku li xaka ku lê ji dayik bûye û lê mezin bûye tevlî nava refên gerîla bû, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û bi perwerdehiya ku dîtî Rêber Apo, Partiya me PKK’ê û têkoşîna efsanewî ya şehîdên me yên nemir nas kir. Hevrêyê me yê ku bi kûrkirina lêhurbûna xwe zanîn û ezmûna xwe xurt kir, perwerdeya bingehîn a gerîla jî bi serkeftî qedand. Hevrêyê me yê ku bi avabûna xwe ya bi hêz û têgihiştina xwe ya leşkerî di demeke kin de di gelek taktîkên gerîla de bû pispor, li ser esasê pêkanîna tiştên ku hîn bû hewl da. Hevrêyê me Sîdar ku bi zanebûna ku bi dest xistiye derbasî herêma Zapê bû, di êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li dijî herêma Ertûşê de li eniya herî pêş cih girt û şerekî bi bandor da meşandin. Hevrêyê me yê ku di pratîka şer de bi tevlîbûna di gelek çalakiyan de pijiyayî û bû xwedî îradeyek bi hêz, di gelek çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran xistin de cihê xwe girt. Hevrêyê me yê ku her tim hewl dida bibe milîtanekî xeta şehîdan, her tim bi lêkolînê xwe pêş xistiye û bi parvekirina zanyariyên xwe bi hevrêyên xwe re mezin bûye. Hevrêyê me Sîdar ku bi kesayetiya xwe ya fedekar û kedkar hewl dide wezîfeyên şoreşgerî bêyî bêhnvedanê bi cih bîne, her kêliya jiyana xwe ji bo têkoşîna şoreşê û siberoja azad a gelê me veqetandiye. Hevrêya me Sîdar bi girêdana hevrêtiya pîroz a PKK'ê re bûye hevrêya hevrêyên xwe. Hevrêyê me yê ku bi cidiyeta pêkanîna hemû erkên di têkoşînê de bi serketineke bilind nêzîk bû, hem di şerê li dijî dagirkeran û hem jî di jiyanê de bû mîlîtaneke PKK’ê yê mînak. Hevrêyê me Sîdar ê ku mîraseke xurt a têkoşînê ji me re hiştiye û tevlî kerwana nemiran bûye, wê di xeta serkeftinê de têkoşîna me her tim ronî bike.[1]