Urf û Adetên li dor Rîtên Bihurê yên Zayînê, Nimûneya Herêma Sêwregê
Mesut CANDAN
=KTML_Bold=Kurte=KTML_End=
Di jiyana her mirovî de serdemên girîng û krîtîk hene. Her ferdên civakekê di jiyana xwe de carek van serdaman tecrube dike. Ji bo van serdaman di lîteratura zanista folklorê de serdemên derbasî tên gotin ku mirov wexta ji van serdaman derbas dibin him di jiyana mirovan de him jî di pergala civakê de hin guhertin çêdibin. Dikare bê gotin ku serdemên zayîn, zewac û mirinê ji bo her civakê serdemên krîtîk in. Li dor van serdemên krîtîk gelek urf û adet dicivin ku di paşxaneya her urf û adetê de reng û dirûva gelan xwe nîşan didin. Armanca vê xebatê nîşandana van urf û adetan e ku li dor rîtên zayînê kom dibin û taybetîyên gelê kurd xasma yên kurdên Sêwregê nîşan didin. Ev xebat li ser rîtên derbasî yên zayînê ya herêma Sêwregê hatiye kirin. Di vê xebatê de me xwest ku urf û adetên ku li dor rîtên darbasiyê kom dibin, bên berhevkirin, ji bo nifşên nû bên veguhestin û çanda taybet a Sêwregê li nav herêmê bê nîşandan. Bi vê armancê me li herêma Sêwregê xebatên qadî kirin û bi taybetî bi rêya çavderî û hevpeyvînan dîmeneke giştî ya van urf û adetan raber kirin. Li gorî agahiyên ku bi dest hatine xistin, urf û adetên ku li dor rîtên derbasiyê yên zayînê kom dibin, li gorî mijarên xwe hatin senifandin û nirxandin. Di encama vê xebatê de hat dîtin ku rol û fonksiyonên rîtên zayînê him li ser takekes him jî li ser civakê karîger in.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=479719&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Urf û Adetên li dor Rîtên Bihurê yên Zayînê, Nimûneya Herêma Sêwregê=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,051 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!