tu kî azadî
azadî eger tu ne
cilekî pîrût û navik ji dervayî li kolanê efrînê
û
ne jî meşek nazik û hemrak sor li ser lêvên keçan li kolanên kobanê
û
eger tu ne ciaxwara di destê jinê de li kolanê qamişloyî
lê tu kî azadî.
azadî eger tu ne
meya li ser masa xortan li kolanê amûdê yî
û
ne jî tu teqteqa pêlavên keçan di dawiya şevê de li kolanê hesekê yî
lê tu kî azadî.
azadî eger tu ne
qajoka di devê xortên serêkanî de yî
û
tu ne ramûsana dev û lêvan di quncikê tarî deyî
û ne jî 36 partiyên kurdan li rojava yî
lê tu kî yî azadî.
azadî
de ka carek were ez te bibînim.
dengek ket guhê min û got:
na hevalo na
tû şaşî
ez ne ew bernama li ser kenalê ewrûpa me
û ne jî ew derewa li ser zimanê siyasmenda me.
ez raman im hevalo
ez raman im û ta tu bikaribî min bixwînî
divê tu xwe baş fêrbikî.
ez ne pêxember im werim olekî nûh peyda bikim
û
ne jî kawayê hesinkar im werim bi şûrê xwe serê nezaniyê jêbikim.
ez raman im, ta tu bikaribî min ji zarokên xwe re bixwînî
divê tu wan baş fêrbikî
divê tu ramanê xwe ji destê şêx û melan rêzgar bikî
divê tu pezê xwe bi ser zadê xelkê ve neşînî hevalo.
ez biratî û aşîtî me
exlaq û hevaltî me
xwedê ez dam li rojava lê ez dîl û girtî me
li ser masa siyasî lîstoka her partî me
heger tu divê min bibînî de ka were min rêzgarke
lê ta tu bikaribî xwe ji kesayetî xelaske.
here birayên xwe hembêzke û li wir tekoşîna xwe sazke
Bangin Ebdellah
[1]