کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  584,859
وێنە
  123,952
پەرتووک PDF
  22,086
فایلی پەیوەندیدار
  125,743
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,111
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,480
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
971
وێنە و پێناس 
9,464
کارە هونەرییەکان 
1,634
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,956
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
765
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,052
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,152
شەهیدان 
11,899
کۆمەڵکوژی 
11,375
بەڵگەنامەکان 
8,719
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
735
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
906
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   تێکڕا 
273,795
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Neteweya demokratîk û rêveberiya xweser, çareseriya herî baş e ji bo bidawîbûna nakokiyên nijadî û etnîkî li Rojhilata Navîn
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
ئامانجمان ئەوەیە وەک هەر نەتەوەیەکی تر خاوەنی داتابەیسێکی نەتەوەییی خۆمان بین..
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Rêveberiya xweser
Rêveberiya xweser
Neteweya demokratîk û rêveberiya xweser, çareseriya herî baş e ji bo bidawîbûna nakokiyên nijadî û etnîkî li Rojhilata Navîn
Ilham Milêcî
Ji bo ku pêşeroja mirovahiyê ji metirsiyên dozen kîn, tundî, nepejirandina kesên din li ser esasê olî, mezhebî û nijadî were parastin, hevjiyana gelan pir girîng e.
Pêwîstiya vê yekê jî bi geşkirina karînên civakên mirovî û yekkirina ked û xebatên wan heye, da ku ramana hevjiyanê weke nirxekî mirovî were xurtkirin ku bi rêya wê cihêrengî were parastin û diyalog û hevkarî werin xurtkirin. Ji bo pêkanîna vê yekê jî, pêwîst e nirxê hevjiyanê di biranşên perwerdehiyê, navgînên ragihandinê, di malbat û cihên perestinê de were bicihkirin.
Herêma Rojhilata Navîn bi cihêrengiya xwe ya etnî, nijadî, mezhebî û olî tê cudakirin. ev yek ji li hejmarek sedem û faktor vedigere, hin ji wan dîrokîne, hin xaknîgarî ne. her wiha ev dever carinan rêya derbasbûna hin gelan bû û hin carên din û hin carên din cihê niştecihbûna gelek gelên din ên bakur û başûr bû. Ji aliyekî din ve, ev herêm ji aliyê gencîneyên xwezayî, avî, xaka ku bi kêrî çandiniyê tê û ji gelek aliyên din ve jî dewlemend e. Hemû pêkhateyên etnî, nijadî û olî bi hev re lê jiyan dikirin heya ku hêzên dagirker ên ku çavên xwe berdabûn dewlemendiya wê hatin û dest bi siyaseta cevcihêkirinê kirin û nakokî di navbera wan pêkhateyan de gur kirin û cihêwaziyên çandî di navbera pêkhateyên van herêman de kûr kirin.
=KTML_Bold=Sayks-Bîko û zilma dîrokî ya li ser kurdan pêk hatiye:=KTML_End=
Sîstema sermayedarî ya cîhanî ku di piştî şerê Cîhanê yê Yekem de hat damezirandin (1914-1918) ji bo ku herêmê parçe bike, hevpeymana Sayks-Bîko îmze kir. Ev rêkeftin di sala 1916an de di navbera Fransa û Birîtanyayê de hat îmzekirin û împratoriya Rûsî û Îtaliyayê jî ew pesend kir. Wan sînorekî çêkirî nîgar kir bêyî ku tu guhî bide taybetmendiyên etnî û tîreyî. Ji ber wê jî nakokî û dijberî di navbera pêkhateyên herêmê de rû daû heya weke niha jî hê encamên vê rêkeftinê li ser herêmê bibandor in.
Gelê kurd ê herî zêde ji ber vê rêkeftinê, rastî zilmê hat. Vê rêkeftinê ew li ser çar dewletan dabeş kirin (Tirkiye, Iraq, Îran Sûriye). Rêjîmên wan dewletan, hewil dan mîrata kurdî ya çandî biçewisînin û pêkhateyê kurd di nav tevna dewletên xwe de bihelînin, bêyî ku tu guhî bidin taybetmendiya gelê kurd ku xwedî mîrateke çandî ya cuda ye di nav gelên herêmê de. Dema gelê kurd li hemberî van siyasetan rawestiya, rastî çawsandin, zilmeke mezin û êrîşan ji hêla rêjîmên van dewletan ve hat.
Tevgerên neteweyî yên erebî (ji têkoşînê ber bi desteserî û navendiyê ve):
Ev parçekirina nedadwer a herêmê ku pê re tevgerên neteweyî yên erebî yên li dijî dagirkeriya osmanî, hatin damezirandin, hin ji van şepêl û partiyên neteweyî yên erebî (ku drûşmên şoreşgerî hildidan) li hin deveran gihaştin desthilatê. Bi gihaştina wan re, wan dest bi qonaxeke nû kir ku tê de raman û rêbazên xwe sepandin. Di encamê de sûcên nijadî hatin kirin bêyî ku guh bidin mafên cihêrengiya etnî, olî û mezhebî ku yek ji pêkhateyên civakî yên herêmê ji sedê salan ve ye. Di encma siyaseta van rêjîmên ku tu psporî û zanîn ên wan tune ne, herêm bû çirava tevlîhevî û şeran û heya niha bandorên wan lidar in.
=KTML_Bold=Cihêrengiya çandî jêdera hêz û dewlemendiyê ye:=KTML_End=
Van rêjîman berê xwe da navediyê, sepandina yek zimanî û malgirtina alavên hêzê, bêyî ku tu guhî bide cihêrengiya çandî ya ku di herêmê de heye ku ev cihêrengî cihê hêz û dewlemendiyê ye. Her wiha van rêjîman ev gel ji mafê wî yê xweparastinê mehrûm hişt. Ji ber wê jî nakokî di navbera hikûmeta navendî û aliyên din de çêbû. Sedema vê nakokiyê jî hewildanên hikûmeta navendî ya desteserkirina aliyan û cihêrengiya wan a olî, nijadî û ziman bû.
Gerek e li şûna van kiryarên li jor, ev rêjîm hewil bidin van aliyên ku ji aliyê nijadî û olî ve, li gor nirxên demokrasî bihewînin da ku rêgezên xwegirêdana jixweber a bi welat ve li cem wan xurt bibe û di encamê de hemû enerjiyan ji bo geşepêdan û pêşxistina welat werin bikaranîn.
Tevî hin pirsgirêkên ku ji hêla desthilatan ve dihatin jî, lê gelên herêmê bi hezarên salan bi awayekî hevkar û hemaheng dijiyan. Ev cihêrengiya han jêdera dewlemendiya çandî ye. Her wiha ew hêzê dide gelên herêmê. Qelskieina pêkhateyekî herêmê, gel bi tevahî qels dike. Jixwe bûyerên dîrokî vê yekê tekez dikin
=KTML_Bold=Rêveberiya Xweser, tecrubeyeke piratîkî ya demokrasiyê ye:=KTML_End=
Sîstema Rêveberya Xweser a demokratîk a bakur û rojhilatê Sûriyeyê û HSDê hatin û bi rêya projeya neteweya demokratîk a ku ramanger Ebdela Ocelan pêşkêş kir hat diyarkirin ku ew nimûneya pratîkî û bikêr û durist a projeya niştumanî ya demokrasî li Sûriyeyê ye. Vê sîstemê bi derfetên kêm û tevî hemû rewşên zehmet û giran û dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk, karîbû rêxistinên terorîs ên herî metirsîdar li ser gel û dewletên herêmê û tevahî cîhanê têk bibe. Bi vî awayî wê bi melyonan ereb û kurd û pêkhateyên din ji nav pencên terora Daişê rizgar kirin û hîmên bingehîn ên demokrasiyê li herêmê danîn. Bi vî awayî wê jiyaneke hedar û demokratîk û saziyên aborî, perwerdeyî, tenduristî, ewlekarî, çandî û yên girêdayî jinê damezirandin û pirsgirêkên neçareserkirî, çareser kirin. Bi vî awayî wê dem û çarçoveya xwe derbas kirin û berê xwe da demokrasiya civakî, azadiya jinê, biratiya gelan, xweparastin û aboriya civakî.
Bi rêya tecrubeya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê, em dikarin bibêjin ku civak û gelên Rojhilata Navîn, dikarin jiyaneke demokratîk û azad ava bikin ku tê de hedarî, ewlehî û aştî pêk were. Ew jî bi rêya demokrasiya civakî û xwespartina li hêzên civak û gelên herêmê û pêşwazîkirina pêwendî, têkilî, levkirinên serwerî û rikberî ku azadî û rûmeta civak û gelan dipaêze û rêveberiya wê ya xweser, berjewendiyên rasteqîn ên civak û gelan diparêze.
Mirov dikare bibêje ku bi rêya dîtina me ya nêz ji tecrubeya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê re, me dît ku ew bi rastî jî çareseriya herî guncav û dawî ye ji bo hemû neteweyan (ereb, kurd û asorî). Her wiha ew ji bo tekûziyeke herêmê û konfidralî ya rojhilatî bingehê datîne û di atmosfereke civakî ya ku kesên din dipejirîne de dijî, baweriyê bi demokrasî û jiyana hevbeş tîne.
=KTML_Bold=Dîyaloga erebî-kurdî pêwîstiyeke jiyanî ye:=KTML_End=
Ji bo kuherêma me ji aloziyan derkeve, pêwîst e ev tişt pêk werin: pêkanîna demokrasiyê, damezirandina sîstema demokratîk, jiyana demokratîk û rêveberiya demokratîk, pêkanîna guhertinên cewherî û bingehîn di dîmenên siyasî, aborî, civakî, ewlehî û çandî û danîna zemînekê û avakirina demokrasiyeke hevbeş ku cihêrengiya li herêmê dipejirîne û wê diparêze û rêzê ji bo vîna hemû gel, civak û pêkhateyên civakî digire da ku ew xwe bi xwe herêmên xwe biparêzin û wan tevî gencîneyên wan bi rê ve bibin, pêwsît e jina azad û ciwanên zana û birêxistinkirî di çarçoveyeke hevtemamkirinê de beşdar bibin. Her wiha gerek e yekîtiyeke demokratîk ji bo gelên herêmê hebe, her wekî konfidraliya demokratîk a yekîtiya gel û neteweyên demokratîk ên Rojhilata Navîn yan jî çi rêbezek di bin çi navê din de be ku gelên herêmê li ser li hev bikin. Ji aliyekî din ve pêwîst e diyalogeke kurdî-erebî ya kûr û li ser bingehên zelal dest pê bike da ku hemû aloziyên herêmê werin çareserkirin û hevgirtina herêmê pêk were û hemû şêweyên şer û nakokiyan werin rawestandin.
=KTML_Bold=Rêveberiya Xweser û çareseriya aloziya Sûriyeyê:=KTML_End=
Damezirandina Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, xwedî bandoreke diyar bû di parastina ewlehî û hedariyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Ew jî li ser esasê jiyana hevbeş û pejirandina kesên din. Vê tecrubeya cuda bala cîhanê tevî kişand. Ji ber wê jî gelek dewletan danpêdan pê kir weke nûnereke rastîn a herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Vê yekê gaveke mezin di rêya çareserkirina aloziya Sûriyeyê de kir (piştî ku girêkên vê kirîza Sûriyeyê ji ber destwerdanên herêmî û navneteweyî aloz bûbûn).
Tecrubeya Rêveberiya Xweser, rêyên peydakirina nimûneyekî levkirî ji bo pêşeroja gelên Sûriyeyê meşandin. Nemaze piştî ku dameziradina rêveberiyên xweser bû weke çirayekê di tarîtiya ku di encama bi dehên salên aloziya Sûriyeyê de peyda bû. Ev rêveberî gihaştin astekê ku ew bûn navoka ragihandina Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Ji ber wê jî gerek e civaka navneteweyî danpêdanê bi vê rêveberiyê weke nimûneyeke çareseriya aloziya Sûriyeyê bike. Bi taybet piştî ku Rêvberiya Xweser bi rêya tecrubeya xwe ya ku ev çend sal in lidar e, tekez kir ku ew dikare herêmê ji komên terorîst rizgar bike û gelek karên xizmetguzarî bike. Her wiha wê xebat kit da ku herêmên ku ji aliyê komên terorîst ve hatibûn hilweşandin, ji nû ve ava bike. Ev ji bilî rola bikêr û rêveber a jinan li herêmên Rêveberiya Xweser (piştî ku ev jin ji ber hejmarek faktorên civakî û siyasî hatibû piştguhkirin)
Li gor niştecihên herêmê, tecrubeya ku herêmên bakur û rojhilarê Sûriyeyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dijîn, tecrubeya herî baş û nimûneyî ye di dîroka Sûriyeyê de. Gelên herêmê karîbûn bi rêya tecrubeya Rêveberiya Xweser, xwe biparêzin û xwe bi rê ve bibin. Ji ber wê gerek e civaka navneteweyî kar bike da ku danpêdaneke navneteweyî bi Rêveberiya Xweser were kirin, da ku alîkariya wê were kirin da ku karibe li hemberî pilanên ku dixwazin wê têk bibin raweste û li hemberî pilanên dagirkeriyê yên ku li dijî gelên herêmê tên ristin rawestin, çimkî ev pilan gefan li ewlehî û aştiya navnetweyî dixwin.
Têgihiştina ramanî û mirovahî ya ku di Rêveberiya Xweser de heye, ji her kesî re diyar e û ew yek ji nîşaneyên wî cihê bilin û cuda yên ku jin di saziyên Rêveberiya Xweser de digirin. Vê nimûneyê bandor li gelek jinên din ên cîhanê kiriye.
Qonaxa heyî ji tevahî dewletan dixwaze ku danêpêdanê bi Rêveberiya Xweser di çaeçoveya xaknîgariya sûrî ya yekgirtî de bikin û vê rêveberiyê weke sîwana siyasî ya gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bibînin da ku danpêdaneke rastîn were pêkanîn ku hedariya mayînde li herêmê were dabînkirin. Gerek e berî wê jî alîkariyê wê were kirin da ku xaka xwe ji dagirkeran paqij bike (di serê wan de dewleta Tirk) çimkî dewleta Tirk hewil dide agirê fitnê gur bike û şeran zêde bike da ku siyasetên xwe yên dagirkeriyê li ser xaka Sûriyeyê pêk bîne û gefan li ewlehî û aştiya navneteweyî bixwe.
Piştgirî û biserxistina tecrubeya Rêveberiya Xweser, dê rê li pêşiya çareseriya aloziya Sûriyeyê veke. Ev yek dê rêveberiya xweser bike weke nimûneyekî ji bo tevahî xaka Sûriyeyê û dibe weke gaveke piratîkî ya girîng ji bo sazkirina destûreke sûrî ya demokratîk ku hemû maf û erk û rêgezên giştî dabîn dike. Gelê Sûriyeyê jî dê di vê çarçoveya cihêrengî û nenavendbûn û demokrasiya rastî de bijî. Ev yek jî dê alîkariyê di avabûna Sûriyeke nûjen, demokratîk, cihêreng, hedar û serbixwe bike.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 3,013 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://nrls.net/ - 04-06-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 58
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 04-06-2023 (2 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: کارگێڕی
پۆلێنی ناوەڕۆک: کۆمەڵایەتی
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: ڕۆژاوای کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 04-06-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 04-06-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 3,013 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 1.141 چرکە!