PIRSGIRÊKÊN KU NAHÊLE TIRKÎYA VEGERE SIYASETA “BÊ PIRSGIRÊK”!
ŞOREŞ DERWÎŞ
Wergera ji zimanê erebî: #Kendal Cûdî#
Siyaseta derve ya Tirkîyayê ya dema niha, dişibe siyaseta wê ya di salên 40 î yên sedsala borî da, tevî ku rêbazên cuda ye; di heyama Şerê Cîhanê yê Duyem da, pêvajoya herî geştir a dîplomasîya ku Tirkîyayê gihaştiye ji dema dazmrandina komarê da. Di wan salên şer da, siberoja Tirkîyayê ketibû metirsîyê. Wê demê Enqera bi birêveberîya Ismet Înano hevpeymanek bi Birîtanîya û Fransayê ra di cotmeha 1939 an da îmze kir, naveroja hevpeymanê jî parastina hevbeş eger ku şer gihaşt Deryaya Spî. Piştra, hevpeymana “neêrîşkirinê” bi Moskoyê ra di adara 1941 ê da îmze kir. Lê mijara balkêş ew bû ku hevpeymana Tirkîyayê ya hevaletî û neêrîşkirinê bi Almanyaya nazî ra bû, ku berîya çend rojan ji destpêkirina êrîşa Almanyayê ya li dij Rûsyayê pêk hat. Enqerayê bi hevkarîya bi Hitler xweset ku ber bi rojhilat ve sînorê xwe berfireh bike û operasyonên dagîrkerîyê li Asyaya Navîn pêk bîne. Ev nakokîyên di hevpeymanan da, xwe dispêre siyasetmedarên tirk ku nikarîbûn alîyê di şer da serkeftî dîyar bikin û ji kwalîsyona Osmanîyan-Almanyayê ya ku tu sedema xwe tune bû di Şerê Cîhanê yê Yekem da fêr bûn ku piştra Istenbolê baca wê da, lê encamên dawî li gorî berjwendîyên Enqerayê hatin û li ser hemû benan lîst.
Di vê demê da, Tirkîya amadekarîyên xwe dike ku derbasî qonaxa cîhana pirpolar bibe û wiha dîyar e ku dûrî girêdana bi rojava û Washingtonê ra ye, wekî pêvajoya şerê sar, her wiha sûdê ji hevrikîya jopolîtîk û polarîzsasyona navdewletî ku Enqera nizane wê kîjan alî tê da bi ser bikeve, digire. Di salên borî da, ji ber tevgera Amerîkayê ya vekişandinê ku serokê borî Obama dest pê kir, pêvajoyeka nû dest pê bû, hişt ku Enqera li çarenûsa xwe li herêma ku tê da nakokîyên cuda tê da hene bigire û hewldana Îran û Rûsyayê ya dagirtina valahîya Amerîkayê li derdora jepolîtîkaya Tirkîyayê. Ev hevşibûna ku di salên 40î da rû da, bû sedem ku rola Tirkîyayê ya derve serbixwe bibe û wekî alîyekî bêalî di nakokîyên navdewletî da, dîyar bû. Lê gihandina asta “serbixwe û bêalî” mijareka giran e eger ku siyaseta derve ya Trikîyayê armanca ya dawî eşkere nekir. Aqilmendîya di siyasetê da dibêje “hevalê hemûyan e, lê tu hevalên wî tuneye”, ev jî rewşa Tirkîyayê ye ku hewl dide hemû nakokîyan bi hev ra bike û bi hemû dijberan ra jî hevaltîyê bike. Ev erêkirin jî tê wateya ku lîstokên dîplomasî, siyasî û aborî ji bo welatekî ku di nava alozîyên aborî û polarîzasyona giran a navxweyî û pirsgirêkên nasnameyê da ye, bike.
Biserkeftina dîplomasîya Tirkîyayê ne ji ber faktorên subjektîf an jî hêza dîplomasîya Tirkîyayê ye, lê belê ji ber şertûmercên objektîf ên wekî bipêşketina şansê derketina cîhana pirpolar û pêşbazîya ku tevlîbûna Tirkîyayê nava vê eksanê da û kêmbûna hebûna Amerîkayê û paşdeçûyîna rola wê ya li Rojhilata Navîn, qanûnên NATOyê yên hûndirîn ku rê dane ku Tirkîyayê kerta Vîtoyê ku cara yekem li dij Siwêd û Fînlandayê bi kar anî û veguhirandina Tirkîyayê wekî parêzvanê Ewropayê ji bo rêgirtina li pêşîya penaberan û piştra derketina Rûsyayê wekî lîstokvanekî bipêşketî li herêmê.
Tevî dijberîya partîyên Tirkîyayê û di serî da partîyên kwalîsyona hikûmetê, ji Washingtonê ra li ser asta xîtaba siyasî ya niştimanî ku Amerîka wekî dijminekî emperyal ku li dij Tirkîyayê komployan dike û her dem dixwaze zirarê bide axa wê ya yekparçe, lê hikûmeta Erdogan tevî ku di alîyê derve da dijminahîyê nîşan dide, lê garantî kiriye ku Washington û Ewropa destwerdana karûbarên wê yên hûndirîn nakin, tevî ku di alîyê fermî da li dij wan radibe. Lê garantîyê nade hevalbendên xwe yên nû yên wekî Îran, Rûsya, Dewletên Kendavê û astekê piçûktir Çîn ku dixwaze hevkarîya xwe bi rêya Birêxistina Şanghayê xurtir bike. Dewletên borî hêza wan têrê dike herçiqas bi astên cûda be jî, ku zirarê bigihînin siyaseta hûndirîn a Tirkîyayê, çi bi rêya aborî an jî bi rêya destekdayîna komên siyasî yên li dij Erdogan, an jî zirarê bidin siyasetên Tirkîyayê yên ku Enqerayê di nava sînorê xwe yê girîng dibîne wekî li Iraq, Sûrîya, Yûnanistan û Kafkasyayê.
Yek ji pirsgirêkên ku li benda wezareta derve ya Tirkîyayê ye, dosyaya Sûrîyayê û birêveçûyîna normalîzekirinê ya dijwar e. Ketina Tirkîyayê di nava şerê navxweyî yê Sûrîyayê da, beşek ji armancê ku dixwaze şaştîya sala 2003an dema ku Enqera red kir beşdarî rûxandina rejîma Sedam Hisên bibe, sererast bike. Wê demê, Tirkîyayê dît ku Amerîka hewl dide ku dewletên neteweyî li Tirkîyayê têk bibe û ji rûxandina rejîma Bexdayê dest pê bike. Lê metirsîyên Tirkîyayê û mezinbûna wê, hişt ku Îran û Rûsya li herêmê serwerîya xwe berfireh bike, piştî ku Washington biryar da ku dev ji metoda guhartina bi hêzê berde. Di encamê da, Enqerayê dît ku rêbazê herî baş ku li herêma ku tê da rikberîyek ji bo dagirtina valahîya Amerîkayê heye, bijî piştgirîya komên îslamî yên erebî ye û metodên Îranê di destwerdanê da bi xwe spartina milîsên mezhebî, bi kar anî. Lê rikberîya herêmî û navdewletî, Erdogan neçar kir ku siyasetên “zivirandinê” li ser asta navdewletî û herêmê bi kar bîne. Zivirandin di vir da tê wateya ku nermkirina têkçûna hikûmeta Erdogan ku bibe hêza herî xurt li herêmê.
Di alîyê dewletên ereban da, wê Tirkîya hewl bide ku têkilîyan bi Misirê ra vegerîne. Ev jî tê wateya bêbandorkirina alozîya ku Eqera piştgirî dida Koma Ixwan El-Mislimîn. Dibe ku serokkomarê Tirkîyayê îşareta çarem nede alîgirên xwe, piştî ku di dema borî da xwe ji giranîya ragihandina ixwnan a ku dijberîya hikûmeta Misirê dikir, xelas kir. Di heman demê da pêwîstî heye ku têkilîyan bi Erebistana Siûdî û Îmaratê ra bihêle; ji ber ku herdu welatan nehîştin ku Tirkîya bibe dijminê wan, lê belê bûne beşek ji rizgarkirina aborîya Tirkîyayê ya ku gelek xerab bûbû, bi rêya tevgera diravdana berdewam. Lewra, di kêlîyekê da jî dibe ku Erdogan berê xwe bide IMFê ji bo pêkanîna seqemgîrîya aborî ku piştra wê ast û rastîya gendelîya darayî li Trikîyayê dîyar bibe, an jî Erdogan wê pişta xwe bide dewletên Kendavê û beşên sereke ji samanê dewletê bifiroşe wan. Di her halî da, bijartina duyem rêya herî ewle ye ji bo Erdogan, ev yek jî tê wateya ku siyaseta derve ya Tirkîyayê wê bi helwesta aborî ya lawaz pabend be û dibe ku ev bihêle tawîzan ji depodarên ereban ra bide.
Di vê demê da û Hekan Fîdan mêrê Tirkîyayê yê bi hêz bû wezîrê karê derve, ku ew duyemîn kesayeta leşkerî ye piştî Ismet Înano vê erkê werdigire, çav li tiştê ku wê zilamê îstixbaratê yê berê derbarê dosyayê ku yê berîya wî Mevlut Çavuşoglu li pey xwe hişt û nikarîbû ji dervayî dibistana Erdogan a xîtabê, rexnekirina tund û xwenîşandanê bike. Dosyayên giran ku di torê Fîdan da ye û divê bi awayekî lezgîn çareser bike; a yekem erêkirina endamtîya Siwêdê di NATOyê da ye, dûrî bihaneyên destekdayîna Stockholmê ji bo PKKyê. Siwêd dizane ku ew temenê bandorkirina hevpeymana balafirên F16yê yên amerîkî dide. Lê erêkirina Tirkîyayê ya li ser endamtîya Siwêdê, tê wateya dorpêçkirina hevalê xwe Pûtin li Beltîkê. Dibe ku ev nûçe ji bo Moskoyê cihê nerazîbûnê be, ku dibe zirarê bi zirarê vegerîne. Her wiha, wê wezîrê derve bikeve nava dosyaya vegerandina têkilîyan bi Washington, Brûksel û NATOyê û pirsgirêkên ku ji ber destekdayîna Washingtonê ji HSD yê û hevakarîya wê di şerê li dij rêxistina DAIŞê da derdikevin, kêm bike. Di heman demê da, wezîrê derve daxwazê ji Washingtonê bike li ser peydakirina hevsengîya di helwesta wê ya piştgirîya Yûnanîstan û desekdayîna wê bi çekên pêşketî û bipêşxistina hêza wê ya leşkerî. Her wiha, dibe ku dosyaya Qubrisê derkeve holê û bigihêjin lihevkirinekê, dûrî parçekirina beşê ku ji alîyê Tirkîyayê ve hatiye dagîrkirin an jî bi Tirkîyayê ve bikin. Di heman demê da, rêbazê danûsandina bi Ermenistanê ra jî ku ji Tirkîyayê dixwaze destekdayîna vekirî ji Azrebîcanê ra rawestîne, bi pêş bikeve. Dibe ku ya herî ji van tiştên borî girîngtir: Gelo wê Enqera çawa nêzîkatîyeka nû derbarê şerê Rûsyayê li dij Ukranyayê bi pêş bixe û sînorê siyaseta bêalî û navbeyankarîyê biparêze?
Piştî biserkeftina Erdogan a cara sêyem di hilbijartinên serokatîyê da, mijara vegera li siyaseta bêpirsgirêk, derket holê. Lê zehmet e ku Tirkîya vegere vê siyaseta xwedîxewn, propaganda û ya xwedî bêhneka sofî di karê dîplomasîyê da, ku AKPyê di destpêkê da siyaseta xwe ya desthilatdarîyê nîşan da. Bi zêdebûna nakokîyên ku ji ber siyasetên berfirehîyê û lêgerîna li ser rolên herêmî û cîhanî û destwerdana di karûbarên dewletên ereban da, ne gengaz e ku behsa vegera li vê siyasetê were kirin. Lewra, tiştê rast û tê texmînkirin ku Tirkîya hewl bide pirsgirêkan kêm bike, li şûna ku hemûyan bi dawî bike. Pirsa li ser siberoja aborîya Tirkîyayê, dibe ku siyaseta derve bersivê bide. Di vê wateyê da, aborî siyaseta derve aqilmend dike.
Tiştê sereke ku bandorê li bidawîbûna pirsgirêkan dike, ji ber ku Enqera nikare doza kurdan a kevn di hûndirê Tirkîyayê da çareser bike û li pey daxwazên kurdan ên li derve ye, ev mijar jî wekî pîvana asta hevaltî an jî dijminatîya dewletên cîhanê û herêmê ye. Her wiha, tûşbûna Tirkîyayê ya kirîna sîstema mûşekan a S-400ê ya rûsyayî ye û nikare ku balafirên F-16yê wergire, di heman demê da ji bernameya balafirên F-35yê jî hate dûrxistin, ev yek jî ji ber siyaseta cihêrengîya çavkanîyên wergirtina çekan li ser esasê hêrsbûn û pîvana stratejî ya şaş e. Ji alîyekî din ve jî, di mijara alozîya Ukranyayê da dûrî NATOyê ket û bi rolên navbeyankarîyê ku dikare genim bikişîne, bû hevkarê Moskoyê. Lê Tirkîya, di plana xebata NATO yê ya dorpêçkirina Rûsyayê da, bi bin ket. Her wiha, tiştek heye ku Washington û Brûksel derbarê metoda navbeyankarîyê ne razî ye, ku Enqera hewl dide bide nîşan ku ji bo hemûyan bi sûd e. Ji bilî van hemûyan, Enqera gelek kwalîsyon û hevkarî bi oposîzyona îslamî ya radîkal ra li welatên ereban çêkir, ku tevgerên civakî û serîhildan lê çêbûn, lewra ji bo Tirkîyayê zehmet e ku dest ji wan berde, ji ber sedemên ku şiroveyên wan dirêj e. [1]