Nav:Hilmî Demirer
Dîroka jidayîkbûnê:1946
Cihê jidayîkbûnê: Binxeta Sûrî
=KTML_Bold=Jîname:=KTML_End=
Şovelyekî Şanogeriya Kurdî: Hilmî Demirer
Hilmi Demirer, di sala 1946'an de li Binxeta Sûrî hate dinê. Tevlî malbata xwe di sala 1952'an de bi efûya giştî ji koçberîyê vegerîya Bakurê Kurdistanê warê axa ya bav û kalên xwe Êlihê. Di darbeya leşkerî ya 1960'an de tevî bavê wî çend kesên din ji malbata wî hate girtin û wan dişînin girtîgeha Qampa Sêwasê. Pişt re bi malbatî dîsa ji axa xwe sirgûnî Polatlı ya Anqarayê dibin.
Di 1972'an de ji zanîngeha “Güzel Sanatlar Akademisi” (MSÜ) Stenbolê, ji beşa Mîmariyê mezûn dibe. Hertim bala wî li ser kar û xebatên huner û şanoyê bûye. Ji bilî mîmarîyê wêje, ji Ingilîzî bo kurmancî wergeran dike.. Bi awayekî çalak di dûbla kurdî de jî dixebite. Bi şanoya Beckett ya “Teyba Dawî ya Krap” re di şanoya Kurdî de deng veda û bi awayekî çalak karê xwe didomîne.
Çetoyê Zêdo: Teyba Dawî a Krapp, çawa hazir bû? Hinekî hûn dikarin qala serboriya wê bikin?
Hilmi Demirer: Pêşî lêkolîneke berfireh li ser kesayetî, rêbaz û berhemên Samuel Beckett hûr bûm. Min dît ku wek çiyayekî asê li ber min e. Xebata min, mîna bi kevçîyê çayê kolandina bîrekê bû, ya herî zor di nav sûrrealî û mînîmalîzmê de wergera ji Ingilîzî; muzîkalîte, teql û ahenga dîyalogan wek bi esl û formên xwe bimîne, ango bi gotineke din, ji nivîskar qet dûr nekevim. Guman dikim ku bi saya peyv û rêzimana kurdî ya rengîn û zengîn ve bi ser ketim e.[1]