=KTML_Bold=Wêje û zimanê wêjeyê=KTML_End=
#Mahabad Felat Arda#
Wêje, zanyariya çîroka jiyanê ye, bi hemî şax û şanikên xwê ve. Wêjeya gelekî, çîroka hevpar a wî gelî ye. Lewra ziman, dîrok, çîrok, mîtolojî, folklor, metelok, henek, mamik, klam, stran, xiyal, hêvî, daxwaz û hemû tiştên bûne rengê jiyana wî gelî, di nav xwe de dihewîne. Wêje, hostetiya peyvan û hostetiya bikaranîn, honandin û rêsandina ziman e. Ne bi tenê “peyvên çêkirî” lê yên “resen” jî, dema ne hêjayî xwe û ne bi giyan û rengê jîyana wî gelî bêne honan, beloq in, daqurtandina wan zahmet e. Lewra bi taybet jî zimanê wêjeyê çendî sivik û hêsan be, ew çendî giran û maqûl e. Sivikî û hêsaniya zimanê wêjeyê ne bi tenê bi peyvan ve, lê bêtir bi bikaranîn û honandina wan peyvan ve girêdayî ye. Ji bo vê jî zanîn, serdestî û hostetiya ziman derdikeve pêş. Dema tu qala min bikî, dive ez bizanim ka tu çi dibêjî, çewa dibêjî, çima dibêjî û bikaribim bigihêjime raza gotinên te, ango xwe tê de bibînim.
Wêje, bi qasî bi kokên pir zexim û xurt bi paşerojê ve girêdayî ye, ew çendî bi roja xwe û pêşeroja xwe ve jî girêdayî ye. Ji lewre jî zimanekî pir dewlemend divê û bi tena sere xwe zimanê paşerojê, ji bo bi taybet jî wêjeya nûjen têre nake.
Bi pêşketina ji her alî ve ya jiyanê re, pediviya peyvên nû jî pê re zêde dibe. Ev pêdivî herî zêde jî, di ware wêjeyê de derdikeve pêş. Ji ber, wêje vegotina jiyan û xiyalan e û bi tenê dikare bi peyvan bê honan. Beşên hunerî yên din jî hene ku jiyanê vedibêjin, lê ew bi sere xwe ne û xwedî rêz û navên xwe ne.
Dema “zimanê dayikê” tê gotin, armanc bi vê diyarkirina kok û binyata wî zimanî ye. Lê ziman tiştekî zindî ye û bi tenê dikare bi bikarneanînê re têk biçe, tune bibe û bi bikaranînê re jî li xwe bixe, geş û xweş bibe. Loma jî, di nav demê de, pir tiştekî xwezayî ye ku ferqek dikeve navbera zimanê dayîkê û yê zarokên wê. Ev bêtir jî di warê zanistê de xwe dide der. Belê di wêjeyê de jî, lê ne bi wê sosretê. Lewra wêje di heman demê de vegotina jiyana wê dayikê ye jî. Bikaranîna peyvên nû di wêjeyê de, ne asteng e li ber bi giranî têgihiştina dayikan a berhemekê, lê bikaranîna wan peyvan, danîn, rêsandin û honandina wan hevokan û naveroka berhemê bi xwe, dikare bibe sedema tênegihiştina wê.
Du Pirs:
Bi taybet ji bo nivîskariya romanê; Ji Michail Sjolochov bigire heya Gabriel García Márquez û heya Amin Maalouf û romannûsên kurd ên yekem Erebê Şemo û Îbrahîm Ahmed, gelo dayika kîjanî ji wan, ji zimanê wan ê romanê re ew çendî biyanî dima û jê tênedigihişt? Bi ya min, dayikên hemiyan jî, bi kêmasî ji sedî 80 zimanê wan ê romanê têdigihiştin û belku dayikên nivîskarên biyanî hîn zêdetir jî. Ev jî ji bo têgihiştina naveroka berhemên nivîskar û xiyalên wî/ê têre dike. Lê dev ji dayikên kurd berde, ez ku ev 24 sal in bi zimanê kurdî dixwînim û dinivîsim, ji zimanê nivîskariya gelekan tênagihêjim, ango pir zahmetî dikêşim, ne tenê ji zimanê berhemên wan, ji zimanê wan ê ku rojane li ser medyaya civakî bikar tînin jî her wiha! Çima? Gelo dikare ji nezanî û kêmasiya min be, an ji ya xwediyê nivîsê bi xwe?
Pir xwezayî ye ku peyvên nû bikevin nav zimanekî, an zimanên cuda hin peyvan ji hev û du “deyn” bikin. Tişta ne xwezayî ew e ku li gor pêdiviyên jiyanê, yên wî zimanî, çêkirina hin peyvan a ne ji aliyê akademîsyenan, sazî û otorîteyên ziman ve, lê ji aliyê her kesekî ku fêrî xwendin û nivîsandina ziman bûye ve!.. Navê vê kambaxiyê jî bûye zimanê akademîk, an jî zimanê bilind(!) Li gel tevlîheviyekê û hev û du nepejirandinê, ev yek di heman demê de dibe sedema girankirin û daxistina kalîteya wî zimanî. Divê li mînakên welatên xwedî otorîte, sazî û dezgehên bi vî rengî ne yên pêşkeftî, bê nêrîn ka ew çi dikin. Beriya her tiştî, her nivîskarek xwe mîna otorîteya wî zimanî bi nav nake û wî barê giran nade ser mile xwe, wê neheqiyê li xwe û li zimanê xwe nake. Lewra zanyarên wê beşê hene, akademîsyen in û di saziyên fermî yên dewletê de, xwedî otorîte û biryar in. Pêdiviya peyveka nû, di nav wan de tê nîqaşkirin, biryara wê tê dayîn û dikeve nava gel û ser pênûsa nivîskar. Yê me, bê guman ku ji bêderfetiya vê yekê rû dide û pêvajoyek e ku dê derbas bibe. Bi temamî jî neyînî nine bi ya min. Lewra ev peyvên “çêkirî” hemî jî dê sibe ji aliyê sazî û dezgehên vî gelî ve, ji aliyê otorîteyên zimanê vî gelî ve bêne nîqaşkirin û pir pêkan e ku hin ji wan an gelekên wan jî, bi fermî êdî bêne bikaranîn û bikevine nava zimanê kurdî. Lê ev rastî jî, nabe sedema rêlibergirtina rexneyan. Bi tenê her kesek cihê xwe bizane, dê pir tişt pê re sererast bibin.
Rexne, qamçiya li ser pişta wêjeyê ye. Caran biêşîne jî, bêyî wê bi rê û bi pêş nakeve, li ciyê xwe diponije, heya genî dibe. Lê ciyê mixabiniyê ye ku ev yek di nav me de ji bilî çend kes û mînakên hêja, hema bêje tuneye. Bêtir pesindana hev û du derbas dibe. Pesindaneka ne ji dil, ne di cî de û ne rast. Rastiya “Di vê dinyayê de du camêr hene, yek jê tu yî…” bêtir derbas dibe. Lewra yê li hember jî xwe neçar dibîne ku ew jî bêje “Naxwe yê din jî tu yî…”
Ev yek heya demeke kin jî bêtir wisa bû, lê niha di vî warî de jî pêşketinek heye û keda rexneyên li ser bingeheka çêker û zanînê di vê yekê de zêde ye bê guman. Qet şika min tune ku dê bipêştir bikeve û wêjeya nûjen a kurd jî, li ser rastiya xwe rûnê. Lewra ziman çewa tiştek zindî be, civak jî zindî ne û diafirînin. Hele ku ew gel û ew civak xwedî ziman, çand, dîrok û bingeheka pir xurt bin.[1]