=KTML_Bold=Ferhenga Lazî-Kurdî=KTML_End=
Rêzan Tovjîn
Ji gardiyanên girtîgehê hin ji wan laz bûn. Pir hindik dihatin hundir menzelê. Ji bo bên hundir pêşî destûr ji me dixwestin. Dema ku li hundir perwerde hebûya, me digot em niha ne musaîd in. Ji wan gardiyanên laz yek hebû ku bixwe zimanê xwe meraq dikir, lê ji tirsa hevalên xwe newêrîbû kovarê ji me bistîne û bixwîne. Rojekê ku ji bo hejmartina me hatibû hundir, bi dizîka li ser kaxeza pakêta cigareya xwe hejmara telefona kovara Chveneburi nivîsand û çû.Wê demê baştir fam kir ku zilma Tirkiyeyê ne li ser me kurdan tenê ye. Heta, ji wan mazlûman ê herî bi şens û siûd em bûn. Em ewqas bûbûn yek ku hinekan ji me, xwe ji bo Rêberê dozê dişewitand, agir bi bedena xwe dixist.Di girtîgeha Trabzonê de min dest bi nivîsandina Ferhenga Lazî-Kurdî kir. Di sala 2001'ê de ez ji girtîgehê derketim. Lê ew arşîv hîn li ber destê min e. Ne wekî çavkaniyeke baş be jî, wekî xebateke watedar divê biweşe. Divê sibe laz bizanibin ku çawa me ji bo zindîbûna zimanê xwe têk dabe, dilê me li ser zimanê wan jî êşiyaye û me hewl daye ji bo wan jî tiştekî bikin ku zimanê wan winda nebe.Ferhenga Lazî-Kurdî li vir bi alfabeya kurdî diweşînim:Lazî Kurdî Kûzî Kevçî Çkaî Av Cûma Bira Biçî Lawik Mjora Roj Gaxwvelo Maç(kirin) Xe Dest Gûçxî Ling Tolî Çav Kitî Tilî Memûlû Dimeşim Nûlû Dimeşî Nûlûtî Dimeşin Sî Tu Mâ Ez Çûkûn Em Nena Deng Zûxa Behr Zûxaşî Berepe Zarokên Behrê Joraşî Berepe Zarokên Rojê Û Sî dîdo porrûm ango ez ji te hez dikim.Kaynak: Ferhenga Lazî Kurdî - Amîda Kurd
[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,015 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!