Nav:Miçoyê Berber
Nasnav: Mustefa Mûsa
Dîroka jidayîkbûnê: 1950
Dîroka koçkirinê:19-08-2023
Cihê jidayîkbûnê: Kobanî
Cihê koçkirinê: Kobanî
=KTML_Bold=Jîname:=KTML_End=
Miçoyê Berber yan jî Mustefa Mûsa ku jê re tê gotin Bavê Mûsa kesayetekî bi nav û deng û berberê herî kevnare li bajarê Kobaniyê bû.. Di nava xelk û mirovên xwe de gelek dihat hezkirin û xelkê rêz jê re digirt. Ew di sala 1950'î de li bajarê Kobaniyê jidayîk bûye.
Di bajarê Kobaniyê de tê naskirin ku ew yek ji kevintirîn berber an jî Helaqê Kobaniyê ye û salona xwe berberiyê bi navê ''Salona Gel'' bi nav kiribû. Di wê salonê de hemû siyasetmedar, nivîskar û kesên bi nav û deng naskirî kom dibûn. Ew civat dibû civata nîqaş û şêwran û li wir li ser meseleyên siyasî, civakî, aborî û doza kurdî niqaş û gotobêj dikirin. Hîna ji sala 1966'an de dest bi karê berberiyê kiriye û bi qasî 55 salan serê bi hezaran ciwan, xort û zilamên kobaniyê qut kiriye.
Gava ew hîna biçûk bûye, xwe li porê serê birayê xwe fêrî berberiyê kiriye, her wiha ew bi alîkariya berberekî ermenî fêrî berberiyê dibe. Her çend zarokên wî ev kar ji destên wî wergirtibe da ku ew rihetiya xwe bibîne, lê gelekî tevî temenê xwe yê mezin ji karê xwe hez dikir.
Di temenê xwe yê ciwantiyê de tevlî nava paratiya komînîst dibe û bi qasî 5o salî di nava tekoşîna wê de dixebite û bê westan kar dike. Di merasîma oxirkirina wî de bi sedan, hezkirî, nas û dostên kom bûbûn.
Kesayetekî wiha bi qedr û qîmet Miçoyê Berber di dîroka 19-08-2023'an de di temenê xwe yê 73 salî koça xwe ya dawî dike
Çavkanî: Ji hevpeyvîna bi Hemedê Kalo re
Wêne: Ji rûpela Miştenûr FM
[1]