Nav: Nizamedîn
Nasnav: Nizamettin Akkurt
Navê Bav: Akkurt
Dîroka ji dayîkbûnê: #01-03-1968#
Dîroka koçkirinê: #09-12-2017#
Cihê ji dayîkbûnê: #Sêrt#
Cihê koçkirinê: Swêd
$Jîname:$
Nivîskar, zimanzan, wergerê Kurd, li gundê Bêkendê ku bi Misirca Sêrtê ve girêdayî ye, ji dayik bûye.
Nizamedîn Akkurt bi cureyekî giran yê Penceşêrê ketibû.
Li gorî zanyarîyên ji bijîşkan hatî girtin, di dema şer de ji aliyê dagirkerên tirk ve çekên jehrî hatine bikaranîn û di nava demê de jehrê nexweşiya penceşêrê pê xistiye û giran kiriye.
Nizamedîn Akkurt, di sala 1968’ande li gundê Bêkendê ku bi Msirca Sêrtê ve girêdayî ye, ji dayik bûye. Dibistanê li gund û navçeya Misircê xwendiye. Ûnîversîteyê li Stenbolê beşa Medyayê xwend, lê ji ber xetereyên jiyanî, hestên welatperwerî û şoreşgerî zanîngehê di nîvî de dihêle û tevlî gerilla dibe. Demeke dirêj bi navê Selî di refên Gerilla de şerê çekdarî dimeşîne.
edîtoriya kovarên weke “Dengê Amed” û “Bergeh” kiriye. Li wargeha Maxmûr di rojnameya “Maxmûr Rojev” de weke qunciknivîs xebitiye. Pişt re jî di sala 2004'an de ji nava refên gerîlla îstîfa xwe bi fermî daye û veqetiyaye.
Piştî jiyana gerîllatî li welatê Siwêd jiyana xwe domand. Li vira jî kar û têkoşîna xwe ya Kurdewarî berdewam kir. Çend berhemên hêja yên bi Kurdî û li ser zimanê Kurdî weşandin.
Edîtoriya kovarên weke Dengê Amed û Bergeh kiriye. Li Wargeha Mexmûrê di rojnameya Maxmûr Rojev de weke qunciknivîs xebitiye.
Ji bilî dû pirtûkên zimanê tirkî, Nizamettin Akkurt îmze avêtiye çend pirtûkan. Di nava pirtûkên wî de roman, helbest, muzîkal, pexşan û lêkolîn hene. Hinek ji pirtûkên wî ev in: Zagros 1 (çirok), Zagros 2 (öykü), Çîroka Du Ezîzan (helbest), Vejîn (helbest), Nivîsa Qafikên Entîke (pexşan), Binefşî Heyamên Veqetînê (helbest), Kevalên Tenişta Jiyanê (pexşan), Gedeyê Şîrîn (roman), Xwedavendên Wenda (helbest), Maxmûr Dişewite (lêkolîn), Vejîn 2 (muzîkal), Rastnivîsîna Kurdî (gramer-rêpîvanên rastnivîsandinê..
Di sala 2005a de Nizamedîn, tevî prof. Knyazê İbrahim li Qazaxistanê li ser pirtkên “Zimanê kurdî” (pirtûka dibistanê ji bo pola 2-5 û 6-9) kareke bêhempa meşandiye.
Nizamedîn endamê Pena Kurd bû. Ew bi hevjîna xwe Serpîl Kilinc, zarokên xwe Asmîn û Berken re li Swedê dijiya.
$Pirtûkên wî$
Hinek ji pirtûkên wî ev in:
Zagros 1 (öykü)
Zagros 2 (öykü)
Çîroka Du Ezîzan (helbest)
Vejîn (helbest)
Nivîsa Qafikên Entîke (pexşan)
Binefşî Heyamên Veqetînê (helbest)
Kevalên Tenişta Jiyanê (pexşan)
Gedeyê Şîrîn (roman)
Xwedavendên Wenda (helbest)
Maxmûr Dişewite (lêkolîn)
Vejîn 2 (muzîkal)
Zimanê kurdî 1 (pirtûka dibistanê ji bo pola 2-5)
Zimanê kurdî 2 (pirtûka dibistanê ji bo pola 6-9)
Rastnivîsîna Kurdî (gramer-rêpîvanên rastnivîsandinê)
Sezgiler (ṣiir-türkçe çeviri).
[1]