Pawe, bajarekî kevnar û sirûştek bêhempa
Çiro Hewramî
Pawe bajarekî girîng û serbilind e û li quntara çiyayê Şaho û bi pêşîneyeke sê hezar salî li navenda navçeya #Hewraman# a parêzgeha #Kirmaşan# ê hilkeftî ye. Pawe 112 kîlometre dûrî Kirmaşanê û 45 kîlometre dûrî sînorê Şûşmê ye. Piraniya xelkê wir bi zaraveyê Hewramî û hinek jî bi Cafî daxivin û hejmara rûniştiyên wî bajarî zêdetirî 65 hezar kesî ye.
Şûnwarên dîrokî yên wekî “şikefta Qurî Qela, agirgeha Pawe û gelek şûnwarên dinê” wê yekê îsbat dikin ku Pawe xwedî dîrokek girîng û kevnar e, ev şûnwarên hanê dîroka wan vedigere bo du hezar sal berî Zayînê. Di dirêjahiya dîroka Pawê de, ev bajare bi taybetî di warê edebiyat û zanînê de, xwediyê gelek kesayetî û elîtên mezin bûye.
Dîmenek ji bajarê Pawê
Li ser navê Pawe jî wek navên din ên gund û bajarên Hewramanê gelek nerînên cuda hene. Di derbarê navê Pawê de çend dîtingeh hene: Ya yekem ew e ku dibêjin Pawe peyveke Hewramî ye ku tê wateya “bi pê rawestan”. Ya duyem ew e ku Pawe peyveke Avestayî ye û bi wateya paqijiyê ye û ji dirûşmên ola Zerdeştê ve hatiye, û herwisa hinekên dinê jî dibêjin ku ev nave ji serdema padîşahên Sasaniyan ve hatiye û yek ji paşayên Sasaniyan ev nave hilbijartiye û navê wî bajarî kiriye Pawe.
Pawe bajarekî xweş e û çend şûnwarên dîrokî yên girîng tê de hene ku bala geştyaran kişandiye bo aliyê xwe, yek ji cihên herî girîng û dîrokî jî agirgeha Paweyê ye ku piştî agirgeha “Azer Goşesb” ku wek mezintirîn agirgeha Zerdeştiyan tê hesibandin, duyemîn agirgeha mezin a Zerdeştiyan e.
Gundê Hecîc
Pawe ji ber keşûhewa û sirûşta tijî ji daristan û hêşînahiyê bala geştiyaran bo aliyê xwe radikêşe. Ne tenê bajarê Pawê bi xwe belkî gundên vî bajarî jî bi bedewiya xwe ya sirûştî binavûbang in û her yek ji van gundan taybetmendiyên xwe hene. Hin ji van gundan pêk hatine ji: Şemşêr, Hecîc, Xaneqa, Nodşe û gundên ser sînorî yên wekî Hanegermile, Bêrwas û Kêmine. Herwisa bendava Dariyan, navçeya geştiyarî ya Bayingan û şikefta kevirî ya Husên Koken ji cihên geştyarî yên Pawê ne.
Şikefta Xalo Husênê Koken
Dibe ku navê Husên Koken ji bo gelek kesan nasiyar be û nas bikin. “Husên Selîm Osman” naskirî bi “Husên Koken” li gundê “Dirole” yê ser bi Paweyê hatiye dinê. Husên Koken yek lingê wî hebûye û bi wê lingê xwe ve bo heyama 20 salan dest bi kolandina çiyayekî kiriye û her ji ber wê sedemê nasnavê Ferhadê Duyem jê re hate dayîn. Husên Koken di heyama kolandina çiya de bi çandina darana sirûşta derdora şikeftê xemilandiye. Ev şikefta Husên Koken bûye cihê geştyariyê û li ser wesiyeta Husên Koken dahata geştyariya şikeftê ji bo avakirina mizgeftan hatiye terxankirin û heta niha çar mizgeft bi wê dahatê hatine çêkirin.
Xalo Husên Koken
Devereke din a geştyariyê ya Pawê Dalanî ye. Dalanî navçeyeke çiyayî ye û keşûhewaya çiyayî heye û bilindahiya wê 3,200 metre ye û yek ji bilindtirîn çiyayên Hewramanê ye. Di Dalanî de çendîn cureyên ajalan heye ji wan: Kîroşk, rûvî, bizinên kovî, hirç û teyr û hwd. Lûtkeya bilindahiyên Dalanî ji bo stêrknasî û erdnasiyê cihekî guncaw e û berdewam ji aliyê pisporên van waran ve tê sûdwergirtin.
Ji ber sirûşta çiyayî ya vê herêmê, berdewam çiyager, bîskîletsiwar û geştiyar ji bo seryranê bo heyama çend rojan diçine Dalanî. Dalanî xwediyê rûbereke mezin e û sînorên wê heta geviya Teteyê û qiraxên çemê Sîrwanê dirêj dibin.
Ya ku Pawe girîngtir kiriye ev e ku hesta netewî û nasyonalîstî li vî bajarî di dirêjahiya dîrokê de gelek kûr bûye û gelek kesayetiyên mezin û niştimanperwer li wir hilkeftî ne, ev bajarê serbilind hertim beşdariya tevgerên netewî kiriye û ji bo rizgariya Kurdistanê têkoşîn kiriye, bajarê Pawe xwediyê çendîn pêşmergeyên leheng e û hîn jî hesta netewî li vî bajarî roj li pey rojê pirengîntir dibe.
[1]