Danasîneke kurt li ser Cejna Êzdiyan “Çarşema Sor”
Êlan Mihemed
Çarşema Sor cejna êzdiyan ya herî naskirî ye. Cejna #Çarşema Sor# cejna herî mezin di nav civaka Êizdî de ye. Her sal, di yekemîn çarşema meha nîsanê ya li gorî salnama kevin êvara roja sêşemê Kurdên Êzidî xwe ji Çarşema Sor re amade dikin û diçin Perestgeha Laleşê û 366 mûm û çirayan vêdixin û bi rêûresmên olî û bi awayekî bi rêk û pêk pêşwazî û pîrozbahî li vê cejna xwe dikin.
Li gorî baweriya êzdiyan, Xwedayê alemîn her sal melekekî rê dike ser rûyê erdê, ji bo ku nebaşiya li nav însanan ji holê rake û başî rindiyê di nav însanan de belav bibe. Her wiha daweta êzdiyan jî piranî di Çarşema Sor de, tê pêkanîn. Lewma jî ji Cejna Çarşema Sor re hinek caran dibêjin Cejna Serê Salê, Cejna Tawisê Melek, Bûka salê û bi boneya roja afirandina cîhanê jî tê naskirin û pîrozkirin.
Li gorî ola Êzidîyan di çarşema yekê ya meha Nîsanê de kaînyat yan jî gerdûn hatiya avakirin. Di vê cejnê de civaka Êzidî hêkan dikelînin û reng-rengî dikin, ew hêk jî temsîla nû ya avakirina gerdûnê dike.
Di aliyê zanistî de jî dibêjin ku duniya yan jî gerdûn piştî teqîna mezin ku bi zimanê Ingilîzî dibêjin (Big Bang) pêkhat gerdûn hat avakirin. Civaka Êzidî bi hezarên salan vê cejnê pîroz dike. Vê civakê beriya her kesî şekl û çawaniya avakirina gerdûnê dizanîn?!..
Di sibeha Çarşema Sor de jî her malbateke Kurdên Êzidî sibehê zû berî hilhatina rojê ji xewê radibin, her kes berê xwe dide çolê û kulîlkên sor berhev dikin û dibin mal û hêkan jî bi hemû rengan tên rengînkirin ji ber ku dema gerdûn hat avakirin her der bi gulên reng-rengî hat xemlandin. Paşê gul û qalikên hêkan bi deriyê malê ve dikin. wateya vê yekê jî, ji bo ku xwedan wan ji her êrîşê biparêze. Her wisa di roja cejnê de zilam qalikên hêkê dibin nav dexil û danê xwe ji bo ku Xwedê berketê zêde têxe nav berhem û zeviyên wan. Herwiha rengkirina hêkên kelandî û paşê jî reşandina wê di nav dexl û dan û erdên çandiniyê de beşek din ji wan rêûresman e. Şêxadî di gotareke xwede wuha dibêje:
Çarşem rojeke fadil e
Tawisî Melek afirandiye ji eşk û dil e
Bar tê nebê kesê ku î xafile
Deng yeke û hezar reng e“
Civaka Êzidî di cejna Çarşema sor de hêkan dikelînin ji ber ku li gorî baweriya wan heya ku hêk neyê kelandin gerdûn temamiya xwe nastîne. Li gorî baweriya wan di hundirê hêkê de şeklê gerdûnê çênabe, Ji ber vê yekê divê hêk bê kelandin ji bo ku şeklê gerdûnê temamiya xwe bistîne. wek tê zanîn jî di nav hêkê de şeklê rojê jî heye, ew jî zerka hêkê ye.
Û piştî hilatina rojê her kes berê xwe didin rojê ji bo hemû dunyayê ibadet dikin, piştî wê ji bo mêvanan qurbanî tê serjêkirin û her wiha nanê birûn û kuncî amade dikin û li ser xelkên xizan belav dikin..
Her wiha serê sibê yên ku miriyê wan yên nû jiyana xwe ji destabin jî diçin ber perestgeha xwe yên pîroz û serdana miriyên xwe dikin, her wisa xwarinê dibin li wir belav dikin. Di roja cejnê de nabe kes biçe ser karê xwe, her wisa di meha nîsanê de nabe kes bizewice rêzgirtin ji meha pîroz a nîsanê re.
Di nava baweriya Êzdîdiyan de gelek cejnên bi taybet û xwedî wate hene ku her yek ji wan xwedî cêwazî û taybetmendiyeke cuda ye. Çarşema Sor, cejna civaka Êzdî ya herî mezin û watedare ku ji dîroka qedîm ve wek Sersala Kurdî tê pîrozkirin. Çarşema Sor, ji bo tevayiya gelê Kurd çand, ziman û dîrok bi xwe ye. Ev cejin, nirxekî gelê Kurd e.
[1]