Navê pirtûkê:Cihêliyên Cîhanê
Navê nivîskar: Frantz Fanon
Navê wergêr: #Îbrahîm Seydo Aydogan# - #Ramazan Pertev# - #Yaqob Tilermenî#
Wergera ji ziman: Fransî
Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo
Navê çapxaneyê: ÇZR - Zanîngeha Rojava
Sala çapê: 2024
Ji Frantz Fanon, li ser siyasetmedarên welatê bindest: (Ji pirtûka bi navê Cihêliyên Cîhanê)
- Hêla serdestan heye û hêla bindestan heye: ne mimkun e ku bi hevdu re bijîn.
- Heta ku yê bindest bi dengekî bilind mezinahiya serdestê xwe qebûl neke jî, mêtinkarî dewam dike.
- Hin rewşenbîr û siyasetmedarên bindest diyalogê bi burjuwaziya serdest re ava dikin.
- Ji bo xelkê bindest, ya herî girîng erd û xak e: erd dê nanê wî teqez bike û serbilindahiya wî lê vegerîne....
- Gava ku ew burjuwazî fahm bike ku nema dikare serdestiya xwe bidomîne, hingê biryarê dide ku di warekî din de çalak bibe; hingê êdî behsa çand û nirxên hevpar û teknolojiyê dike. Divê neyê jibîrkirin ku gelê bindest qet guh nade van çîrokan.
- Yê rewşenbîr û siyasetmedar dê hewl bide ku behsa tiştine razber û abstrak bike, û ew ê têbikoşe da ku serdest û bindest bikarin bi hevdu re bijîn. Ya ku hayê wî jê tuneye ew e ku kolonyalîzm (mêtinkarî) êdî ketiye ruh û mejiyê wî. Madem konteksta mêtinkariyê xilas bûye, hingê êdî tu sedem nemaye ku kolon bi xwe jî bimînin an jî bi bindestan re bijîn.
- Gava ku rewşenbîr û siyasetmedar dakeve nava xelkê xwe, ew ê rastiyê bibîne. Hingê dikare bikeve xevka populîzmê. Wê gavê mîna oportunîstekî heram tev digere.
- Yê bindets tim hatiye fêrkirin ku sînoran derbas neke. Serdestan bi zanebûnî kîn û nefretek weha xistiye dilê wî ku dizane bê çilo wê kînê rawestine jî. Lewma bindest tim di nava xwe de şerrî dikin û şîddeta xwe bi ser birayên xwe de diteqînin. Lewre kesayetiya xwe ancax dikare li hember birayên xwe biparêze.
- Hingê serdest, ji bo kanalîzekirina vê şîddeta dilê bindestan, partiyan jî bi wan didin avakirin.
- Axavtinên berdevkên partiyan di peyvê de tûj in, lê di kirinê de reformîst in.
- Hingê berdevkên civaka bindest dil heye ku tev li civaka kolonyal bibin.
- Xelkê bindest, bi pirraniyeke mezin, dixwaze ku mêtingeh (kolon) ji holê rabin.Naxwaze qayişê bi wan re bikişîne, dixwaze ku ew biçin û xelk bi xwe bikeve şûna wan.
- Mêtinkarî safî şîddet e, û ancax dikare li hember şîddeteke mezintir serî bitewîne.
- Burjuwaziya serdest ya ku meseleyê fahm dike, hingê êdî behsa rewşeke nû dike û felsefeya bêşîddetiyê dike. Di vê rêyê de partiyên bindestan alîkariya wê dikin.
- Şoreşgerên nava wan partiyên bindestan, dê guh medin daxwazên serxwebûnê û jê bi dûr bikevin. Lê gava ku dakevin nava xelkê, ew ê şaş bibin.
- Mêtinkar dê serok û rêberên gel bigire, da ku gel bi şîddet azadiya wan bixwaze. Hingê mêtinkar dê wan berde û bazara xwe bi wan re bike. Tiyatro wê gavê dest pê dike.
- Heger serdest dest serokên gelê bindest nede, ji xwe gel dê wan serokan biavêje, lewre hêdî hêdî gel dê fahm bike ku ew her dixwazin sîstemeke din deynin ber wan.
- Hingê lîstikeke dîrokê ya ecêb li welatên bindest tê lîstin.
(Ev ne fikrên min in ha! Gidî gidî! Yên Frantz Fanon in, ji pirtûka bi navê Cihêliyên cîhanê rasterast hatine girtin. Ji ber ku mijara wî nuha di rojevê de ye, hat bîra min û lewma min xwast par ve bikim.
Fanon piştî tecrubeya Fransî û Brîtaniyan û ya li Afrîkayê û welatên din, hewl daye ku rewşa serdest û bindestan fahm bike. Digel Aimée Césaire yê ku li ser Kolonyalîzmê nivîsandiye, weke mezintirîn referansên vê mijarê tên qebûlkirin. Bi xwe psîkiyatr e, û felsefe jî xwendiye, lewma li ser civak û trawmaya welatên bindest gellekî xebitiye, ku di pirtûka Canê reş, maskeyên spî de jî li ser disekine. Gava ku mirov dixwîne, mirov dibêje qey sirf behsa Kurdan dike û manîfestoya wan nivîsandiye. Ew bi xwe jî di pirtûka cane reş, maskeyên spî de weha dibêje: Mamosteyekî min yê felsefeyê hebû ku bi eslê xwe reş bû, ji min re got gava ku li ber te behsa Cihûyan bibe, bila guhê te li wan be, lewre di eslê xwe de behsa te dikin. Ew behsa dewra şerrê cîhanê yê duyem dike, lewma dizane ku qedera milletên bindest hemûyan dişibe hevdu. û lewma dibêje ku ji bo ku ew trawmayên bindestiyê nemînin, divê kolon hemû werin tunnekirin).[1]