#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (285): Mirina sivîlekî di Hepsa Çobanbegê/El’ra’î de û merivin zorane veşartî û dijayetiyek li ser yekî din, Gundê “Fatîme El’zehra’i” yê niştecîkirinê, girtinin û bilindkirina vêrgiyên “Ebo Emşe”, dizîna alav û pêdiviyin ava vexwarinê û kêmbûna ava “Benda Meydankê”, geregoşiya çekan û nandozin bo çûndina “Nîcerê”
Turkiyê dijberiya xwe li ser Efrînê li 2018an. Z bi xwendina “Sûreta El’fetih” ji aliyê bêtirî/90/hezar mizgeft ve bi rêberkirina serokatiya warên olî dest pê kir, da ku bide xuyakirin ku şerê wê li dijî “gawir û nebawermendên Xwedê” ye, ew xeysetên ku Istîxbatatên Turkiyê di nav endamên Milîseyên Sûrî yên çekdar de (yên ku di dijeberiyê de pişikdar bûn) belav kirine ne, ji bo berê wan bidin helalkirina xwînrêtin û rûmet û malmewdanên xelkê herêmê û samanên wan (mîna ku xenîmeyên talanê bin); Li rex ew nêrîna şofênî ya ku Partiya”El’be’is” li dirêjiya dehsalan çandiye, û ta niha jî ew tewanbarî/tuhmet ji aliyê çekdar û hewşa derdora wan bi Kurdan ve têne zeliqandin, û dijayetî û pêkanîna binpêkirin û tewanan di dermafê wan de têne kirin, di heman dema ku bi derewîn Hemahengiya Sûrî – Ixwanî bi riya ragihandin û berpirsiyar û kesên xwe yên Kurd dibêje “Aştî û jiyankirina hevbeş” li herêmê peydakirî ye, weke çawa li vê dawiyê piropoganda ku ji pêşbirkeke werzişî re hatiye kirin; Tev jî berevajî û tersî tiştên di sedan raporên belavkirî de hatine ye, ji aliyê komele û rêkxirawên xwecihî û navdewletî û herweha jî rapora şalyariya derve ya Emrîkî ya mafên mirovan a 2023an. Z ve, li ser rewşên pîs ên li Efrînê serwerkirî.
Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Mirina Kurdekî sivîl di Hepsa Çobanbegê de:
Ji heftakê ve, destlatên Dagîrkeriya Turkiyê merivine wî ji aliyê dê ve li Gundê “Gazê” – Efrîn bi mirina Hemwelatiyê Kurd “Cangîn Osman Ne’isan /36/sal” ji xelkê Gundê “Rûta” – Navça Mabeta” û radestbûna termê wî ji nexweşxaneyeke Bajaroka Çobanbegê – Bab agahdar kirin, lê yekî ji wan newêrî merivantiya xwe û amedebûna radestbûna termê wî ragihanda; Malbata vêgunehê mirî ji dehsalan ve li Bajarê Efrînê rûniştî bû û tu merivên malbatê ji gundê resen neman, û hemî endamên wê (dê û bav: “Osman Mecîd Ne’isan /65/sal” û hevjîna wî “Zeyneb Ebdo /60/sal”, zaro: “Cangîn û hevjîna wî Zelîxe, Şiyar /30/sal – hevjîna wî ne beşdar bû, Mihemed /28/sal û hevjîna wî Ceylan Semîr Cemal/Hemalo /26/sal – vêre du mendal“) li 07.06.2020an. Z ji mala wan a li Taxa Eşrefiyê hatin girtin, bi tewanbariyine çêkirî, û ta niha zorane hatine veşartin, û wê hîngê Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” dest danîn ser malên malbatê û hemî tiştmiştên tê de (raxistok û alav û amûr) dizîn.
Û li Tîrmeha sala 2021an. Z, temenmezin “Zeyneb Ebdo” ji beşê jinan ê Hepsa Maratê – Efrîn hate berdan, pişt re pergende bû û çarenûseke bi êş dît, û li 23.12.2021an. Z di maleke kevinde li Gundê “Rûta” – N.Mabeta” -bi tenê tê de bû- bi şewtandinê mir.
Û “Zelîxe Welîd Umer/30/sal” hevjîna “Cangîn” jî berî girtinê bi “axriyê” bû, û ji ber îşkencekirinê û mercên sert di girtîgehê de herçû tenduristiyê wê bi şûn ve çû, û piştî hişê xwe wenda kir li navîna Tebaxa 2021an. Z hate berdan, û di dû re bê cih û xwedîlêderketin ma û di rewşeke pir xerab de bi çolê ket.
Û ta niha çarenûsa endamên malbatê yên mane (Osman, Şiyar, Mihemed, Ceylan, du mendal) nediyar e, û zatirê “Cangîn” ê ku tu nexweşiyên wî ji berî girtinê tunebûn ji ber îşkencekirinê û mercên sert di Hepsa “Çobanbegê” ya dengbed/dengpîs û ya ku Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” bi rê ve dibin de jiyana xwe ji dest da, û li 23.04.2024an. Z li Bajaroka Çobanbegê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate binaxkirin.
= Dijayetiyek li ser Kurdekî sivîl:
Li 24.04.2024an. Z, ji aliyê bi dehan ji anîndeyan ve (endam û sivîlên ji Bajarê “Edra” – Gundewarê Şamê û bi ser Milîseyên “Ceyş El’îslam” ve) êriş û lêdaneke mekin li hemwelatiyê Kurd “Ehmed Reşîd Bekir /49/sal” (ji xelkê Gundê”Etmana” û li Bajaroka “Reco” rûdine û di bazirganiya zêtê zeytûna de kar dike) hate kirin; Dijayetiyê weha dest pê kir: Matoreke dutekerî ye bilez ji paş ve li Makîna wî ya pîkab ket, dema ku di kolaneke Bajaroka “Reco” re dimeşiya, paşê jî êriş ser bû û lê hate xistin ji aliyê girseyek kes ve (yen ku bi vexwendineke li ser WatsApê gîhane cihê bûyerê), di dû re “Bekir” neçar bû bi makîna xwe ji bo xweparêziya xwe berve biryargeha ewlekariyê ya Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” ya nêzîk ji cih ve bireve; Û li dema hebûna wan li pêş biryargehê ta katên êvarê sixêf û gef dikirin, ji wan gef û sixêfan: “Kurd Beraz/xenzîr û gawir in, Efrîn li şûna/dêvla Xota ya me ye”, ta ku belav bûn, û paşê “Bekir” hate berdan, lê bê ku yek ji dijatberan were girtin an lêkolînek bê kirin.
= Gundê “Fatîme El’zehra’i” yê niştecîkirinê:
Li 25.04.2024an. Z, G. “Fatîme El’zehra’i” yê niştecîkirinê yê nimûneyî hate vekirin, ji aliyê miftiyê “Cindirêsê” û berpirsê nivîsgeha rewatiyê li ba Milîseyên “Feyleq El’şam – El’ixwanî” El’şêx “Hemûd Hemade El’şêx kurê Hemdo/Ebo Hemam – Zayîna Kefernaha 1970. Z- Gundewarê Heleb a Rojava” ve, bi beşdariya nûnerê Desteya rêvebiriya xişim û bêtar û awerteyan a Turkiyê (Afad) a ku piroje cibicî kiriye, bi pereyên herdu rêxistinên “Tîma Biratî/El’te’axî, Komela Mirovahî ji bo Biratiyê” yên “Kiwêtî”, û bi alîkariya “encûmena xwecihî li Cindirêsê”.
Gund ji şeş yekîneyên qatî yên niştecîbûnê pêk tê (/36/perçemal/şiqe, û digel mizgetekê û guîstan û binevahiyan/binesaziyan); Li ser erdekî çandiniyê li kêlek çateriya Geliyê “Xenzîrê û riya Cindirêsê – Gundê Hecîlerê” hate avakirin, û ew erd ê “Mehmûd Ebû Dan” e.
Û berê jî “Komela Mirovatiyê ji bo Biratiyê” pênc mizheft li Cindirêsê ava kirine – li gor gotobêja miftî li dema vekirinê.
= Girtinin bêsûcane:
Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:
– Li destpêka Avrêla derbas bûye, Hemwelatî “Mihemed Hisên Hisên /35/sal” ji xelkê Gundê “Umera”, çend rojan, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, bi tewanbariya têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser (RX)a berê re, piştî gihîştina wî gund ji aliyê penaberiyê – Heleb, û piştî ferzkirina baceyeke diravî li ser ew hate berdan.
– Li 03.04.2024an. Z, Hemwelatî “Hemo Selah Zêno /24/sal – bi navê Hecî tê naskirin” ji xelkê Gundê “Dargirê” – Navça Mabeta, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li navenda Efrînê” ve, li dema seredana wî ya diwem ji bavê xwe yê ji destpêka Berfenbara/Berçileya 2023an. Z de girtî re, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re, û ta niha bêsûcane girtî ye.
= Vêrgiyên “Muhemed El’casêm/Ebo Emşe”:
Di navboriya herdu heyvên dawiyê de, “Mihemed El’casêm/Ebo Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” vêrigiya ferzkirî li ser Hemwelatiyên Kurd ên vegerîne gundên xwe bilind kir; Weke nimûne: /3/hezar Dolar Emrîkî li ser derkiriyê zorane ji Turkiyê “Fexrî Ehmed Mosko” bo Gundê “Çeqelê Jorin” – Navça Şiyê ferz kir, beramberî radestkirina mala xwe û jiyankirina li gund, û herweha jî tibabeke mezin ji peran ji “Mistefa Hisên” ê ku ji Heleb vegeriye Bajaroka Şiyê daxwaz dike; Herweha jî keyayên/mixtarên hin gundên di bin desteseriya wî de bi ferzkirina /6/hezar Dolar li ser her maleke vegeriye gund agahdar kirin, ji dêvla /1500/ Dolarên ku berê ji berî Cejna Rojiyê ferz dikir ve.
= Dizîna alav û pêdiviyin ava vexwarinê û kêmbûna ava Benda “Meydankê”:
Li vê dawiyê dizin çekdar alav û pêdiviyin (betarî û kebil û hin tiştên din) ji stasyona ava vexwarinê a nêzîk Sûtemengeha/Kaziya “Eyşê” – derbasgeha Bajarê Efrînê ya Rojhilat dizîn, û herweha jî guheztoka elektirîkê a dînemoya hilkişandina ava Gundê “Turindê” – Başûrê bajêr.
Û weha jî dizin din deriyê hesinî yê odeya heqnê li benda Meydankê qusandin/qut kirin û ew ode vekirin, û keblên baqirî bi dirêjahiya /800/M û dînemok binavî û betarî û amûrên roniyê jê dizîn, ji ber wê jî ode ji xizmetguzariyê derket; Lê bê ku tu lêkolîn ji aliyên ewlekariyê ve bêne kirin.
Û were zanîn ku bi ser baranên baş di navboriya van çend heyvên derbas bûne de, dîsa jî Benda Meydankê weke tê xwestin tijî nebû, bi sedema girtina ava diherike di hejmarek bendên pir mezin de yên ku Turkiyê li ser şaxên ku têne ser Çemê Efrînê ava kirine, û herweha jî berdana beşekî ji ava bendê da ku here “Benda Rihaniyê” li aliyê Turkiyê – Rojavayê Efrînê; Ji ber ku Hevrêzekî Turkî “Benda Meydankê” bi rêve dibe û biryara kontirolkirina berdan û girtina avê bi dest de ye.
= Geregoşî û serberdayetî:
Di siya tunebûna ewlekariyê û belvbûna milîseyan di cihên xelk tê de, û herweha jî geregoşiya rakirina çekan û bi karanîna wan ji aliyê piraniya anîndeyên herêmê ve:
– Li 13.04.2024an. Z, di encama pevçûnekê di navbera du giropên anîndeyan de (ya yekê ji Gundewarê “Dêrezorê” û ya din jî ji Gundewarê Heleb a Rojava), li orta Gundê “Ereba” – Navça Mabeta (yê ku Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fatêh” desteser dike), qurşînek li seriyê ciwanê negîhayî “Mistefa El’elî kurê Mihemed/13/sal” ji Bajarê “El’bokemal” ket û di cih de mir, û xurecilî û gizegizî kete nav gund û sivîl jî rojekê bi tevahî di malên xwe de man.
– Li 14.04.2024an. Z, di encama şerekî û avêtina qurşînan di navbera du guropên anîndeyan de li Bajarê Efrînê ji ber bûyereke tirafîkê, du kes ji wan tonbiton birîndar bûn.
– Ji du heftan ve, termê ciwanekî li cihê avêtina gilgemarê li Geliyê “Tîra” – Rojavayê Bajaroka “Meydankê” hate dîtin, û daxuyana ku bi ser “Encûmena Bilind a Êla Lihêba” ve (18.04.2024an. Z) û di kenalin xwecihî de belavkirî, Milîseyên “Firqit Siqor El’şemal” (ên ku “Hesen Xeyriyê” serkêşiya wan dike) bi kuştina “Yehye Ne’ime El’hecî” -yek ji anîndeyên êlê- tewanbar dike, û ew wek çete dan salixdankirin, lê bê zelalkirina sedemên kuştinê; Û li gor jêdereke xwecihî, kuştî di nav refên “Siqor El’şemal” bi xwe de endam bû.
– Li 24.04.2024an. Z, li Bajarê Efrînê qurşînek li xortekî ji anînedeyên Bajarê “Sifîrê” – Gundewarê Heleb ê Rojhilat ket, di encama şerekî de bi merivekî wî re li ser pareke alîkariyên fîxaniyê.
– Li 24.04.2024an. Z, Rêbenda çekdar a Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” li çateriya Gundê “Kefercenê” – Navça Şera rêwiyek ji anîndeyên Bajaroka “Heyanê” – Gundewarê Heleb ê Bakur kotek kir, û qurşîn jî yekser avêtin du xortên din ji heman bajarokê, ji ber ku li ser rêbendê nesekinîn; Û kenalin ragîhandinî yen xwecihî anîn zimên ku yekî ji wan bi navê “Ebid El’basêt Heyanî” li êvara îro mir.
= Riya nandoziyê:
Piştî ku Turkiyê desteseriya xwe li ser milîseyên Sûrî “Artêşa Niştîmanî ya Sûrí” ferz kir, hînî riya nandoziyê li hundir û derveyî Sûriyê kir, û ew di piroseyên leşkerî de li dijî Kurdan û li “Lîbiya” û “Ezerbeycanê” bi kar anîn, di van çend mehên dawîn de wê li dû hev giropin ji endamên wan -weke nandoz- şandin “Afrîka” beremberî mûçeya heyvane /1-2/ hezar Dolar ji her endamekî re; Û li 14.04.2024an. Z, li birayargeha Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” – avahiya “Gumrikê” ya berê li B. Efrînê, bi serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê deriyê tomarkirina giropeke nû li pêş çekdaran hate vekirin, ji bo wan bişînin “Nîcer”.
= Binpêkirinine din:
– Li vê dawiyê, “Umer Seboh – Ebo Ela’i” ji Milîseyên “Firqit El’hemzat” bi fermana berpirsiyarê gund “Ebo El’xeyr” (herdu jî ji Gundê “Me’irit Herme” – Navça Kefrenbil – Me’irit El’nu’iman hatine), vêrgiyek bi qaserî hezar kaxet Turk li ser her malbeteke Kurd (dora /40/ malbatî) ji Gundê “Etmana” – Navça Reco ferz kir, û bê ku ji dora /90/malbatî anîndeyan were birin, bi behaneya çaksazkirina riya ziftê di navêna gund û Bajaroka Reco de; Piştî ku agahdar bûn ku encûmena xwecihî digel rêxiraweke xwebexşkirî dê rê çaksaz bikin, vêca ji xwe re fersend dîtin.
Ji ber ku Turkiyê dewleteke dagîrker e û istîxbarat û saziyên wê rewşên Herêma Efrînê bi rêve dibin, vêca ew û Hemahengiya Sûrî – Ixwanî û Hikometa wê ya Demkî bi hev re di ber dijateyên li ser bingeheke nijadperestî û olî yên tundrew û li dijî sivîlên Kurd de têne kirin berpirsiyar in.
28.04.2024. Z – 2636. K
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Miriyê vêguneh “Cangîn Osman Ne’isan” û binaxkirina wî li Bajaroka Çobanbegê.
– “Osman Mecîd Ne’isan, Şiyar Osman Ne’isan, Mihemed Osman Ne’isan, Ceylan Semîr Cemal/Hemalo û herdu zaroyên wê” ên girtî û ji 07.06.2020an. Z ve zorane veşartî.
– “Ehmed Reşîd Bekir” yê dijayetî li ser hatiye kirin.
– G. “Fatîme El’zehra’i” yê niştecîkirinê yê nimûneyî.
– “Umer Seboh/Ebo Ela’i” û “Ebo El’xêr” endamên Milîseyên “Firqit El’hemzat”.
[1]