Komelgeha Til Benat
Komelgeha Til Benat dikeve bakurê rojavayê bajarê Şingalê. Temamê akincî û rûniştvanên wê komelgehê Êzidî û hindek jî mûsilmanên Şîene. Herwaha gelek cîhên pîroz ên ola Êzidiyan dikevin komelgeha Til Benat û salane hejmarekî zêde ya ziyaretkar û serdanker qesda wan cîhên pîroz dikin. Bi taybet jî ew serdan di mehên Nîsan û Gulanê de pêktên. Ji ber ku ew meh mehên tewafa Êzidiyanin. Xelk ji hemû gûndên Êzidiyan qesda tewafa pîroz dikin û her kesek ji merûv, xizm û heval û nêzîkên xwe duayan dikin. Rûniştvan û akinciyên komelgeha Til Benat di sala 2010ê de û berî hatina rêxistina terorîst a DAIŞê hejmara wan nêzîkî 14 hezar kesan bûn, lê li gel hatina DAIŞê , bi dest wê rêxistina terorîst bi sedan kes hatin kuştin û hatin bêserûşûn kirin, enfal kirin. Herwaha gelek malbat koçberî bajarên wek Duhok, Hewlêr, Silêmanî û welatên Ewrupayê bûn. 581 kes ji komelgeha Til Benat bi destê rêxistina terorîst a DAIŞê bûn qurbanî, ku ji wan jî 301 kes zelam û 280 kes jî jin bûn. Herwaha 44 zelam û 34 jin jî hatin enfal kirin. Derveyî wan jî 167 zelam û 85 jin jî bêserûşûn bûne, ku ji wê hejmarê bi giştî 90 zelam û 161 jin ji dest wê rêxistina terorîst hatine rizgarkirin. Gelek ji wan kesên rizgarbûyî naha li Ewrupayê niştecîh û akincî bûne. Li komelgeha Til Benat naha gelek xizmetguzariyên serekî kêm in an jî her nîn in, xizmetên wek av, elektrîk, rêyên hatûçûnê de kêmasî gelek hene. Di destpêka salên 2019ê û 2020ê gelek malbat vegeriyan ser mal û cîhên xiwe û hêdî hêdî xizmetguzarî baştir dibin û jiyana wan birêve diçe. [1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 87 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!