Nivîskar: #Abdusamet Yigit#
Şêwe: Dîrok û felsefe
Ziman: Kurdî
Dîrok: 2015
Weşanxane: Soran
Rûpel: 200
Newroz ronesansa kurdistanê ye, navê pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e. Pirtûk, li ser newrozê, wateya wê û dîrokê wê disekinê. Ji destpêka wê û heta roja me, di bin kîjan şert û mercan de hatîya heta roja me, nivîskar li ser wê disekinê di pirtûkê de. Nivîskar, di pirtûkê de li ser gotina ´newroz´ê û dîroka wê ji aliyê felsefîkî ve jî pir dirêj disekinê. Pirtûk, di wê çerçoveyê de weke pirtûkeka ku newrozê û dîroka wê bi felsefîkî tîne ser ziman a. Nivîskar, di pirtûkê de ji aliyê teorîkî û felsefîkî ve nêzîkatîyê li newrozê dike. Pirtûk, li ser serdema me û newrozê jî bi hevdû re disekinê. Di sedsale 21´ê de bi zanîn û felsefeya wê re mirov divê ku nêzîkatîyek çawa li newrozê û dîroka wê bike û çawa werêne ser ziman, di vê çerçoveyê de wê bê pirtûkeka ku perspektifek xort bide mirov bê. Pirtûk, li ser newrozê, felsefeya wê ya civatî û dîroka wê, li ser xate wê ya bawerî re ku çawa pêşketîya û xwedîyê rengekî çawa ê pêşketinê re wê tîne ser ziman. Abdusamet Yigit di sale 2009an de jî, pirtûka xwe ya din ya li ser destana newrozê ya bi navê destana Kawayê Hesinger nivîsandibû û ev jî destana newrozê bi vegotinî tîne ser ziman. Ev duyemin, pirtûka wî ya li ser newrozê ya. Pirtûka wîya pêşî ya 'destana Kawayê Hesinger' li ser destana newrozê bû. Pirtûka wî ya duyemin ya bi navê ´Newroz ronesansa Kurdistanê ye´ jî, li ser dîrok, felsefe û rengê pêşketina newrozê û kevneşopîya wê ya bi jîyane civatê re ya.[1]