کتابخانه کتابخانه
جستجو

کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!


گزینه های جستجو





جستجوی پیشرفته      صفحه کلید


جستجو
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
ابزار
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
زبانها
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حساب من
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
جستجو ارسال ابزار زبانها حساب من
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 درباره
 آیتم تصادفی
 قوانین استفادە
 آرشیویست های کوردیپیدیا
 نظرات شما
 گرد آوریها
 کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
 کمک
موضوع جدید
زندگینامە
ملا سید احمد فیلسوف
31-05-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
شیان شمو خدر
25-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شیان خلیل ابراهیم
25-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شکور دربو حسین بشار
25-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شوکریە صالح احمد
22-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شاها حجی بشار
22-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شامل اسماعیل خودیدا
22-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
سیدو خلف علو
08-05-2024
سارا سردار
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
کوه قارون
05-05-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 518,747
عکس ها 105,895
کتاب PDF 19,376
فایل های مرتبط 97,466
ویدئو 1,395
زندگینامە
حیدر شیخ علی غلام
زندگینامە
صلاح محمد کریم
زندگینامە
لیلا زانا
زندگینامە
محمود مرادی
زندگینامە
کیوان کوسری
Ebdurehman Qasimlo
از طریق کوردیپیدیا شما می دانید؛ کی، کیست! کجا، کجاست! چی، چیست!
گروه: زندگینامە | زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
اشتراک گزاری
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp1
Viber0
SMS0
Facebook Messenger1
E-Mail0
Copy Link0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ebdurehman Qasimlo

Ebdurehman Qasimlo
Ebdurehman Qasimlo

Ebdurehman Qasimlo (z. 22ê kanûna pêşîn 1930 li Ûrmiyeyê – m. 13ê tîrmehê 1989 li Viyanayê), ramyar û rêberê Kurdistana Rojhilat bû. Qasimlo serokê PDK-Îran bû û li Viyanayê ji aliyê dewleta Îranê ve hate kuştin.
Jînenîgarî
Ebdurehman Qasimlo 22ê kanûna pêşîn sala 1930an li bajarê Ûrmiyê di malbateke dewlemend û navdar de ji dayik bû. Wî xwendina xwe ya serete û navendî li bajarê Ûrmiyê kir û pişt re ji bo dewamkirina xwendina xwe çû bajarê Tehranê. Ebdurehman Qasimlo ji zarokatiyê de, bi hûrbîniyên xwe yên kûr, zû pê hesiya ku gelê wî di rewşeke kambax û dijwar de dijî. Herçend bavê wî Mihemed Axayê Wisuq yek ji dewlemend û feodalên herî mezin bû li herêma Ûrmiyê, wî jiyana xwe qet ji derd û xemên jiyana xelkê reş û rût cuda nedidît. Ew ji wan jî dûr neket û ji bona standina mafê wan heta canê xwe bexşî. Çalakiyên wî yên siyasî sala 1945'an, dema ku hê 15 salî bû, bi pêkanîna (Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistana Îranê) li bajarê Ûrmiyê dest pê kir. Piştî ku Komara canemerga Kurdistanê (Mehabad, 1946) bi hevkariya hêzên biyanî û xiyaneta Yekitiya Sovyeta (Sovyetistana berê) têk çû, Dr. Ebdurehman Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din xebata xwe ya siyasî bi rengekî nihînî û berfireh dîsa da destpêkirin. Pişt re ew bû endamê fêrmî yê Hizbî Demokratî Kurdistan. Bi vî rengî wî arman û riya xwe ya dûr û dirêj hilbijart. Di kar û xebata siyasî de dayika kurd Mîna Qazî jî gelek hevkariya wan dikir û bi hemû îmkanên xwe yên maddî û manewî hevkariya HDK-I û ciwanên kurd dikir.
Ebdurehman Qasimlo di temenê 18 saliya xwe de ji bo xwendina bilind çû welatê Fransayê. Piştî demekê ji wir çû Çekoslovakya û piştî ku li zanistgeha Pragê lîsansa xwe ya di warê siyasî - civakî de stand, sala 1952'an di çaxê desthilatdariya Dr. Muhemmed Museddiq de vegeriya Îranê. Li wir di xebata dijî emperyalîzmê ya ji bo millîkirina petrola gelên Îranê de li rex hêzên opozîsyonên rijîma seltenetiya M. Reza Pehlewî cih girt. Qasimlo herçend bi temenê xwe ciwan bû, lê li wir ji bo siyasetvanên Îranî hat xuyanî kirin ku Qasimlo di kar û xebata siyasî de mirovekî jîr û jêhatî ye. Yanî wî bi prensîp û terza xebat û nirxandinên xwe yên siyasî-zanistî bala herkesî kişand ser xwe.
Emperyalîzma Amerîkayê wê demê Îran kiribû navenda xebata xwe ya dijî bizavên antî-emperyalîst û azadîxwaz li Rojhilata Navîn. Mihemed Riza şahê Pehlewî jî bi hevkariya Amerîka û welatên rojava bûbû cendirmê herêmê û mîna xûlamekê, fermanên wan ên qirkirin û serkûtkirina hêzên azadîxwaz cî bi cî dikirin. Ev ji aliyê şahê bê îrade ve bersivek bû ji bo wan xizmetên bêgane û emperyalîzma Amerîka ku bi jinavbirina Komara Demokratîka Kurdistan û têkçûna dewleta Dr. Mihemed Musediq bi hemû şêweyan hevkariya wî û vegera wî ya ser kursiya seltenetê kiribûn û berevajî xwesteka piraniya gelên Îranê, bi pîlanên çewt careke din ew vegerandibûn ser desthilatdariyê.

Piştî ku pênc salan li dijî emperyalîzmê xebitî, Dr. Qasimlo careke din vegerî Çekoslovakya û karî di sala 1962an de ji zanistgeha Pragê doktora xwe ya di para aborî de jî bistîne.
Dr. Qasimlo heya sala 1970an wek mamoste di zanistgeha Pragê de li ser aboriya kapîtalîstî, aboriyiya sosyalîstî û li ser teoriya pêşkeftina aboriyê ders da.
Karê herî girîng di jiyana Dr. Qasimlo de ew bû ku ji sala 1976'an heya 1978'an di para ziman û bajarvaniya Kurdan de di zanistgeha Serbonne li Parîsê, mijûlî dersgotinê bû. Wî bi nivîsandina çend babetên cur bi cur di rojname û kovarên ewropî de li ser jiyana civakî, dîrok û rewşa siyaseta kurdan di wê demê de karî heya radeyekê dîrok û pirsgirêka gelê kurd baştir bi raya gişti ya Ewropayê bide nasandin.
Dr. Qasimlo li Ewropayê mîna kesayetiyek siyasî û zana di mafê pirsgirêka gelê Kurdistanê de dihat nasîn û dewletên ewropî di vê xusûsê de dîtin û nirxandinên wî mîna serokaniyekê dihesibandin.
Li 11ê marsa sala 1970'î dewleta Beesiya Îraqê neçar ma ku bi kurdên başûrê Kurdistanê re gotûbêjan bike. Dewleta navendî ya Îraqê bangek ji bo xweseriya başûrê Kurdistanê da xuyakirin. Wê demê para parastina Îranê anku SAWAKê li hemû Îranê û bi taybetî jî li rojhilata Kurdistanê bîr û rayên azadîxwaziyê di mejî û singê hemû gelên Îranê de berbest û zindanî kiribûn. Dr. Qasimlo vegeriya Îraqê da ku çalakiyên HDK ji berê baştir organîze bike û li wir bi hevkariya hevalên xwe karî di demek kêm de kar û barê xwe yê rêxistinî derbasî herêmên rojhilata Kurdistanê bikin.
Piştî ku Mihemed Riza şah Pehlewiyê sala 1979'an gor bi gor ji Îranê reviya, Dr. Qasimlo vegeriya Rojhilata Kurdistanê û xebata xwe ya siyasî bi rengekî berfireh li hemû Kurdistana Rojhilat da destpêkirin. Piştî serhildana hemu gelên Îranê, Kurdistan ket destê şoreşgerên Kurd û xelkê welat xwe azad û serbest hîs kirin.


Rêberê Gel
Piştî ku sala 1979an bi têkoşîn û xebata hemû gelên Îranê dawî li desthilatdariya 2500 salî ya şahên Îranê hat, meleyekî paşvero yê bi navê (Ruhillah Xumêynî) ji paytexta Fransê (Parîs) vegeriya Iranê û bi damezrandina komara Islamî di hemû waran de bû serdestê çarenivîs û qedera hemû gelên Iranê. Wî bi navê îslamê hêdî-hêdî berevajî daxwazên gelên Iranê, ku li benda reform û azadiyên siyasî-cîvakî bûn, dîktatoriya xwe ya paşvero bi darê zorê di Îranê de damezrand. Wê demê piraniya xaka Rojhilatê Kurdistanê bi hêz û hevkariya her du rêxistinên Kurdan yên serekî (Komele û HDK-I) ji bin desthilatdariya dewleta Pehlewî hatibû azadkirin. Gel piştî bi dehan salan bi rihetî bêhna bayê azadiyê kişandibû û qedrê azadiyê li ba wan ji berê bêtir hatibû xuyakirin. Kar û barê welatê Kurdan ketibû destê her du rêxistinên navbirî.
Piştî serhildana Simkoyê Şikak (1920-1930) û pêkhatina komara Kurdistanê ya kêmtemen (Mehabad, 1946), ev sêyemîn car bû ku kurdan xwe azad didîtin.
Mixabin ev rewşa xweş jî zêde nedomî û rejîma paşvero ya Îranê nedixwest rastiya pirsgirêka gelê Kurd bipejirîne û çareseriyekê ji vê problema dîrokî re bibîne. HDK û KOMELÊ dixwestin bi gotûbêj û hevdîtinan bi hikûmeta merkezî ya Iranê re pirsgirêkê çareser bikin, lê artêş û pasdarên Komara Îslamî bi hevkariya cehşên welatfiroş û hinek aliyên xwefiroş dest bi hêrişên xwe yên dijwar kirin û Kurdistan dîsa bû qada şerên bixwîn û malwêranker. Pasdarên komara Xumêynî bi hemû hêza xwe nekarîn pêşmerge û hêzên gel li Rojhilatê Kurdistanê toşî şikestê bikin. Rejîma desthilatdara meleyan (Xumêynî, Refsencan, Xelxalî û hwd) dema zanîn ku bi şerê çekdarî nikarin li hemberî berxwedana gelê Kurdistanê şerê xwe yê gemar bidomînin, bi riyek din li dijî kurdan dest bi kar bû û ji sîleha dînî, paşverotiya civakî û cudahiya mezheba Kurd û Farisan mifa wergirt.
Xumêynî, ku xwe wek rêberê cîhana îslamê bi raya giştî dida nasîn, di 19. Agusta (19. 08. 1979'an) de li dijî gelê Kurdistanê CÎHAD (zibare) îlam kir. Dr. Qasimlo pir xebitî da ku bi rêya hevdîtin û danûstandinên siyasî pirsgirêka Kurdistanê bi rejîma îslamî re çareser bike, lê mentiqa karbidestên komara îslamî ne di wê pîvanê de bû ku perspektîvên Dr. Qasimlo, yên li ser çareserkirina pirsgirêka kêmnetewên Iranê, bipejrînin. Ew di cîhana siyasî de du dunyayên ji hev cuda bûn. Dr. Qasimlo mirovekî demokrasîxwaz û maqûl bû.
Piştî ku Xumêynî Kurd wek kafir û dijberên şoreşê bi alîgirên xwe dan nasîn, êrişên weke yên Mongolan li dijî Kurdan dest pê kirin. Berxwedana şervanên kurdî karekî dîrokî bû, lê şêweyên hov û xeddar ku ji aliyê pasdar û artêşa xwînxwara Komara Îslamî ya Îranê ve dihatin lidarxistin û kirin, HDK û KOMELE neçar kirin ji Rojhilatê Kurdistanê derkevin. Xuya ye ku di vê vekişîna hêzên siyasî yên Kurdan de tesîreke mezin ya xiyaneta caş û hinek Kurdên xwefiroş jî hebû. Piştî vê valabûnê bi hezaran Kurd ji aliyê beşa parastin(êtila'at)a dewleta Îranê ve hatin tîrbaran kirin û daleqandin. Girtîgehên hemû Îranê bûbûn mala Kurdên şoreşger. Hemû Kurdistan mîna zindaneke mezin di bin çekmeyên xwînmêjên komara Xumêynî de bûbû meydaneke tijî xwîna keç û xortên welatparêz yên Kurdistanê.

Şerê partîzanî yê hêzên Kurdistanî li dijî komara îslamî
Piştî ku komara îslamî bi hemû şêweyan şerê xwe yê dijî Kurdan dest pê kir, HDK û KOMELÊ şerê xwe yê çekdarî bi şêweyên partîzanî û bi berfirehî di hemû deverên Kurdistanê de berdewam kirin. Ev siyaseta şehîdê nemir Dr. E. Qasimlo bû û vê taktîka Kurdan dewleta Îranê xiste nava tengaviyên mezin û pirsgirêka Kurdistanê di qada navnetewî de dengek mezin veda. Şerên partîzanî ku bi piranî li her du wilayetên Ûrmiyê û Sinendecê diqewimîn, xisareke canî û aborî ya pir mezin dida rejîma Xumêynî. Beşa êtila'at (êstixbarat)a Komara Îslamî ji bo vemirandina vê bizava Kurdan dest avête hemû şêwe kiryarên terorîstî. Bi taybetî di Kurdistanê de diravekî bêhisab xerckirin ku sîxorên xwe di nava Kurdan de zêde û zêdetir bikin. Kurdistan mîna kawilxane(xirabe)kê, wêran bûbû û bi hezaran gund hatibûn şewitandin û wêrankirin. Rewşa aboriya gel bi şêweyek berçav hatibû xwarê ku heta roja îro jî şûnewarên vê siyaseta çewt li ber çavan in. Birsîtî(birçîbûn), zindan, daleqandin, kuştin û birrînên bê mehkeme, bêkarî û malwêranî di jiyana Kurdan de bûbû tiştekî rojane.
Ji bilî wê, îstixbarata Komara Îslamî ya Îranê bi rengekî nêhînî û veşartî di nava ciwanên Kurd de tiryak, eroîn(narkotîk) û vexwarinên elkolîk belav dikir. Mixabin niha jî ev siyaseta wan li hemû Kurdistanê didome û heya radeyekê jî ew di siyaseta xwe ya nemirovane de bi ser ketine. Ev karê wan ji bo tunekirina balê herî bitesîr ê şoreşê bû, yanî ji bo tunekirina hêza ciwanên Kurdistanê, da ku bîr û ramanên Kurdayetî û şoreşgeriyê ji mejiyê wan derxînin. Armanca wan ji navbirina mejiyê şoreşê bû. Ji bo ku ew bikarîbin îradeya berxwedana gelê Kurd bişkînin û pêşeroja hereketa millî ya Kurdistanê toşî şikesteke dîrokî bikin, hemû siyasetên bêexlaq bi kar anîn. Wan bihayê giran yê heroyînê di Kurdistanê de erzantir kirin da ku mejiyê ciwanên Kurd bi yekcarî felc bikin. Lê bihayê tiryakê ku mîna heroyînê ne giran(ne bi qîmet)bû, sal bi sal li hemberî bihayê heroyînê girantir kirin. Bi vî rengî wan bera her kesî dan kişandina heroyînê ku li ser sîstema mejî û di nava xwîna mirovan de cîgir dibe.
Dr. Qasimlo û hereketên siyasî di Kurdistanê de zû bi vê pîlana komara îslamî hesiyabûn. Ji ber wê jî bi riya radyo û weşanên xwe yên çapemenî dixebitîn ku rastiyan bi gel bidin famkirin.
Rojhilatê Kurdistanê bi nisbeta herêmên din yên Îranê xwediyê yek ji paqijtirîn civatên Îranê bû. Lê mixabin niha bi vê siyaseta çewt a Komara Islamî, rewşa civata Kurdan jî pir hatiye şêwandin û şepirzeyîyek xirab ketiye nava malbatên Kurdan.
Komara Îslamî ji bilî berdewamkirina vê siyaseta xwe ya gemar li Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên xwe yên terorîstî derbasî dervey sinorên Îranê jî kirin û hê jî li ser çalakiyên xwe yên bi vî rengî dixebite. Bi dehan kardo û alîgirên HDK û KOMELÊ li Îraq û Başûrê Kurdistanê (bi taybetî li herêma Silêmaniyê) bi destê xulamok û terorîstên îstixbarata komara Îslamî ya Iranê hatin şehîdkirin. Lê berevajî daxwaza komara îslamî şerê partîzanî li Kurdistanê didomî û hakimiyeta dewleta navendî li Kurdistanê hê jî lawaz bû. Ji bo wê jî Refsencanî, Xaminêyî û berpirsyarê giştiyê îstixbarata Îranê (Elî Felahyan) hatin ba hev û ketin wî fikrê ku bi navê diyalogê xwe nêzî serokê giştiyê HDK Dr. Qasimlo bikin û mejiyê hereketa kurdên Rojhilatê tune bikin.
Yekemîn car li kanûna pêşî a sala 1988an û cara duyemîn li kanûna paşî sala 1989an Dr.E. Qasimlo û nûnerên Komara Îslamî hatin ba hev. Ji destpêkê û di yekemîn dîtin de armanca berdevkên Komara Îslamî kuştina serokê Kurd Dr. Qasimlo bû, lê her du carên destpêkê derfet çênebû vê armanca xwe ya çewt cî bi cî bikin. Armanca wan ew bû ku serokê hêza herî mezin ya li Rojhilatê Kurdistanê razî bikin ku bikeve xizmeta wan û qet behsa xwestekên Kurdan yên dîrokî nekin. Lê Dr. Qasimlo berevajî vê xwesteka wan bi şêweyek maqûl û zanistî berevaniyê ji xwestekên Kurdan yên meşrû û dîrokî dike.

Şehadeta Qasimlo
Kurdan di seranserê tarîxê de her tim xwestine bi rengekî aştiyane û bi biratî bi cîranên xwe re bijîn, lê mixabin ew dewletên ku Kurdistan dagîr kirine ti caran nexwestine li daxwazên netewa Kurd binêrin û lêkolîneke kûr li ser vê pirsa girîng bikin. Dr. Qasimlo yek ji wan kesan bû ku ji bo cî bi cî kirina vê daxwaza dîrokî pir xebitî û bi hesreta gihiştina vê xwesteka mirovane heta canê xwe jî fîda kir.

Wek hat diyar kirin cara yekê li kanûna pêşî ya sala 1988an rûniştina bi nûnerên komara Îslamî ya Îranê û sekerterê giştî yê Hizbî Demokratî Kurdistan nemir Dr. Qasimlo dest pê kir. Di vê rûniştinê de terorîstên komara paşvero ya Îslamî nekarîn armanca xwe ya gemer pêkbînin.

Cara duyemîn li kanûna paşî ya sala 1989an dîsan peywendî hatin çêkirin, lê di vê peywendiya bi nav siyasî de jî, dîsan mirovkujên komara Îslamî ya Îranê nekarîn armanca xwe ya hovane cî bi cî bikin.

Roja 12 û 13ê Mai sala 1989an (12 û 13. 06. 1989) bo sêyemîn car dema ku berdevkên Komara Îslamî Hacî Mistefa Lacwerdî (serokê îstixbarata Îranê di hemû herêmên Rojhilatê Kurdistanê de), Ceefer Sehrarûdî (cîgirê beşa istixbarata hêzên pasdarên Îranê di Rojhilatê Kurdistanê de) û zilamek din bi navê Emîr Mensûr Borzorgyan ji bo gotûbêjê li Vîyena paytexta Awistirya hatibûn dîtina Dr. Qasimlo, ji nişkê ve zimanê silahên wan xwînrijan peyivî û bi du guleyên ku ji demanceya yek ji nûnerên dewleta Îranê derket Dr. Qasilo hat şehîd kirin. Piştre her du hevalên wî Dr. Fazil Resûl(3) û Ebdullah Qadirî Azer nûnerê HDK.I li Ewropa jî hatin şehîd kirin.

Di vê bûyerê de herçend Ceefer Sehrarûdî jî birîndar bûbû û tiştekî eşkera bû ku destê wî û hevkarê wî Hacî Mistefa Lacwerdî di vê cinayeta hovane de heye, lê mixabin bi bêy ku îdareya asayiş û polîsên Avusturya di pratîkê de ji bo girtina wan karekî bikin, Cefer Sehrarûdî piştî tedawiyê (di nexweşxaneyeke paytextê Awistiryayê de) çû balyozxaneya Îranê û roja 22. 07. 1989an bi bê asteng ji vî welatî derket û çû Tehranê ku ji Refsencanî û Xaminêyî re bibêje: Me fermana we baş cî bi cî kir û her tişt li gor daxwaza me bi rê ve çû.
Emîr Mensûr Bozorgiyan jî çend rojan ji aliyê polîsê Awistiryayê ve hat girtin û hikmê girtina wî jî bi fêrmî hat dayîn, lê dewleta Awistiryayê hikmê girtina wî hilanî û ew jî ber bi Tehranê hat bi rêxistin.
Belê bi vî rengî serok û nûnerekî din ê şoreşa Kurdistanê di welatekî Ewropa de ku her roj zêdetir ji xwarina rojane navê mirovperwerî û demokrasiyê tînin ser ziman û li ser qanûnên wê diaxivin, bû fîdayê protokolên aborî. Xêzana Dr. E. Qasimlo û Hizbî Demokratî Kurdistan li dijî vê cinayetê şikayetnameya xwe teslîmî dewleta Awistiriya kirin û dadgeh heya niha hê jî bêsûd didome.[1]

Berhem
Berhemê herî navdar û girîngê Dr. Qasimlo ku têza doktoraya wî ye, pirtûka wî ya bi navê Kurdistan û Kurd e ku bi şêweyek akademîk û zanistî lêkolînên wî di vê pirtûkê de hatine nivîsandin. Ev pirtûk yek ji çavkaniyên herî ilmî û baş e ji bo nasandina dîrok, aborî û xebata siyasiya Kurdan bi gelên cîhanê ku bi awayekî berfirehtir pirsgirêka gelê Kurdistanê nas bikin.
Kurdistan û Kurd heya niha bi çendîn zimanên zindî yên cîhanê (inglîzî, erebî û farisî) hatiye wergerandin.
Dr. Qasimlo bi hûrbînîyek temam hemû aliyên pirsgirêka Kurd di vî berhemê xwe yê pirbar de şirove kirine.[1]
این مقاله بە زبان (Kurmancî - Kurdîy Serû) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 1,164 بار مشاهده شده است
هشتگ
منابع
[1] سایت | کوردیی ناوەڕاست | Wıkıpedıa
فایل های مرتبط: 1
آیتم های مرتبط: 10
زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
پیشه: سربازی
پیشه: نویسندە
جنسیت : مرد
در قید حیات هستند؟: خیر
زبان- لهجە: روسی
زبان- لهجە: ک. جنوبی
زبان- لهجە: انگلیسی
زبان- لهجە: فرانسوی
زبان- لهجە: فارسی
زبان- لهجە: عربی
شهر و شهرستان (مکان تولد): اورمیە
محل اقامت: کردستان
ملیت: کرد
مکان وفات: استرالیا
کشور - اقلیم (مکان تولد): شرق کردستان
فراداده فنی
کیفیت مورد: 99%
99%
این مقاله توسط: ( سارا کاملا ) در تاریخ: 03-02-2022 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( هاوری باخوان ) در: 03-02-2022 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: سارا کاملا در 22-08-2022 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 1,164 بار مشاهده شده است
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
کتابخانه
افسانەهای لری
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
کتابخانه
غمنوای کوهستان
اماکن باستانی
بازار خرم آباد
زندگینامە
سارا خضریانی
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
زندگینامە
جمشید عندلیبی
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
زندگینامە
عزیز یوسفی
اماکن باستانی
گوردخمه سان رستم
کتابخانه
جغرافیای لرستان
زندگینامە
روژین دولتی
تحقیقات مختصر
نگاهی به داستان پیدایش روح و ماشیاخ سوشانس
اماکن باستانی
مسجد دولتشاه
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
اماکن باستانی
قلعه یزدگرد
زندگینامە
شاهزاده خورشید
زندگینامە
هانا وکیل
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
زندگینامە
سوسن رازانی
تصویر و توضیحات
قبر حسین کوهکن
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
زندگینامە
هلیا برخی
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه

واقعی
زندگینامە
حیدر شیخ علی غلام
05-05-2023
شادی آکوهی
حیدر شیخ علی غلام
زندگینامە
صلاح محمد کریم
08-05-2023
شادی آکوهی
صلاح محمد کریم
زندگینامە
لیلا زانا
16-06-2023
شادی آکوهی
لیلا زانا
زندگینامە
محمود مرادی
11-10-2023
شادی آکوهی
محمود مرادی
زندگینامە
کیوان کوسری
07-12-2023
شادی آکوهی
کیوان کوسری
موضوع جدید
زندگینامە
ملا سید احمد فیلسوف
31-05-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
شیان شمو خدر
25-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شیان خلیل ابراهیم
25-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شکور دربو حسین بشار
25-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شوکریە صالح احمد
22-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شاها حجی بشار
22-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شامل اسماعیل خودیدا
22-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
سیدو خلف علو
08-05-2024
سارا سردار
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
کوه قارون
05-05-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 518,747
عکس ها 105,895
کتاب PDF 19,376
فایل های مرتبط 97,466
ویدئو 1,395
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
کتابخانه
افسانەهای لری
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
کتابخانه
غمنوای کوهستان
اماکن باستانی
بازار خرم آباد
زندگینامە
سارا خضریانی
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
زندگینامە
جمشید عندلیبی
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
زندگینامە
عزیز یوسفی
اماکن باستانی
گوردخمه سان رستم
کتابخانه
جغرافیای لرستان
زندگینامە
روژین دولتی
تحقیقات مختصر
نگاهی به داستان پیدایش روح و ماشیاخ سوشانس
اماکن باستانی
مسجد دولتشاه
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
اماکن باستانی
قلعه یزدگرد
زندگینامە
شاهزاده خورشید
زندگینامە
هانا وکیل
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
زندگینامە
سوسن رازانی
تصویر و توضیحات
قبر حسین کوهکن
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
زندگینامە
هلیا برخی
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
پوشه ها
زندگینامە - جنسیت - مرد شهدا - جنسیت - مرد زندگینامە - جنسیت - زن شهدا - جنسیت - زن زندگینامە - ملیت - کرد شهدا - ملیت - کرد اماکن - کشور - اقلیم - غرب کردستان کتابخانه - کشور - اقلیم - بیرون شهدا - پیشه - سربازی زندگینامە - پیشه - ورزشکار

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان ایجاد صفحه: 0.547 ثانیه