Dayê Gulê ji bajaroka Sinûnê ya #Şengal#ê ye. Dema çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kirin, dixwazin wê jî li çerxerêya Sinûnê bigirin. Lê Dayê Gulê ji bo ku nekeve destê çeteyan li ber xwe dide. Li gorî agahiyan malbatê dane, Dayê Gulê bi demanceyekê li himberî wesayitek çeteyan şer dike û serçeteyekî dikuje, hejmarek jî birîndar dike. Lê piştî ku gule li ser demanceya wê xilas dibin ew jî tê qetilkirin.
Ev berxwedana Dayê Gulê li tevahiya Şengal û Iraqê deng veda û bû mînak. Di 7’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxê de peykerê Dayê Gulê danîn. Perdeya li ser peykerê Dayê Gulê, li cihê lê hatibû kuştin, di salvegera komkujiyê de hat rakirin. Bi hêzên kes beşdarî vekirina peyker bûn.Kaynak: Peykerê Dayê Gulê hat danîn. [1]
این مقاله بە زبان (Kurmancî - Kurdîy Serû) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون
کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 1,032 بار مشاهده شده است
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!