Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) a Tirkiyê ji ber di derbarê bavê ku piştî 7 salan hestiyên kurê wî di nav telîsekê de radestî wî kirîn belavkiriye Halk TV ceza kir.
RTUKê ji ber ku Halk TV di bernameya xwe ya binavê “Sozum Var” de rexne li edliyeya #Amed#ê girtiye, ku hestiyê kurê Ali Rıza Arslan yê di sala 2016ê de di şerê xendekan de canê xwe ji dest dayî piştî 7 salan di nava telîsekê de radestî wî kirine girtine ev bername rawestandin û biyara cezayê pere di derbarê vê kanalê de derxistin.
Endamê Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) a Tirkiyê Okan Konuralp li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kiriye: “RTUKê, nirxandinên ku di derbarê Ali Rıza Arslanê ku hestiyên kurê wî di nava telîsekê de piştî 7 salan radestî wî kirine de hatîn kirin ‘wek xizmeta ji armancên terorê re derdixe holê’ dibîne; ji ber vê yekê biryara cezayê pere û cara 5ê rawestandina bernameya “Sozum var” derkir.
Her wiha RTUKê di derbarê heman kanalê de bi sedema ku li Wezîrê Navxwe yê Tikriyê Suleyman Soylu heqaret kiriye bi du dosyayên cuda biryara cezayê pere wergirt.”[1]
کوردیپیدیا مسئولیتی در قبال محتویات این مطلب ندارد و صاحب آن مسئول است. کوردیپیدیا آن را برای اهداف آرشیوی ضبط کرده است.
این مقاله بە زبان (Kurmancî) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون
کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 1,433 بار مشاهده شده است
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!