کتابخانه کتابخانه
جستجو

کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!


گزینه های جستجو





جستجوی پیشرفته      صفحه کلید


جستجو
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
ابزار
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
زبانها
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حساب من
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
جستجو ارسال ابزار زبانها حساب من
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 درباره
 آیتم تصادفی
 قوانین استفادە
 آرشیویست های کوردیپیدیا
 نظرات شما
 گرد آوریها
 کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
 کمک
موضوع جدید
تحقیقات مختصر
سوبژکتیویتەی کرد: از قلمروزدایی به قلمروسازی
25-06-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
پل سی پله
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن
آرامگاه باباطاهر خرم آباد
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
مسجد سلطانی
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن
سد هاله
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن
غار بتخانه
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
پل قلعه حاتم
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
محوطه باستانی سرخ دم لری
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
سنگ‌ نوشته خرم ‌آباد
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
نقوش صخره‌ ای هوميان و مير ملاس
24-06-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 519,490
عکس ها 105,104
کتاب PDF 19,507
فایل های مرتبط 97,765
ویدئو 1,412
زندگینامە
رحیم معینی کرمانشاهی
زندگینامە
پیشوا کاکایی
زندگینامە
عایشه شان
اماکن باستانی
پل قلیاسان
زندگینامە
ملا سید احمد فیلسوف
SEYAHNAMEYA EVLIYA ÇELEBÎ
آثار خود را به املایی کامل به کوردیپدیا ارسال کنید. ما آن را برای شما آرشیو می کنیم و برای همیشه حفظ می کنیم!
گروه: تحقیقات مختصر | زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
اشتراک گزاری
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

SEYAHNAMEYA EVLIYA ÇELEBÎ

SEYAHNAMEYA EVLIYA ÇELEBÎ
SEYAHNAMEYA EVLIYA ÇELEBÎ
Fahriye Adsay
Heftenameya BAS, 2017

Dema qala dîroka kurdan tê kirin yek ji babetên girîng kêmasî an neliberdestbûna çavkaniyên nivîskî ne. Sedemên vê kêmasiyê li aliyekî, çavkaniyên liberdest jî heqê wan baş nehatiye dayin. Yek ji van seyahnameya Ewliya Çelebî ye. Ewliya Çelebî yê di sala 1611ê de li Stenbolê hatiye dinyayê û di 1685a de jî koça dawî kiriye, nêzî 50 salên temenê wî bi sehayatê derbas bûye. Di nav deverên wî dîtiye Kurdistan jî heye.
Ew yekem car di 1640a de hatiye Kurdistanê. Di ser Erzirom, Makû û Tebrîzê re derbasî Qafkasan bûye. Cara duyem di 1649-50a de rêya wî bi Kurdistanê ketiye dema ji Sûriyeyê çûye heta Sêwazê. Vê carê jî di Nizib, Birecik, Riha, Semsûr û Elbistanê re derbas bûye. Di vê navê de çûye $Pertek$, Sagman, Palû, Çêwlig, Dara Hinê, Lice û Pasûrê jî. Cara sêyem jî di 1655a de tevî bixaltiyê xwe Melek Ahmed Paşa ku wek beylerbeyîyê Wanê hatiye tayinkirin rêya wî bi Kurdistanê ketiye û herî zêde vê carê maye. Di cilda 2, 3, 4 û 5mîn de behsa serpêhatî û çavdêriyên xwe yî li Kurdistanê dike ku bi tevahî li dor 400 rûpel digrin.
Ji seyahnameya wî diyar e ku Çelebî ne tenê mirovekî ji gerê re xurt bûye lê ew ji nivîsê re jî xurt bûye ku wek mirovekî têra xwe bimeraq çi dîtiye çi bihîstiye tomar kiriye. Çûye kîjan bajarî li wir çi mizgeft, mescid, xan, hemam, kaniyên avê, xwarin û vexwarin, çîrok û efsaneyên gelêrî, şert û mercên aborî, kar û bar, navê eşîran, medrese, teke, tax, sûk û bazar, cil û berg, huner, zeneet, ziman, devok, zarava, av û hewa, seyrangeh, bermayîyên dîrokî, navdarên bajêr... hebe hemû yek bi yek nivîsandine.
Ev seyahname digel ku bo dîroka Kurdistanê çavkaniyek bêhempa ye û li gor dema xwe ji aliyê naverokê ve ewqas dewlemend e, qasî ku tê zanîn xebateke tevahî li ser nehatiye kirin. Li Tirkiyeyê çend weşanxaneyên tirk ew bi tirkiya kevn û nû wek 10 cild çap kirine. Em nizanin ka ew beşên derbarê Kurdistanê de çiqas ji wan hatiye neqilkirin, jê hatiye derxistin an na. Heta niha sazî an weşanxaneyên kurd eleqeyek taybet nîşanî vê berhemê nekirine û li ser nesekinîne jî ka ew a îro li ber destê me ye çiqas bêkêmasî ye. Ji çavkaniyên hin xebatên lêkolînî diyar e lêkolîner bo xebatên xwe ji tirkiya wê îstifade dikin lê di nav girseya xwînerên kurd de seyahname pir kêm bal dikşîne an kêm tê naskirin. Mixabin, qasî tê zanîn, sazî an lêkolînerên kurd xebateke taybet nekirine û hewl nedane ku bala xwînerên asayî bikşînin ser wê.
Dil dixwaze sazî an weşanxaneyek kurd ew beşên derbarê Kurdistanê de hemû ji destxetê bidana wernegerandin bo kurdî û çap bikirana. Ew jî nebû qe nebe tirkiya ew 400 rûpelan wek pirtûk çap bikirana û tevî nivîseke danasînê, nîşe û îzehetan çap bikirana. Werger nebe jî, bi heman awayî tirkiya wan 400 rûpelan wek pirtûkekê bihata çapkirin û bi hêsanî di nav xwînerên kurd de belav bibûya. Bi taybetî ev girîng e ku Ewliya Çelebî beriya piraniya seyahên ewropî ku gelek ji wan berhemên wan (li bakur) ji aliyê weşanxaneyên kurd hatine çapkirin. Û berfirehtirîn agahî wî dane.
Lê başûr û rojhilatê Kurdistanê lazim e ev beş hemû bên wergerandin bo kurdî û bên belavkirin. Li gor zanyariyên Martin van Bruinessen (“Onyedinci Yüzvılda Kürtler ve Dilleri: Kürt Lehçeleri Üzerine Ewliya Çelebinin Notları” Studica Kurdica, sal.2, hej.1-3, 1985) di 1979a de li Başûr bo kurdî (soranî) hatiye wergerandin lê ev gelek kêmasiyên wê hene ji ber ku nusxeya werger jê hatiye kirin bixwe gelek kêmasiyên wê hebûye. Piştî vê wergerek nû hatiye kirin an na, em nizanin. Ji bilî wergerê gelo li başûr û rojhilat xebateke taybet li ser hatiye kirin? Lêkolînerên vir çawa an çiqas dikarin jê îstifade bikin?
Ger em tenê bo bakur bêjin, niha ji bilî deh cildê bi tirkî pirtûka Martin van Bruinessen Ewliya Çelebi Diyarbekir’de û ya Wilhelm Kölher Ewliya Çelebi Seyahatnamesinde Kürt Şehri Bitlis jî bi tirkî li ber dest in.
$Seyahnameya Ewliya Çelebî çima girîng e? $
Ev seyahname girîng e ji ber ku di sedsala 17mîn de hatiye nivîsandin. Ewliya Çelebî 350 sal berê ewqas zêde dever û bajarên Kurdistanê dîtiye, di sala 2017a de di nav me kurdan de pir kêm kesî ewqas cî dîtibe. Qasî tê zanîn, bo dîroka Kurdistanê ya vê sedsalê berhemeke jê dewlemendtir tuneye. Ligel bi çavê dîrokzanekê, bi çavê sosyolog, antropolog, etnologekê heta carna yê zimanzanekê jî dikare bê xwendin. Wek mînak, dema di sala 1655a de yekem roja meha Remezanê Melek Ahmed Paşa êriş dibe ser Bidlîsê û Abdal Xan, wî têk dibe, Xan ji Bidlîsê direve lê salek derbas nabe Melek Ahmed Paşa hê beriya ku vegere Stenbolê Xan vedigere û kontrolê dike destê xwe, Ewliya Çelebî dibe şahidê hemû van bûyeran. Çelebî ewqas bi hûrgilî qala Bidlîsê, Abdal Xan, sohbetên xwe yî bi wî re, zanabûna wî, hebûna wî, dewlemendiya wî, têkiliyên wî bi dewleta osmanî re, bi derdora xwe re, heta xwarinên bo wan tên pêşkêşkirin, zimanê wan, avahiyên bajêr, cil û bergê wan dike ku ev seyahnameyê bo dîroka vê mîrnişîna kurd dike çavkaniyeke bêhempa. Belkî di nav deverên li Kurdistanê zêdetirîn cî daye vî bajarî. Ev bixwe jî nîşaneya girîngiya Bidlîsê ye wê demê de. Li gor vegotinên wî, Bidlîs bajarekî têra xwe berbiçav, binavûdeng e û desthilatdarên wê wek ku ji serbixwe bin tevdigerin û ev dibe sedem ku Paşayê osmanî êriş dibe ser da ku hêza wî bişkê. Ger îro Bidlîs wek bajarekî biçûk û jibîrbûyî be, û gelek caran mirov ji bîr dike ku bajarekî kurd e, tenê bo vê jî be divê mirov hay ji seyahnameya Çelebî hebe.
Ew bi hezaran pirtûkên Abdal Xan yên di her babetî û her awayî de ku Çelebî tenê bo wan 4 rûpel veqetandine û li ber çavê Melek Ahmed Paşa bi mezatê hatine firotin; pirtûkên barê heft deweyan ku ji sindoqên Xan bixwe mohr kiriye derketine, belkî ne Çelebî bûya me yê bi wan nizanibûya. Aqûbeta wan pirtûkan bixwe ji me re gelek dibêjin. Him nîşaneya dîroka me ya winda ne, bêberdewamiya an temenkurtbûna keda me ya bi her awayî ne ku nahêle danehevek siyasî û elbet çandî ya xurt, hafizayek me çêbibe. Lê tavilê berdewamiyekê jî tîne bîra mirov, di sedsala 20 û 21mîn de jî pirtûkên me hatin/tên îmhakirin an em ji ber tirsê wan îmha dikin. Wek mînak, di payiza 2016a de di ew rojên ku hêzên dewletê bi ser mala ve digirt, hin kesan pirtûkên kurdî yên li mala xwe avêtibûn ser sergo. Yên heyî jî em nizanin wê aqûbeta wan çi be. Gelo pirtûkxaneya Abdal Xan jî heta îro hatibûya, rewşa Bidlîsê û bi giştî ya kurdan wê ne cudatir bûya? Ew ê bihata gotin ku kurd tenê xwedî çanda devkî ne? Ew hemû pirtûk bi kuderê de çûn? û gelek pirsên din...
$Çavkaniyek bo dîroka zimanê kurdî$
Kesên piçekî bi zimanê kurdî re eleqedar bin pirtûka gramerê ya Garzoni, misyonerê îtalî nas dikin. Ev wek yekem pirtûka derbarê zimanê kurdî de tê naskirin. Lê nêzî sedsal beriya wî Ewliya Çelebî, zêde ne bi berfirehî jî be, agahî an mînakên girîng dane bo zimanê kurdî. Li gor Çelebî, kurdî zimanekî serbixwe ye û zaravayên wê cuda hene, xwedî statuyeke bilind e, yek ji zimanên ewilîn e ku ser rûyê dinyayê peyda bûye. Heta belkî ji tirkî jî pêşdetir e. Ew berawirdkirineke wisa nake lê behsa tirkî jî nake dema zimanên sereke dijmêre. Û elbet hewce nake mirov bêje ku deverên kurd lê dijîn jî wek Kurdistan bi nav kiriye Çelebî. Dema qala Meyafarqînê dike, bajarê Cudî wek yekem bajarê piştî tofanê ava bûye nîşan dide û sînorên Kurdistanê xêz dike: bi dirêjahî ji bakurê Erziromê, Wan, Hekarî, Cizîr, Îmadiye, Musil, Şehrizor, Herîr, Erdelan, Bexda, Derne, Dertenk an heta Besrayê; bi firehî ji rojhilat ve ji Herîr û Erdelanê heta Şam û Helebê.
Piştî sînorên Kurdistanê û li çendîn ciyên din behsa zimanê kurdî dike mînakan dide. Yek ji van di cilda çaremîn de ye ku jimareyên kurdî û çend hevokên kurt rêz dike: yek, dü, se, car, penç..., Selamet hanê? Halet çih? Cûş qelawî.... Çelebî ye ku yekem car ferhengokeke kurdî amade kiriye û li Cizîrê jî stranek tomar kiriye ku dikare wek yekem mînaka folklora kurdî ya nivîskî bê pejirandin (Bruinessen, n.n.b.)
$Paqijiya Diyarbekirê$
Di seyahnameyê de Diyarbekir ji bedenê bigre heta mizgevt, medrese, teke, kanî, sûk û bazaran, cil û bergê xelkê ji gelek aliyan ve hatiye qalkirin. Di nav van de navê 8-10 hemaman jî dijmêre û behsa sîstema avgermkirina wan dike ku bêtir bala mirov dikşîne. Çelebî dibêje ev hemû hemam her dem pir germ in lê ew ne bi agirê êzingan bi agirê gemara nav bajêr tê germkirin. Gemara nav bajêr bi selikan dibin hemaman û dişewitînin ji ber vê jî nav li kuçe û kolanên bajêr piçek be jî gemar nayê dîtin. Nav bajêr û derveyî bajêr her dem paqij dimîne. Vê jî lê zêde dike ku ne tenê li vir li Erebistanê jî hemam bi vî awayî tê germkirin. Ev gemara nav Diyarbekira îro û paqijiya wê demê çiqas zidê hev in!
Pertek û Newroz
Seyahname kêmtirîn du caran qala Newrozê dike. Carekê dema li Wanê ye qal dike ku li vir di rojên Newrozê de xelkê Wanê hesp, dewe an beranan didin lihevxistin. Ewqas, tiştekî din lê zêde nake. Cara din, dema li Pertekê ye. Li gor agahiyên wî, di zimanê moxolî de ji teyra qereqûş re pertek dibêjin. Beriya îslamiyetê li ser keleha vir peykerekî vê teyrê hebûye. Bi qewlê wî, her sal roja Newrozê de ev teyr baskên xwe li hev dixe û gazî hemû qewmên kurd dike da ku werin li bazara nav bajêr li hev bicivin. Lewma navê bajêr wek Pertek maye. Dema ew jî bi Diyarbekirê re ji aliyê Xalid bin Welid tê zevtkirin, peyker hatiye rakirin lê hê jî li jorî kelehê ciyê wî peykerî diyar e. Mixabin, baş ne zelal e ka ev riwayet di serdema beriya îslamiyetê jê dihat bawerkirin an dema ew li wir bû jî dihat bawerkirin. Her kîjan rast be ne rast be jî hebûna vê riwayetê û nivîsandina wê ji aliyê mirovekî wê serdemê têra xwe balkêş û girîng e. Ger ev riwayet îro bihata gotin, bêguman wê wek şîroveyeke neteweyî/bêhed an ‘îcadkirina kevneşopekê’ an bihata dîtin. Em nizanin gelo vê babetê bala ti lêkolîneran kişandiye û lêkolane an na. Sedsala 17mîn de/beriya îslametê lihevcivîna “hemû qewmên kurd” çawa dikare bê şîrovekirin? Û çima li Pertekê?. [1]
این مقاله بە زبان (Kurmancî - Kurdîy Serû) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 689 بار مشاهده شده است
هشتگ
منابع
[1] سایت | English | academia.edu
فایل های مرتبط: 2
آیتم های مرتبط: 2
زندگینامە
کتابخانه
زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
زبان- لهجە: ک. شمال ح. لاتین
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کتاب: تحقیقات
کتاب: تاریخ
کشور - اقلیم: تركيا
کشور - اقلیم: شمال کردستان
فراداده فنی
کیفیت مورد: 99%
99%
این مقاله توسط: ( راپر عثمان عوزیری ) در تاریخ: 19-09-2022 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( سارا کاملا ) در: 19-09-2022 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: روژگار کرکوکی در 12-06-2024 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 689 بار مشاهده شده است
فایل های پیوست شده - ورژن
نوع ورژن نام ویرایشگر
فایل عکس 1.0.327 KB 19-09-2022 راپر عثمان عوزیریر.ع.ع.
فایل عکس 1.0.2176 KB 19-09-2022 راپر عثمان عوزیریر.ع.ع.
فایل عکس 1.0.165 KB 19-09-2022 راپر عثمان عوزیریر.ع.ع.
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
زندگینامە
شاهزاده خورشید
اماکن باستانی
مقبره داود رشید
کتابخانه
افسانەهای لری
کتابخانه
غمنوای کوهستان
کتابخانه
جغرافیای لرستان
تصویر و توضیحات
مهاباد ، سال 1338 ، مدرسه سعادت (واقع در کوچه شافعی بین خیابان مخابرات و جام جم ، منزل کنونی خانواده نجم زاده)
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)
زندگینامە
روژین دولتی
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
زندگینامە
سوسن رازانی
اماکن باستانی
محوطه باستانی سرخ دم لری
اماکن باستانی
پل سی پله
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
زندگینامە
جمشید عندلیبی
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
اماکن باستانی
مسجد سلطانی
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
زندگینامە
هلیا برخی
زندگینامە
هانا وکیل
زندگینامە
عزیز یوسفی
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
تحقیقات مختصر
سوبژکتیویتەی کرد: از قلمروزدایی به قلمروسازی
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
زندگینامە
سارا خضریانی
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
اماکن باستانی
پل قلعه حاتم

واقعی
زندگینامە
رحیم معینی کرمانشاهی
31-10-2013
هاوری باخوان
رحیم معینی کرمانشاهی
زندگینامە
پیشوا کاکایی
14-11-2022
شادی آکوهی
پیشوا کاکایی
زندگینامە
عایشه شان
27-01-2023
سارا سردار
عایشه شان
اماکن باستانی
پل قلیاسان
27-07-2023
سارا سردار
پل قلیاسان
زندگینامە
ملا سید احمد فیلسوف
31-05-2024
شادی آکوهی
ملا سید احمد فیلسوف
موضوع جدید
تحقیقات مختصر
سوبژکتیویتەی کرد: از قلمروزدایی به قلمروسازی
25-06-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
پل سی پله
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن
آرامگاه باباطاهر خرم آباد
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
مسجد سلطانی
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن
سد هاله
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن
غار بتخانه
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
پل قلعه حاتم
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
محوطه باستانی سرخ دم لری
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
سنگ‌ نوشته خرم ‌آباد
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
نقوش صخره‌ ای هوميان و مير ملاس
24-06-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 519,490
عکس ها 105,104
کتاب PDF 19,507
فایل های مرتبط 97,765
ویدئو 1,412
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
زندگینامە
شاهزاده خورشید
اماکن باستانی
مقبره داود رشید
کتابخانه
افسانەهای لری
کتابخانه
غمنوای کوهستان
کتابخانه
جغرافیای لرستان
تصویر و توضیحات
مهاباد ، سال 1338 ، مدرسه سعادت (واقع در کوچه شافعی بین خیابان مخابرات و جام جم ، منزل کنونی خانواده نجم زاده)
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)
زندگینامە
روژین دولتی
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
زندگینامە
سوسن رازانی
اماکن باستانی
محوطه باستانی سرخ دم لری
اماکن باستانی
پل سی پله
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
زندگینامە
جمشید عندلیبی
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
اماکن باستانی
مسجد سلطانی
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
زندگینامە
هلیا برخی
زندگینامە
هانا وکیل
زندگینامە
عزیز یوسفی
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
تحقیقات مختصر
سوبژکتیویتەی کرد: از قلمروزدایی به قلمروسازی
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
زندگینامە
سارا خضریانی
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
اماکن باستانی
پل قلعه حاتم
پوشه ها
زندگینامە - جنسیت - مرد شهدا - جنسیت - مرد زندگینامە - جنسیت - زن زندگینامە - ملیت - کرد شهدا - ملیت - کرد مسائل زنان - کشور - اقلیم - شرق کردستان اماکن - کشور - اقلیم - جنوب کردستان اماکن - کشور - اقلیم - غرب کردستان زندگینامە - پیشه - شاعر زندگینامە - پیشه - نویسندە

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان ایجاد صفحه: 0.531 ثانیه