Navê pirtûkê: Xezal
Nivîskar: Sîma Semend
Ji kirîlî: Şefîk Kaya
Çapa yekem:1996, Stockholm
Çapa Duyem:2015, Stembol
Weşanxane: Avesta
Kurteya pirtûkê:
Ev pirtûk ji 74 rûpelan pêk tê û ji sê çîrokan pêk tê: Xezal-Reva Rihan- Mizgîn
Di van her sê kurteçîrokan de gelek pirsgirêkên jiyana civakî ya li ser jinê têne vegotin. Ji xwe ji berga pirtûkê jî ku li ser sê jinan ku temsîla profîla kurd tê kirin de xuya dibe ku çîrok ji me re qala derd û pirsgirêkên jina kurd dike
Beşa çîrokê pirsgirêkên jinê di nav xwe de dihewîne û desthilatdariya mêr li ser jinê. Jin bi namûsê ve hatiye girêdan û nehêştina jinê ku derkeve derva û xwendina xwe temam bikin ev jî pirsgirêkeke herî xeter cahiliyê bi xwe re tîne em dibînin ku dema partiya komonîstê hat avakirin êdî nivîskaran dikaribûn berhemên xwe derxistana, her wiha jî jinê jî dikaribûn bixwenda û xwedî nêrîn ba di nav civakê de, lê helbet jin bi alîkariya jinekê ve dikare bighêje armanca xwe ew jî dayîk e. Dayîk bingeha jiyanê ye. Ew ku zarokên xwe ber bi rastî yê ve û nîşana serkeftinê ji wan re diyar dike. Behsa hevaltiyê dike dive xwe bi xwe tenê nehizirin, lê bi hevalên ji bihizirin. Rewşa dayîna jinê bi zorê û bi kesên temen mezin, dewlemen, û xerab ev jî pirsgirêka herî mezin e. Kevneşopî û qelen pir bi jinê ve hatiye girêdan bi qelen keç nabin bûk, lê di vê pirtûkê de qelen ne pêwîst ji bo zewcandinê Xwendin jî bi kedê dibe xwendin dibe mirov bixwîne ne tenê bi semînerên xwe were girêdan her wiha bi pirtûkan re bibe dost û bixwîne ji bo ku bigihêje armanca xwe.[1]
کوردیپیدیا مسئولیتی در قبال محتویات این مطلب ندارد و صاحب آن مسئول است. کوردیپیدیا آن را برای اهداف آرشیوی ضبط کرده است.
این مقاله بە زبان (Kurmancî) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 1,139 بار مشاهده شده است
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!