Nivîskar û helbestvan Demhat Dêrikî (Remezan Hisên)
Demhat Dêrikî helbestvan û rojnamevenekî kurd e. Di 8.2.1973'an de, li gundekayî #rojavê Kurdistanê# bi navê Girbalat ku girêdayî bajarokê #Dêrika Hemko# ye, ji dayik bûye. Demhat heta dibistana amadahî xwendiye.
Berî niha bi navê Demhat Hezexî di rojnameya Azadiya Welat, Kovara Peyv, Nûbûn, #Zaxo# û Hêzil de, gotarên siyasî, wêjeyî (çîrok û helbest) nivisandiye. li herêma #Başûrê Kurdistanê# li bajarê #Duhok# û Zaxo maye. piştî ku jiber rejîma Baas li sala 2004ê jiber egera serhildana #Qamişlo# direve.
li Duhokê endamê Sendîkaya #Rojnamevanên Kurdistanê# ye û endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Tayê Duhokê ye. Di nava desteka nivîserên Kovara Zaxo de cî girtiye û di dengê Radyoya Zaxo û televîzyona Zagrosê de kar kiriye. Li dawiya sala 2016ê ve li welatê Almaniya dimîne.
Berhemên çapkirî ev in:
1. Şev jî diaxive (helbest). Li sala 2010an ji aliyê weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Dohuk ve hatiye çapkirin.
2. Hest diaxivin (helbest). Li sala 2012an ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan û Yekîtiya Nivîskarên Kurd Tayê Duhok ve hatiye çapkirin.
3. Esmera Bakur (helbest). Li sala 2013an ji aliyê Weşanxana Ronahî ve li Amedê hatiye çapkirin.
4. Keçika Agirî (çîrok). Li sala 2015an ji aliyê Weşanxana Aram ve hatiye çapkirin.
5. Nameyên vekirî ji evîna dilê min re (helbest). Li sala 2022an ji aliyê Weşanên SîTAV ve li Wanê hatiye çapkirin.[1]