Nasnav: Nûman Amed
Nav û paşnav: Keyûmers Sadiqî
Cihê jidayikbûnê: Merîvan
Navê dê û bav: Gelawêj – Îbrahîm
Dîrok û cihê şehadetê: 3’ê Tîrmeha 2022’an / Zap
Hevrêyê me Nûman li Merîwanê ku yek ji qadên girîng ên berxwedanê yên #Rojhilatê #Kurd#istanê# ye, di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Nûman jî mîna hemû gelê me yê Rojhilat xwedî li çand, kevneşopî û nirxên neteweyî yên Kurdî ye; dilê wan bi gerîlayên Kurdistanê yên ji bo azadiya gelê me têdikoşe bû. Di wê baweriyê de bû ku têkoşîna azadiyê ya ku partiya me daye meşandin wê teqez gelê me azad bike û welatê me Kurdistanê ji dagirkeriyê rizgar bike. Wî ev yek ji şêwazê şerê fedaî yê ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bêyî berjewendiyên xwe pêş dixist û di vê çarçoveyê de ji helwesta wan ya bê tawîz a li hemberî dagirkeran fêm kir. Ji bo vê jî vê malbata hêja têkoşîna me ya azadiyê ya ku di pêşengiya Rêber Apo de pêş ketiye her tim bi hişmendiyeke mezin hembêz kiriye. Vê malbata hêja hevrêyê me Nûman bi exlaq û çanda civakî û zarokên xwe yên din mezin kir û hişt ku bibe xwedî taybetmendiyên welatparêziyê. Ji ber vê yekê hevrêyê me Nûman ji biçûkatiya xwe ve ji gerîlayan hez dikir û tevlîbûna xwe ya gerîla weke xeyaleke zarokatiyê mezin kir.
Hevrêyê me Nûman bi berxwedana destanî ya gelê me û şervanên me ya li Rojava bi taybet li #Kobanê# pêş ket, gelek bandor bû. Rastiya ku ji Rojhilat heta Başûr, ji Bakûr heta Kurdên li derveyî welat û dostên gelê me bi hezaran ciwan xwe spartin çeperên berxwedanê û li dijî çeteyan şer kirin, hişt ku hevrêyê me Nûman jî berê xwe bide nava refên têkoşînê. Li ser vê bingehê hevrêyê me Nûman berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên serhildêr û azad û tevlî nava refên gerîla bû ku xeyala wî ya zarokatiyê bû. Di nava refên gerîla de bi kesayeta xwe ya gihîştî, kedkar û dilnizim bala hevrêyên xwe dikişand û ji roja destpêkê ve bawerî dida hevrêyên xwe. Hevrêyê me Nûman ku beriya ku tev li gerîla bibe, zêdetir sempatîzan bû, ji bo bibe milîtanekî Apoyî yê pêşeng û gerîlayekî jêhatî, kete nava hewldaneke bêhempa. Li ser vê bingehê di nava şert û mercên dijwar ên şer de xwestiye xwe amade bike, ji bo vê jî li akademiyên gerîla li ser taktîkên şer xwe perwerde kiriye. Di pêvajoya perwerdehiyê de tevahî lêhûrbûnên xwe daye ser perwerdê û bi awayekî serkeftî qedandiye û xwe ji qadên şer re amade kiriye. Di vê pêvajoyê de hêj bêhtir firsenda naskirina bîrdoziya Rêbertî, exlaq û çanda partiya me bi dest xistiye. Lê belê tu carî xwe têr nedîtiye û lêgerînên xwe dewam kiriye. Hevrêyê me Nûman ku herî zêde li qada #Qendîl# û Herêmên Parastinê yên Medyayê xebat meşand, bi tevlîbûna xwe yê fedekar bû mînak. Roj bi roj xwe pêş xistiye û ji hevrêyên xwe hînî gelek tiştan bûye. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û kelecanî ji bo tevahî hevrêyên xwe bûye çavkaniya kêfxweşiyê û di vî warî de bûye milîtanek pêşeng. Hevrêyê me Nûman ku her tim pêşniyar dikir derbasî herêmên ku şer lê dijwar dibe bibe, di vê daxwaza xwe de israr kiriye û bi ser ketiye.
Hevrêyê me Nûman ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên 14’ê Nîsanê derbasî qada Zapê bû, bi kelecaneke mezin bi hevrêyên xwe re mil bi mil li dijî dijmin şer dike. Hevrêyê me Nûman ku di dawiyê de tevlî şerê azadiyê yê ku bi salan xwe jê re amade kiribû, bi çalakiyên xwe xwest ku kîna xwe ya li hemberî dijmin nîşan bide. Li ser vê bingehê beşdarî çalakiyên li gelek herêmên Zapê bû û di lêdana derbên mezin li dijmin de rol lîst. Hevrêyê me Nûman ku di hevrêtiya xwe de bi dilsozî, nêzîkatiyên xwe yên durist, sade û kesayeta xwe ya kedkar re hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenç kiriye, bi şehadeta xwe û têkoşîna xwe re wê her tim rê nîşanî me hevrêyan bide.[1]