$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Rosîda Dîcle
Nav paşnav: Zîlan Dûman
Cihê jidayikbûnê: #Wan#
Dayik-Bav: Remziye-Alî
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tebaxa 2022 / Wan
$Kurtejiyana şehîd:$
Bajarê me yê Colemêrgê ku kevneşopiya welatparêzî û çanda berxwedanê her tim lê zindî ye, her tim li cem têkoşîna azadiyê ya gelê me rawestiyaye û li dijî dagirkeriyê helwesteke zelal nîşan daye.
Li gel êrîşên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk a dagirker ku nekarî vîna şoreşgerî ya gelê me yê welatparêz Colemêrgê bişkîne, bi koçberkirina bi darê zorê ya li ser gelê me ferz dikir, xwest berxwedanê bişkîne. Tevî hemû êrîşan jî gelê me yê ku her qada xwe veguherand navenda berxwedanê, ji hemû cîhanê re nîşan da ku ew ê ti carî dest ji meşa azadiyê ya ku di pêşengtiya PKK’ê û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re bi serhildanan pêş ket, bernedin. Hevrêya me Rosîda di malbateke bi nirx û xwedî gelek şehîdan de ji dayik bû û mezin bû. Ji ber zextên dewleta dagirker neçar ma tevî malbata xwe ji Colemêrgê koçî Wanê bike.
Hevrêya me Rosîda li gorî nirxên Kurdistanî yên civaka ku tê de dijî hatiye mezinkirin û ji zarokatiya xwe ve bi kesayeta xwe ya têkoşer tê naskirin. Ji nêz ve bû şahidê polîtîkayên giran ên qirkirinê û êrîşên li dijî gelê me û ev yek hêrseke bêsînor a li dijî dagirkeran çêkir. Weke jina ciwan a Kurd rastiya ku sîstemê bi tunekirina jinê kiriye kole û bi bê nasname û kesayetiyê ji cewhera wê qut kiriye, bi awayekî şênber dîtiye. Di heman demê de hevrêya me yê ku dest bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir, di bin bandora fikra azadiya jinê ya Rêber Apo de ma û hewl da ku hîn zêdetir pêş bixe. Her çiqas Rêber Apo û PKK’ê nas kir, rastiya ku azadiya rasteqîn bi civakek bi pêşengiya nasnameya jina azad ava bibe, derxiste holê. Şehadeta hevrêyên wê yê nêz di nava refên têkoşîna azadiyê de hevrêyê me gelekî bandor kir û bû sedem ku hêj bêhtir xwedî li têkoşîna şehîdên me derkeve. Weke jineke Kurd a ciwan û birûmet a ku şopdara Zîlan û Bêrîtanan e, hevrêya me ya ku ji bo siberoja azad a civaka me bi biryardarî têdikoşe, di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû û bi çiyayên azad ên Kurdistanê re hevdîtin kir.
Hevrêya me ya ku bi perwerdeya bîrdozî û leşkerî ya ku dîtî asta hişmendî û biryardariya xwe zêde kir, di qada leşkerî de jî pêş ket û weke jineke ciwan a Kurd a têkoşer tevlî xebatên şoreşgerî bû. Hevrêya me yê ku her kêliya jiyana xwe diyarî şoreş û têkoşînê dike, li ser esasê pêşketina bênavber di xeta PKK û PAJK’ê de kir armanca xwe ya sereke. Bi kesayeta xwe ya germ û hevpar di nava hevrêyên xwe de dihat hezkirin û bi her hevrêyekî xwe re têkiliyên xurt ava dikir. Hevrêya me ya ku di gelek qadan de bi taybetî li Xakurkê, Xinêrê û Garê di gelek qadan de xebat da meşandin, bûye xwedî ezmûneke xurt a gerîla û bi ezmûna girtiye ji hevrêyên xwe re bûye pêşeng. Xewna her gerîllayekî ew e ku li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike. Hevrêya me Rosîda jî ji roja tevlî bûye çûyîna Bakurê Kurdistan kiriye armanca xwe ya sereke û ji bo gihiştina armanca xwe kedeke mezin daye. Hevrêya me Rosîda ya ku weke gerîlayeke jêhatî û milîtaneke YJA Starê ku bersiv da hewcedariyên serdemê, derbasî herêma Botanê bû, weke ku dihat hêvîkirin bû xwedî pratîkeke xurt. Li xaka Botanê ku ji bo her gerîlayekî pîroz e, erka xwe bi rêk û pêk bi cih anî. Hevrêya me yê ku piştî Botanê derbasî herêma Metîna bû û bi perwerdehiya ku girtiye vê carê bi îradeyeke xurttir çû qada Wanê û şerê xwe yê li dijî dagirkeran bênavber domand.[1]