$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Rojhat Kûrtay
Nav paşnav: Ramazan Yeşîl
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Rezbar-Nûrettîn
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tebaxa 2022 / Wan
$Kurtejiyana şehîd:$
Bajarê me yê Wanê bû yek ji navendên pêşeng ên berxwedanê ku têkoşîna me ya azadiyê lê girseyî bû û veguherî serhildanê. Gelê me yê Wanê bi gerîlayên azadiyê re bû yek, ti carî serî li ber êrîşên dagirkeran netewand û di dema pêwîst de berdêl da. Rastiya gelê berxwedêr ê ji aliyê Rêbe Apo ve hate afirandin veguherî kevneşopiyekê û her demê bi hezaran ciwanên Kurd ber bi refên têkoşînê ve kişand. Ji bo meşa me ya azadiyê bi serketinê tacîdar bibe, rastiya şehîdan ku cewhera PKK'ê ye ku ji aliyê lehengên me yên nemir ve hatiye afirandin, misogeriya daîmî ya têkoşîna me ye. Her şehadeteke di nava PKK'ê de bû hinceta mezinkirina bexwedana me. Mîrateya her şehîdekî ji aliyê hevrêyên wî ve hate dewamkirin.
Hevrêyê me Rojhat, ku li Wanê ji dayik bû û li nava derdoreke dilsozê kenveşopiya têkoşînê mezin bû, al û têkoşîna hevrêyê me Bahtiyar Cîlo (Mehmet Şîrîn Gul) dewr wergirt ku xizmê wî bû û sala 2008'an şehîd bû. Bi vî rengî bû şopdarê meşa bi rûmet a şehîdan. Hevrêyê me Rojhat ku di temenê biçûk de têkoşîna me nas kir û li Wanê bi çanda serhildanê mezin bû, jiyana bênasname û bêkesayetî ya sîstemê ti carî qebûl nekir. Hevrêyê me Rojhat timî hewl da hîn bêhtir têbikoşe, li dijî dewleta Tirk a mêtinger ku dixwaze bi siyaseta înkar û îmhayê gelê me qir bike, bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me Rojhat ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve bi zorê tevlî leşkeriyê hate kirin, li vê derê rûyê rast ê artêş û dewleta dagirkre baştir nas kir. Di vê pêvajoyê de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdsitanê û felsefeya jiyana nû ya Rêber Apo bêhtir ji nêz ve nas kir û dît ku azadiya gelê me tenê bi tevlîbûn û jiayneek fedaî, bi têkoşîna dîrokî ya gerîlayên azadiyê dikare pêk were.
Hevrêyê me Rojhat bi asta xwe ya biryardariyê berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk xwe şareza kir, bi jiyana gerîla re bû yek û tevlîbûneke xurt pêk anî. Li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên qirker, li Mexmûr û Kerkûkê li dijî dagirkeran şer kir, di rizgarkirina gelê me ya ji qirkirinê de bû xwedî roleke mezin. Hevrêyê me Rojhat ku wezîfeya xwe bi serketineke mezin bi cih anî, piştre vegeriya çiyayên azad ên Kurdistanê. Derbasî qada Zapê bû ku şerekî dîrokî li dijî dagirkeran lê dihate meşandin û tecrûbeya xwe ya li ser jiyan û şer derbasî pratîkê kir, ji hevrêyên xwe re pêşengî kir. Bi kesayetiya xwe ya enerjîk her kar bi daxwazeke mezin kir, wezîfeyên şoreşê bi serketî bi cih anî. Weke fermandarekî pêşeng ê bi ruhê dema nû û gerîlayekî şareza, derbasî Wanê bû, li xaka lê ji dayik bû û mezin bû bi serbilindî gerîlatî kir. Hevrêyê me Rojhat bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyan bû û li refên pêş derbên giran li dagirkeran xist, li her qada lê ma ji bo hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Ji bo serketina têkoşîna me ya azadiyê bêrawestan kar kir û her tim li ser xeta milîtaniyê ya partiya me meşiya, bû hêjayî şehîdên me yên nemir. Bîranîna hevrêyê me wê her tim di têkoşîna me de dewam bike.[1]