$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Gabar Demhat
Nav Paşnav: Kemal Boral
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik - Bav: Vecîde – Aydin
Cih û demê şehadetê: Garzan 2022-08-08
$Kurtejiyana şehîd:$
Qada me ya Garzan her tim li dijî dagirkerî û mêtingeriya li ser Kurdistanê bi têkoşîna xwe bûye yek ji navendên herî girîng ya dîrokî ya gelê me. Bi pêşengiya Rêber Apo bi derketina partiya me PKK’ê hêviya gelê me ya azadiyê hatî nava pencên qirkirinê, ji nû ve zindî bû û yek ji qadên destpêkê ku xwedî li têkoşîna azadiyê derket, xelkê Garzan e. Zarokên bi wêrek ên Kurdistanê ref bi ref tevlî refên têkoşînê bûne, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku nûneriya xeta sekin û jiyana bi rûmet a gelê me dike qada Garzanê weke navenda têkoşînê hilbijartiye. Dewleta Tirk a mêtinger ku dixwaze xelkê me yê Garzanê yê welatparêz ji têkoşînê dûr bixe, di salên 90’an de bi destê çeteyên Hîzbûl-kontra li dijî gelê me gelek komkujî pêk anîn. Xelkê me yê Garzanê tevî hemû zextan jî, xeta jiyana azad a Rêber Apo esas girt, li dijî êrîşên dagirkeran têkoşîn geş kirin û bûne bersiv. Hevrêyê me Gabar jî li bajarê me Êlihê ya ku girêdayî kevneşopiya berxwedanê bi kok a Garzanê, di nava malbatek welatparêz de ji dayik bûye. Hevrêyê me ji temenê xwe yê zarokatiyê ve Rêber Apo û berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi eleqedariyek mezin dişopîne, tevî xebatên ciwanan bûye û di nava pratîkê de bi demê re hîn baştir û nêztir PKK nas kir. Ji bo demek dirêj ciwanên Kurd li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger biparêze, li bajarên cuda têkoşîn meşandiye. Hevrêyê me her tim geşkirina têkoşîna esas girtiye, tiştên ku kirine têrker nedîtine û hîn zêdetir di nava berxwedanê de esas girtiye. Hevrêyê me li ser vî esasî lêhêrbûnên xwe kûr kirine û sala 2013’an ku li Êlihê ku lê ji dayik bûye û xebatên ciwanan bi rêve biriye, tevlî nava refên gerîla bûye.
Hevrêyê me Gabar bi perwerdeyên gerîlatiyê yên dîtine, di demek kurt de fêrî jiyana gerîla bûye ku ne biyaniyê wê ye, piştî ku li qada Gerê demekê xebat meşand, derbasî qada Qendîll bûye. Hevrêyê me demek dirêj li gelek qadên Qendîlê gerîlatiyek bi serkeftî kiriye û di taktîkên de gerîla de bûye pispor. Bêyî ku bibêje mezin biçûk, bi cidiyetek mezin nêzî hemû erkên xwe yê Partiyê bûye û esas girtiye ku bi serkeftinê bi encam bike. Di felsefetiya Rêber Apo û jiyana PKK’ê de ji bo hîn zêdetir xwe kûr bike, bi perwerdeyên ku dîtine li ser esasên gerîlatiya demê ya nû serweriyek mezin çêkiriye. Hevrêyê me Gabar perwerdeyên xwe bi bûyîna fermandariyê perwerdeyên xwe bi serkeftî bi encam kir û piştre car din derbasî qada pratîkê bûye. Ji bo li ser xaka Garzanê ya pîroz gerîlatiyê bike ku timî xeyala wê yekê kiriye, gelek caran pêşniyar kiriye. Hevrêyê me Gabar ji aliyê partiya me ve pêşniyara wî hat qebûlkirin û xwe ji bo qada Garzanê amade kir, gihiştiye armanca xwe ku ji zarokatî ve xeyal dikir ku li Garzanê gerîlatiyê bike. Hevrêyê me ji bo bibe bersiva êşên ku bi deh salane gelê me dijî û tunekirina sîstema qirkirinê ya Îmraliyê kiriye navenda têkoşîna xwe ya şoreşgerî, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de ji vê armanca xwe dûr neketie û bi xwe fedakariyek mezin têkoşiyaye. Hevrêyê me Gabar di nava hevrêyên xwe de bi dilnizmî, kedkarî û xwîngermiya xwe dihat naskirin û li her qada ku lêye kariye heskirin û rêzdariya hevrêyên xwe qezenc bike. Weke ku di jiyanê de, di şer de jî ji xwe re kiriye hêman ku li herî pêş be, esas girtiye ku xeta têkoşîna şehîdên me yên nemir, ber bi serkeftinê ve bibe. Hevrêyê me Gabar li dijî dagirkerên ku dixwazin hêviya pêşeroja azad a gelê me tune bikin, ket nava têkoşînek bê hempa û ji bo erkên xwe yên şoreşgeriyê bi serkeftinê pêk bîne, bi biryardarî û hêza îradeya xwe xebat kirine. Weke mîlîtanek fermandar derketiye pêş û ji hevrêyên xwe re pêşengî kiriye. Hevrêyê me Gabar bê navber tempoy tevlîbûna Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bilind kiriye û bi hevrêyên xwe re bi ruhê serkeftinê nêzî erkên xwe yên şoreşgeriyê bûye û kariye bibe mîlîtanek bi wêrek û fedayiyê Rêber Apo. Hevrêyê me Gabar ji bo me hevrêyê xwe mîrateyek mezin a têkoşînê hiştiye û tevlî karwanên nemiran bûye. Em soza tacîdarkirina têkoşîna wî ya bi serkeftinê, dubare dikin.[1]