$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Reşît Andok
Nav paşnav: Husamettîn Ergîn
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Ayşe-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê 04-09-2017
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Reşît di nava malbatek welatparêz de jidayik bûye ku ji ber zextên dewleta Tirk a dagirker neçar maye ji metropolên Tirkiyeyê koçî Mêrsînê bike. Hevrêyê me di nava civakek a ku tevlîbûnên wan ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hene û girêdayî nirxên azad ên gelê me ye de, mezin bûye. Şahidî ji êrîş û zextên dewleta Tirk re kiriye. Hevrêyê me li hemberî kiryarên dermirovî yên dewleta mêtinger xwedî hêrsek mezin bûye û ketiye nava lêgerînên têkoşînê. Hevrêyê me ji bo di aliyê madî de alîkariya malbata xwe bike, neçar maye ku di gelek karan de kar bike û bi çarçoveyên ked û têkoşînê re mezin bûye. Hevrêyê me bi tevlîbûna xebatên ciwanan li dijî siyaseta asîmîlasyon, înkar û îmhayê ya dewleta Tirk a mêtinger têkoşiyaye. Ji ciwanên Kurd re pêşengî kiriye û ji bo wan li dijî polîtîkayên qirêj ên sîstemê bi zane bike, ketiye nava hewldanan. Hevrêyê me tevî ku ji erdnîgariya Kurdistanê dûr mezin bûye, bi zanebûnek welatparêz û çandî mezin bûye û bûye xwedî kesayetek qayîm. Li hemberî berxwedana dîrokî ya gerîla ku ciwanên Kurd ên bi rûmet li çiyayên Kurdistanê dimeşîne, bûye xwedî eleqeyek mezin. Hevrêyê me bi tevlîbûna refên gerîla, bi xeyalê şerkirina ji bo pêşeroja azad a gelê me jiyayeû sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bûye.
Hevrêyê me li qada Zagrosê tevlî nava refên gerîla bûye û pratîka yekem a gerîlatiyê bi rêve biriye. Di demek herî kurt de fêrî şert û mercên herî zehmet bûye û bûye gerîlayek azad. Hevrêyê me Reşît piştî perwerdeya nû ya şer dît, derbasî çeperê şerê germ bû. Ji xwe re esas girtiye ku li pey şopa fermandarê me yê nemir Reşît Serdar bimeşe û ji pêwîstiyên demê re bibe bersiv. Hevrêyê me ji bo di qada îdeolojîk û leşkerî de mezin bibe, kedek mezin daye û di asta pêşeng de bûye xwedî tevlîbûnek mîlîtanî. Hevrêyê me ji bo xeta jiyana nû ya PKK’ê li her cihê serwer bibe, her tim têkoşiyaye. Bi hevrêyên xwe re bûye yek û ji bo bicihanîna erkên xwe yên şoreşê, bêyî ku biraweste ked daye. Hevrêyê me piştî pratîka bi hêz a li eyaleta Cîloyê meşandî, tevlî Hêzên Taybet bû û ji bo di her qadê de bibe pispor hemû enerjiya xwe daniye holê. Hevrêyê me Reşîst bilez pêş ketiye û bi awayek fedayî tevlî xeta berxwedanê ya partiya me PKK’ê bûye. Hevrêyê me dema ku xwe pêş dixist, di heman demê hevrêyên xwe jî pêş dixist, bê navber lêkolîn dikirin, fêr dibû û tiştên ku fêr bûne parve dikir. Di refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, her kêlî bi têkoşînê derbas kiriye. Em car din soz didin ku em ê ala berxwedanê ya ku hevrêyê me Reşît dewrî me kirî, heta serkeftinê hildin. Hevrêyê me li ser xeta şehîdên me yên nemir bi fedayiyane jiya û şer kir.[1]