$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Gîvara Kurdan
Nav Paşnav: Hewbeş Omer
Cihê Bûyinê: Pêncewîn
Navê Dê û Bav: Azîme Omer – Omer Mecîd
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 09-08-2019 /Qadên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Gîvara li Pencewînê ya Başûrê Kurdistanê li gundekî li nav malbateke welatparêz çêdibe. Hevrêyê me Gîvara girêdayî berxwedêrî bi nirxên malbata xwe mezin bûye û kesayata xwe li gorî vê daniye. Hevrêyê me ku ji zaroktî ve li pey azadiyê bû, têkoşîna azadiyê ya gelê me ya li hemû parçeyan ji nêz ve şopandiye û naskiriye. Ti caran neketiye pey xeyalên qelp ê serbixwe û azadiyê, bawer kiriye azadiya rastî ya gelê me encex bi têkoşîneke yekere ya hemû parçeyên Kurdistanê pêkan e. Di encama van lêgerînan de fersend çêdibe ku Partiya me PKK'ê û Rêber Apo nasbike û di demeke kurt de bûye sempatîzanê partiya me.
Demekê li Başûrê Kurdistanê xebat kiriye û piştre sala 2018'an ku şer pir giran bû tevlî nav refen gerîla dibe, biryar dide têkoşîna şoreşger li çiyayên azad bidomîne. Piştî ku tevlî nav refên gerîla dibe bi demeke kurt şêwaz û taktîka gerîla hîn dibe, hewl dide ku xwe tim pêş bixe. Her wiha li felsefeya Rêbertî hûr ibe, jiyana li gorî pîvanên civaka exlaqî û polîtîk ji xwe re dike esas. Bi kesayata xweya sirûştî û jidil dike ku hevrêyên wî jê re hurmetdar bin, hevrêyê me Gîvara dibe yek ji mînaka bijarta ya yekîtiya netewî ya gelê me.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Avşîn, Agît, Rûbar û Gîvara ku hemû jiyana xwe bi berxwedanê honane û di têkoşîna azadiyê ya gelê me de gavekê jî dudilî nebûne û bi bawerî û biryardarî li serfiraziyê asê bûne, serê tevahiya gelê me yê welatparêz ê Kurdistane sax be, em sond dixwin bîranîna hevrêyên me şehîd li Kurdistana azad bidin jiyîn.''[1]