$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Çavrê Kamûran
Nav paşnav: Suheyla Kirmizitaş
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Safiye-Celal
Dem û cihê şehadetê: 05-10-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Çavrê li Geverê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku ev herêma me bi welatparêziya xwe tê naskirin û bi hezaran ewladên xwe tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê kiriye. Ji ber ku li nava derdor û malbateke welatparêz mezin bû, ji ber performansa serketî ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê ya li dijî artêşa Tirk a qirker, partiya me PKK nas kir û sala 2008'an tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Çavrê ku piştî tevlîbûna li nava refên gerîla baweriya xwe bi wê anî ku azadiya rasteqîn bi dest xistiye, bi her awayî xwe li jiyana nû girt. Ji ber ku vê jiyana nû derfetên mûezem ê azadiyê pêşkêşî wê kir. Di heman demê de derfet da ku tolê ji dewleta Tirk a qirker hilîne ku nîşaneya sîstema bi serweriya mêr a li herêma me ye. Ji bo vê jî di demeke kurt de hînî jiyana çiyê û gerîla bû, xwe bi her awayî bi felsefeya Apoyî xemiland û xwe fedayî nasnameya jin a aazad kir. Li ser vê bingehê di serî de perwerdeyên îdeolojîk li gelek qadan xwe perwerde kir, bû gerîlayeke azad a şareza. Taybetmendiyên jin a azad ji bo karibe li her kêliya jiyanê bi cih bîne, bi rengekî fedayî tevlî bû û xwe bi kedê mezin kir. Hevrêya me Çavrê lid ijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji bo qirkirina gelê me û tunekirina hêzên gerîla û tevahiya gelê Kurd dimeşîne, kete nava şerekî çalak. Li ser vê bingehê ji Zagrosan heta Heftanînê, ji Botanê het Rojava li gelek eniyên şer cih girt û di afirandina serketinên mezin de bû xwedî kedeke girîng. Di nava vî şerê giran de tevî ku gelek caran birîndar bû timî tercîh kir ku di nava karên leşkerî de bimîne û bû mînakeke bêhempa ya milîtaniya jinê. Bi sekna xwe ya bi îrade û jîrbûna xwe, di her karî de ji bilî serketinê pîvaneke din qebûl nekir û bi vî rengî heta dawiyê baweriya xwe bi gerîlatiya serdema nû û rêbaza wê ya şer anî. Ji sala 2017'an û pê ve li herêma Avaşînê dest bi kar kir û di asta berpirsyariyê de bi erka xwe rabû. Bi rêbaza pêşketinê bû fermandareke YJA Starê. Bi kesayetiya xwe ya sade û dilnizm hevrêya me Çavrê bû mînak ji hevrêyên xwe re. Di heman demê de bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin, bi çalakiyên xwe yên li dijî dijmin bû çavkaniya bawerî û wêrekiyê ji hevrêyên xwe re. Li dijî bangên teslîmiyetê û êrişên derveyî mirovahiyê yên dijmin ên li Werxelê bi çeka xwe bersiv da. Bi hişmendiya xwe ya afirîner, kêliyekê jî ji daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê tawîz neda û gihîşt şehadetê. Jİ bo me hevrêyan hinceteke girîng a têkoşînê li pey xwe hişt.[1]