$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Mahîr Kop
Nav paşnav: Çetîn Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Ayten-Rahmî
Dem û cihê şehadetê: 05-10-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrê Mahîr li Mûşê ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz de mezin bûye. Di pêvajoya sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk a dagirker dixwest gelê me qir bike, tevlî nav refên gerîlayan bûye û wekî ciwanekî Kurd ê bi rûmet bersiva pêwist daye dagirkeran. Bi fikra ku wê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hebûna gelê me biparêze û azadiya wê pêk bîne, tevlî nav têkoşînê bûye û di vê çarçoveyê de kedeke mezin daye. Hevrê Mahîr di gerîlatiyê de di nava demeke kurt de xwe bi pêş xistiye, li qada Avaşînê di nav hemû hevalên xwe de bi kesayetiya xwe ya kedkar û mutewazî hatiye naskirin. Li Avaşînê ya ku gelekî pê ve hatibû girêdan, di gelek çalakiyan de yên li dijî dagirkeran cih girtiye. Bi hezkirineke mezin bi hevalên xwe hatiye girêdan, meşa li ser xeta serfiraziyê her dem ji xwe re kiriye esas, di her şertan de bi enerjiya milîtaniya partiyê tevgeriyaye û ev enerjî daye hevalên xwe. Bûye yek ji parêzvanê jiyana gerîlayan a pîroz, li hemberî hemû hevalên xwe berpirsyar tevgeriyaye û ji bo ku hevalên wî di warê îdeolojîk û leşkerî de bi pêş ve biçe, her dem hewl daye. Di dema berxwedana Werxelê de ji roja pêşîn bi cesaretekî mezin şer kiriye, li her çepera Qada Berxwedanê derb li dagirkeran xistiye û nehiştiye dagirker bi pêş ve werin. Heval Mahîr wekî nûnerekî mêrxas ê felsefeya Rêber Apo di dîroka bi rûmet a gelê me de cihê xwe girtiye, bûye parçeyekî Destana Werxelê. Dema ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî êriş kiriye, heval Mahîr şehîd bûye. Heval Mahîr wê heta serfiraziyê pêşiya me ronî bike. [1]