$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Omer Eker
Nasnav: Hozan Farqîn
Cihê jidayikbûnê. Amed
Dayik-Bav: Emîne-Ebedîn
Dem û cihê şehadetê: 11-07-2020 / Heftanîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Hozan ku li nava malbateke welatparêz a Amedê ji dayik bû, ku kevneşopiya welatparêziya qewîn a Amedê ti carî serî li ber dewleta Tirk a dagirker netewandiye, bi sekneke ku li vê dîroka Amedê bê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Hevrêyê me Hozan, komkujiyên ku dewleta Tirk di Berxwedana Xwerêveberiyê de li gelê me kir ji nêz ve dît, ji bo hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi rengekî encamgir bi kar bîne, berê xwe da Çiyayên Azadiyê. Ji roja ku tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û pê ve ji bo di rêbaz û taktîka gerîla de profesyonel bibe kete nava hewldanên girîng. Hevrêyê me Hozan bi perwerdeya ku dît, bi pratîka xwe nîşan da ku gerîlatiya dema nû divê çawa be. Di pêvajoya Pêngava Cenga heftanînê de li gelek deveran derbên girann li dijmin xist, bi taybetî li qada Bektoryayê di dema wezîfeya xwe de cihê xwe di nava gelek çalakiyan de girt û piştî ku artêşa Tirk a dagirker di van çalakiyan de derbên giran xwar, neçar ma xwe ji qadên dagirkirî vekişîne.[1]
این مقاله بە زبان (Kurmancî) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون
کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 439 بار مشاهده شده است
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!