Navê pirtûkê: BOXEYÊ BIRÎVAYÊ
Navê nivîskar: EVDO ŞÊXO
Cihê çapkirina pirtûkê: #Amed#
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2016
Di berhevoka nivîsên pexşanî ya li jêr navê “Boxeyê Birîvayê” de, nivîskarê ciwan Evdo Şêxo hewl dide ku êş û hestên xwe bi zimanekî biwêjî û dilrevîn di pîyaleya wêjeya Kurdî ya nûjen de ro bike.
Nivîsên ku giranîyê didin vegotina bîsteka dilsoj a janê; meşka rabihurî, îroroj û siberoja gelekî xêrjixwenedîtî kil dide.
“Havîn e, havîna Deşta Tozê ye. Qiçîna nîvroyê ez wekî ava tirîyekî Midyadî givaştime. Havîn e û ez nû ji devê tava nûhişyar derketime. Zeraqa tavê avêtiye ser xaka me ya dûz lê Binxet hîn dergûşa Birîvayê kil dide. Rojê kirasê şevê çirandiye û êdî dinya wekî dilê dayîk min ron e.”
Nivîsên “Boxeyê Birîvayê” xwe heta radeyekê ji bendên qalibên hiphişk ên polandina wêjeyê rizgar kiriye, îcar geh wekî nivîseke pexşanî ya çîrokî û geh wekî terzeke helbestî ya nazik şopa pênûsê vekiriye.[1]