کتابخانه کتابخانه
جستجو

کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!


گزینه های جستجو





جستجوی پیشرفته      صفحه کلید


جستجو
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
ابزار
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
زبانها
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حساب من
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
جستجو ارسال ابزار زبانها حساب من
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 درباره
 آیتم تصادفی
 قوانین استفادە
 آرشیویست های کوردیپیدیا
 نظرات شما
 گرد آوریها
 کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
 کمک
موضوع جدید
زندگینامە
ملا سید احمد فیلسوف
31-05-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
شیان شمو خدر
25-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شیان خلیل ابراهیم
25-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شکور دربو حسین بشار
25-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شوکریە صالح احمد
22-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شاها حجی بشار
22-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شامل اسماعیل خودیدا
22-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
سیدو خلف علو
08-05-2024
سارا سردار
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
کوه قارون
05-05-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 518,571
عکس ها 105,718
کتاب PDF 19,404
فایل های مرتبط 97,448
ویدئو 1,395
زندگینامە
حیدر شیخ علی غلام
زندگینامە
صلاح محمد کریم
زندگینامە
لیلا زانا
زندگینامە
محمود مرادی
زندگینامە
کیوان کوسری
Radyoya Kurdî di rojnama Rêya Teze de
از طریق کوردیپیدیا شما می دانید که در هر روز از تقویم ما چه اتفاقی افتاده است!
گروه: تحقیقات مختصر | زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
اشتراک گزاری
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Radyoya Kurdî di rojnama Rêya Teze de

Radyoya Kurdî di rojnama Rêya Teze de
Radyoya Kurdî di rojnama Rêya Teze de.
#Rohat Alakom#
24-04-2023
#Wezîrê Eşo# di nivîseke xwe de qala bîranîneke xwe dike ku gelek balkêş e. Ew li Tiflîsê gelek caran rastî dengbêjê kurd Şeroyê Biro tê ku di xortaniya xwe de bi dengê xwe çiya û banî hejandine.
Radyoya Kurdî di sala 1955an de li Ermenîstanê hatiye vekirin, di nav kurdan de wek Radyoya Rewanê yan jî wek Radyoya Kurdî hatiye zanîn û navandin. Di destpêkê de wek “Beşa Kurdî” (bi ermenkî: K’rdakan bajin, Քրդական բաժին) ya Saziya Radyo û Televîzyona Dewleta Ermenîstanê vebû. Adrêsa wê: “Mravyan 5” bû. Di qatê 3an yê vê avahiya mezin de ji bo Beşa Kurdî sê ode hatine veqetandin. Di navbere salên 1955-1957an de Casimê Celîl, paşê jî Xelîl Mûradov ji sala 1957an heta sala wefata xwe (1981) qasî 24 salan wek berpirsê Radyoya Kurdî kar kiriye. Jina wî Eznîva Reşîd (1926-2000) bi salan wek bêjera radyoyê xebitiye. Di meşandina karên Radyoya Kurdî de bi taybetî keda endamên malbata Casimê Celîl, Xelîl Mûradov û kesên din gelek mezin bûye. Di salên 1980î de qasî 7 kesan kar kirine, wek Rêya Teze çar beşên wê hebûn. Demekê Emma Çaçan (keça Aramê Çaçan) jî li wir wek sekreter xebitiye. Têmûrê Xelîl di navbera salên 1981-1984an de wek serwêrê para çandî li wir kar kiriye. Dema dibêjin kurdên Sovyetê bêgûman navê rojnama Rêya Teze û Radyoya Rewanê tê bîra me. Di nav rûpelên Rêya Teze hin caran em rastî mijara Radyoya Rewanê jî tên, wek nivîsên Xelîl Mûradov, Ahmedê Gogê û Babayê Keleş.
Dema Radyoya Kurdî û Rêya Teze di destpêka sala 1955an de vebûne, herduyan jî gelek deng vedane. Di nav kurdan de bûye sedemê şabûneke cotane. Heman salê di hejmareke Rêya Teze de em wênekî gelek xweşik dibînin ku çend xwendekarên kurd, du keç û çar xort li dora radyoke mezin berhev bûne, bi baldarîke mezin radyoyê guhdar dikin û bi radyoyê re hatine kilîtkirin.[4] Di çend wêneyên din de jî em hin kurdên ku li dora radyoyên xwe berhev bûne û guh didin radyoyê, dibînin. Di nav van kesan de zarok, ciwan, dê û bavên wan, kesên salbihurî xuya dikin. Carina hin wêne bi notên kurt wek nûçe hatine weşandin.[5] Radyoya Rewanê di salên destpêkê de bala guhdarên kurd çawa kişandiye û kela canê wan çawa bilind kiriye em bi awakî baştir di van wêneyan de dibînin. Di destpêkê de hejmara dengbêj, sazbend û muzîsyenên kurd ewqas zêde nîn bûne, dengbêj û hunermendên wek Ahmê Çolo, Etemê Silto, Aşiq Nazûk û Şamilê Beko jîyana kurdan ya mûzîkê rengîn kirine. Koma Şamilê Beko hê di salên 1930yî de dest bi karên mûzîkê dike û li gund, nehiye, bajar û komaran geriyaye, tevî şahiyan bûye. Paşî koma Sûsika Simo jî tê nasîn. Yek ji wan kesên ku di festîvalên komên xweefrandar de bi deng û bi kilamên xwe hatiye hezkirin jî Seîdê Silo bûye.
Bi kurtî dikarin bêjin ku Şeroyê Biro, Efoyê Esed, Ahmedê Mirazî, Egîdê Têcir, Sûsika Simo û Gulîzera Etar di van salan de gelek alîkariya Radyoya Kurdî jî dikin. Sazbend û muzîsyen Şamilê Beko û Egîdê Cimo bi fîq, bilûr û meyê gelek meqamên ji hev xweştir lêxistine. Bi kilama “Welatê me Kurdistan e” hestên netewî hêdî hêdî di nav kurdan de gur dibin. Tê gotin ku berê di tekstê vê kilamê de ev îfadeya hebûye: “Kurd û ereb bira ne”, lê paşê kurdan ew guhartiye, kiriye: “Kurd hemû bira ne”.[6] Çawa em dibînin ku warên xebatên Radyoya Kurdî, dengbêjên kurd û komên kilam û reqasê gelek caran nêzîkî hev bûne û bi tevayî beşeke bingehîn ya çanda kurdên Sovyetê pêk anîne.
Hersal li Sovyetê herweha li Ermenîstanê 7 meha gulanê wek Roja Radyoyê hatiye pîrozkirin. Ji ber vê roja Rêya Teze jî dema ev roja watedar nêzîkî bûye di derbarê rojê, dîroka wê û herweha Radyoya Rewanê ya bi zimanê kurdî daye nasandin û nivîsên cihê belav kirine. Berpirsê Radyoya Kurdî Xelîl Mûradov[7] û Ahmedê Gogê[8] hin caran bi nivîsên xwe derketine pêşberî xwendevanên kurd, di derbarê kar û xebatên xwe de agahiyên kêrdar dane. Di warê danasîna Radyoya Kurdî de çend reportajên Karlênê Çaçanî[9] gelek hewaskar û fêrkar in. Di reportajeke sala 1958an de Karlênê Çaçanî berpirsê radyoyê Xelîl Mûradov û bêjera wê Eznîva Reşîd dide nasîn û di nivîseke din de jî bi çar dengbêj û sazbendên ciwan re li ser karên wan reportajeke balkêş çêkiriye.
Nivîseke Babayê Keleş jî bala me dikşîne: “Yêrêvan Xeber dide”.[11] Babayê Keleş di vê nîvîsa xwe de diyar dike ku di sala 1977an de ji der redaktorê berpirse Xelîl Mûradov van kesan di Radyoya Kurdî de kar dikir: Mirazê Evdo, Ahmedê Gogê, Sîma Semend, Cemîla Celîl, wek wergêr Îşxanê Eslan û wek bêjer jî Keremê Seyad, Eznîva Reşîd û Sêvaza Evdo. Piştî 12 salan em bi wêne di nûçeke din de navên van xebatkarên Radyoya Kurdî dibînin: Cemîla Celîl (redaktor), Lûsya Huseyn (bêjer), Ahmedê Gogê (serwêrê parê), Gulîzera Casim (bêjer), Hesenê Mehmûd (redaktor), Keremê Seyad (bêjer) û Îşxanê Eslan (redaktor).[12] Karlênê Çaçanî û Babayê Keleş bi vî awayî rapor û nûçeyên xwe ji Radyoya Kurdî radigihînin û vê saziyê bi xwendevanan didin nasîn. Di hin nivîsan de bêjer û xebatkarên Radyoya Rewanê dîtinên xwe jî di derbarê mijarên cihê de dîyar kirine, wek Eznîva Reşîd û Keremê Seyad.
Di sala 1958an de Karlênê Çaçanî diçe seredana Radyoya Rewanê. Berpirse beşa “Zaynadarane” Silva Ananyan wî dibe oda ku “… qeytanên kilam û sazbendîya cimaeta kurda têne xweykirinê. Reqema kilam û miqala dighîje 250”. Qasî 20 sal derbas dibin, berpirsê beşa kurdî Xelîl Mûradov di nivîseke xwe de (1979) dîyar dike ku hejmara van qeydan gihîştiye 1300 perçan. Di warê qeydkirina kilam û miqamên kurdî de Xelîl Mûradov gelek hewl daye. Wî li ser vê pirsgirêkê nivîsîye jî.[15] Xelîl Mûradov ligel nivîseke xwe dema ku dengê wî tê qeydkirinê wênekî Karapetê Xaço jî weşandiye.[16] Ahmedê Gogê ku piştî Xelîl Mûradov (1981) dibe berpirsê Radyoya Kurdî di nivîsa xwe dîyar dike ku wextên weşanê yên Radyoya Kurdî her çûye zêde bûye: “Xeberdanên radîoêye kurdî pêşîê 15 deqe bûn, paşê bûne 30 deqe, lê niha sehet nîvekin”. Di dawiya nivîsa xwe de ew nîşan dide ku ew ê alîkariya tevgerên perestroyka û glasnostê bikin: “Em dixebitin, wekî qewlê warguhastinê (nûjenkirin), demokratîaê, eşkeretîêda rast û ser derece blind emrjîyîna Sovêtîê bidne kivşê”.
Berpirs û hevkarên radyoyê, organên ragîhandinê wek organên di xizmeta gel de dîtine. Ji ber vê nêrînê, berpirsê Radyoya Kurdî Xelîl Mûradov, Radyoya Kurdî wek organeke “Gazêta bê kaxez û bê hidûd” daye nasandin, Radyoya Kurdî û Rêya Teze nêzîkî hev kirine, wek hevalcêwiyan dîtiye.[18] Bi kurtî em dikarin bêjin ku Radyoya Kurdî bi gelek nûçe, nivîs û wêneyan dengê xwe tevî dengê Rêya Teze kiriye, bi vî awayî dengê cimaeta kurd di van salan de li Sovyetê û li hemû cîhanê xurttir kiriye. Navendên herdu weşanan li bajarê Rewanê û nêzîkî hev bûne. Armanca herduyan ya bingehîn jî di nav cimaeta kurd de pêkanîna toreke ragîhandinê ya baştirîn bûye. Endamên xebatkarên Radyoya Kurdî gelek caran bi çalakiyên xwe, xwe di rûpelên Rêya Teze de dîtine. Rêya Teze carina tek tek carina jî wek kom wêneyên xebatkarên Radyoya Kurdî weşandine ji bo guhdar ne tenê dengê wan, wek mirov wan bi çavên xwe jî bibînin. Bi kurtî di navbera Radyoya Kurdî û Rêya Teze de hevbandorî û pevguhastineke berbiçav hebûye. Min di vê beşê de xwest ku bi kurtî tenê cîh û îmaja Radyoya Kurdi di nav rûpelên Rêya Teze de nîşan bidin.
$DENGBÊJÊN KURD DI RÊYA TEZE DE$
Di nav nûçe û nivîsên ku di derbarê çand û huner de di Rêya Teze de derketine beşa here rengîn bêgûman yên li ser dengbêj û muzîsyenên kurd in. Rêya Teze hertim ev kesên hunermend derxistiye pêş, ew bi tekst û wêne dane nasandin, em li vir beşeke van çavkaniyan wek jêrenot rêz dikin.[19] Di nav van dengbêjan de hin kes ermen bûne, wek Karapêtê Xaço, Dawitê Xilo, Aramê Tîgran… Ji vana malbata dengbêj û muzîsyen Aramê Tîgran ligel çend malbatên din di sala 1966an de ji Sûriyê koçberî welatê kal û bavê xwe Ermenîstanê dikin.[20] Heman salê rojnama Rêya Teze ligel endamên mala Aram hevpeyvîneke gelek balkêş dike. Di vê hevpeywînê de ew di derbarê têkiliyên xwe û kurdan dikin. Di cîhekî de dîyar dikin ku ew li bajarê Qamişlo cînarê malbata Cegerxwîn bûne: “Cegerxwîn cînarê me yî lapî nêzîk bû. Şev û ro em û ew mala hevdu bûn, Kehla jina wî me ra mînanî xûşka bû, lê Sînema qîza wî ber çevê me mezin bû. Cegerxwîn gelekî ji Aram hiz dikir, dibir kêleka xwe dida rûniştandinê û Aram jê ra bi seheta distra…” [21] Di kilama xwe ya bi navê “Biçim, biçim” de Aramê Tîgran qala vê koça malbata xwe ya sala 1966an dike: “Diçim li vir namînim/Bese derda hilînim…”[22] Kesên ku enstruman û amûrên mûzîkê (wek bilûr, mey, zirne, fîq û saz) bi kar anîne jî jîyana mûzîka kurdî rengîn û dewlemend kirine. Piraniya wan di Radyoya Rewanê de kar kirine, dengê xwe gîhandine kurdên li hemû perçeyan.
$RÊYA TEZE BÛYE HÊZEKE XURT$
Di Rêya Teze de em rastî beşên wek “Ji cêrga dengbêj û sazbendêd me” tên ku ew li wir hatine nasandin. Ev nivîs û nûçe bêgûman li bal wan coş û kelecaneke mezin peyda kiriye, ew teşwîq kirine. Di nav van nivîskaran de kesên ku zêde ev nivîs amade kirine û weşandine herdu muzîsyenên jin Cemîla Celîl û Nura Cewarî, berpirsê Radyoya Rewanê Xelîl Mûradov û kurê wî Têmûrê Xelîl, nivîskar û lêkolerên wek Wezîrê Eşo, Emerîkê Serdar in… Belê mirov dikare bêje ku Rêya Teze bi weşanên xwe yên mûzîkê bûye hêzeke xurt ji bo van hunermendan ku bi dengê xwe alîkarîke mezin dane pêşketina çanda kurd.
Wezîrê Eşo di nivîseke xwe de qala bîranîneke xwe dike ku gelek balkêş e. Ew li Tiflîsê gelek caran rastî dengbêjê kurd Şeroyê Biro tê ku di xortaniya xwe de bi dengê xwe çiya û banî hejandine! Li gorî Wezîrê Eşo dema ew li Tiflîsê rastî Şeroyê Biro hatiye, êdî ew kal bûye. Ev yeka navê pirtûkeke wî jî pêk tîne: “Dengbêj kal bibû”. Dema ew rastî hev hatine, Şeroyê Biro hertim ji berîka xwe hejmareke Rêya Teze derdixe nîşanî Wezîrê Eşo dide: “Û Şero dîsa destê xwe dive cêva berîê, rojnema Rya Teze derdixe, bi fesal vedike û dirêjî lawika dike. Paşê ji destê wan digre û dîsa bi fesal dike cêva xwe. Ewî usa ew rojneme dirêjî xelqê dikir û paşta hildida-teê qeyî bigota hinekê dinê ji destê wî birevînin û ewê bê tiştekî herî ezîz bimîne”.[23]
$QEREQELE WEK GUNDEKÎ DENBÊJ HATIYE NASÎN$
Belkî ev nivîsa ku Şeroyê Biro di berîka xwe de li ser xwe gerandiye, ev nivîsa Xelîl Mûradov e ku wî di sala 1977an de di derbarê Şeroyê Biro de nivîsîye û di Rêya Teze de weşandiye.[24] Şeroyê Biro ji gundê Qereqelê hatiye dinê ku li aliyê herêma Surmeliyê dima. Ev gundê Qereqelê niha tune ye, li gorî lêkoler Mucahîd Hûn li cîhê wê gundekî bi navê Surmelî heye ku bi Qulpê re girêdayî ye. Qulp (Tuzluca) wek tê zanîn di nav sînorê bajarê Îdira îroyîn de dimîne. Ji hemû vê herêmê re berê “Sûrmelî” yan jî “Çela Sûrmeliyê” hatiye gotin. Nivîskarekî ermen Avetik Îsahakyan dibêje ku demekê du şivanên wan hebûne ku ji gundê kurdan Qereqelê û Palemûtê bûne, Mexso bi bilûrvaniya xwe û Haco bi dengbêjiya xwe navdar bûye. Wisa xuya dibe Qereqele wek gundekî dengbêj û muzîsyenan hatiye nasîn.[25] Çawa me li jor jî bi kurtî dît du organên medyaya kurdî ango Rojnama Rêya Teze (1930-2020) û Radyoya Kurdî (1955-2022) him wek du hewldanan li ser pêşketina çanda kurdî û him jî li ser hev bandûreke mezin hîştine. [1]
این مقاله بە زبان (Kurmancî - Kurdîy Serû) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 946 بار مشاهده شده است
هشتگ
منابع
[1] سایت | Kurmancî - Kurdîy Serû | candname.com 02-06-2023
فایل های مرتبط: 1
آیتم های مرتبط: 9
زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
تاریخ انتشار: 24-04-2023 (1 سال)
زبان- لهجە: ک. شمال ح. لاتین
شهرها: یریوان
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کتاب: رسانەها
کتاب: تاریخ
کشور - اقلیم: ارمنستان
فراداده فنی
کیفیت مورد: 99%
99%
این مقاله توسط: ( راپر عثمان عوزیری ) در تاریخ: 02-06-2023 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( آراس حسو ) در: 02-06-2023 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: آراس حسو در 02-06-2023 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 946 بار مشاهده شده است
فایل های پیوست شده - ورژن
نوع ورژن نام ویرایشگر
فایل عکس 1.0.1189 KB 02-06-2023 راپر عثمان عوزیریر.ع.ع.
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
تحقیقات مختصر
نگاهی به داستان پیدایش روح و ماشیاخ سوشانس
زندگینامە
جمشید عندلیبی
زندگینامە
روژین دولتی
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
اماکن باستانی
مسجد دولتشاه
اماکن باستانی
بازار خرم آباد
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
زندگینامە
هلیا برخی
زندگینامە
عزیز یوسفی
کتابخانه
غمنوای کوهستان
زندگینامە
هانا وکیل
زندگینامە
شاهزاده خورشید
اماکن باستانی
گوردخمه سان رستم
کتابخانه
افسانەهای لری
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)
تصویر و توضیحات
قبر حسین کوهکن
زندگینامە
سوسن رازانی
زندگینامە
سارا خضریانی
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
کتابخانه
جغرافیای لرستان
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
اماکن باستانی
قلعه یزدگرد

واقعی
زندگینامە
حیدر شیخ علی غلام
05-05-2023
شادی آکوهی
حیدر شیخ علی غلام
زندگینامە
صلاح محمد کریم
08-05-2023
شادی آکوهی
صلاح محمد کریم
زندگینامە
لیلا زانا
16-06-2023
شادی آکوهی
لیلا زانا
زندگینامە
محمود مرادی
11-10-2023
شادی آکوهی
محمود مرادی
زندگینامە
کیوان کوسری
07-12-2023
شادی آکوهی
کیوان کوسری
موضوع جدید
زندگینامە
ملا سید احمد فیلسوف
31-05-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
شیان شمو خدر
25-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شیان خلیل ابراهیم
25-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شکور دربو حسین بشار
25-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شوکریە صالح احمد
22-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شاها حجی بشار
22-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شامل اسماعیل خودیدا
22-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
سیدو خلف علو
08-05-2024
سارا سردار
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
کوه قارون
05-05-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 518,571
عکس ها 105,718
کتاب PDF 19,404
فایل های مرتبط 97,448
ویدئو 1,395
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
تحقیقات مختصر
نگاهی به داستان پیدایش روح و ماشیاخ سوشانس
زندگینامە
جمشید عندلیبی
زندگینامە
روژین دولتی
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
اماکن باستانی
مسجد دولتشاه
اماکن باستانی
بازار خرم آباد
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
زندگینامە
هلیا برخی
زندگینامە
عزیز یوسفی
کتابخانه
غمنوای کوهستان
زندگینامە
هانا وکیل
زندگینامە
شاهزاده خورشید
اماکن باستانی
گوردخمه سان رستم
کتابخانه
افسانەهای لری
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)
تصویر و توضیحات
قبر حسین کوهکن
زندگینامە
سوسن رازانی
زندگینامە
سارا خضریانی
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
کتابخانه
جغرافیای لرستان
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
اماکن باستانی
قلعه یزدگرد
پوشه ها
زندگینامە - آین و آین شناسان - ایزدی زندگینامە - پیشه - مفقود الاثر زندگینامە - پیشه - قربانی جنگ داعش زندگینامە - زبان- لهجە - ک. شمال زندگینامە - شهر و شهرستان (مکان تولد) - شنگال زندگینامە - محل اقامت - کردستان زندگینامە - پوشه ها - نسل کشی کوردهای ایزدی زندگینامە - ملیت - کرد زندگینامە - کشور - اقلیم (مکان تولد) - جنوب کردستان زندگینامە - جنسیت - مرد

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان ایجاد صفحه: 0.297 ثانیه