$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Mehmet Karahan
Nasnav: Hîvdar Egîd
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Sûzan-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 2022 / Dersim
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Hîvdar li gundê Erîmlî yê navçeya Sûr a Amedê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku ji xizmên wî yên nêz tevlîbûnên nava refên Partiyê hene û li cihekî mîna Amedê ku navenda têkoşîna me ye mezin bû, têkoşîna me ya azadiyê nas kiriye. Hevrêyê me Hîvdar demekê li dibistanên dijmin xwend û ji bo bikare di aliyê madî de alîkariyê bide malbata xwe, xebitî ye. Hevrêyê me pir zû wateya kedê fêm dike û bi fedakariya xwe ji aliyê derdor ve hate hezkirin. Pêşketinên ku di têkoşîna me ya azadiyê de pêk hatin, hevrêyê me Hîvdar bi kelecan kir û teşvîk kir ku tevlî kar bibe. Bi taybetî piştî pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava hîn bi çalaktir tevlî kar bû. Lê ti carî xwe sînordar nekir, her tim ket nava lêgerînan ku hîn zêdetir têbikoşe. Piştî fêm kir ku encex bi tevlbûna nava refên dikare têkoşînek layiqî rastiya Rêber Apo û şehîdan bimeşîne, ji qada Amedê ku lê ji dayik bû û mezin bûye, tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me perwerdeya xwe ya destpêkê ya di gerîlatiyê de, li qada Amedê dît. Derfet dît ku hunera şerê gerîla rasterast di şert û mercên şer de fêr bibe. Ji ber ku ji fêrbûnê re vekirî bû û ji ber israra di armanca xwe de, di demeke kurt de bû xwedî tecrubeyên ku mirov bi salên dirêj werbigire. Lê ti carî xwe bes nedît û her tim hîn zêdetir pêşketin esas wergirt. Hevrêyê me piştî perwerdeya 10 rojan derbasî qada Dersimê bû û li vir jî piştî demekê perwerde dît, derbasî qada Alîbogazi bû ku berxwedanên destanî lê hatine raberkirin. Hevrêyê me Hîvdar li vir tevlî xebatên pratîk bû û li vir lêgerînên xwe didomîne. Li aliyekî xebatên pratîkê dimeşîne, li aliyê din jî hewl da ku hîn zêdetir rastiya Partî û Rêbertiyê fêm bike. Her kêlî hewl da xwe ji nû ve ava bike.
Hevrêyê me Hîvdar ji ber ku di dema Berxwedana Rêveberiya Xweser a di serî de li Sûr, Nisêbîn û Cizîrê û gelek cihên din pêş ketî de bersiva pêwîst neda komkujiyên ku dijmin li hemberî gelê me pêk anî, her tim xwe kêm didît. Bi vê zanebûnê tevgeriya ye ku divê teqez deynê azadiyê yê li hemberî gelê me bide. Lewma hîn zêdetir lêhêrbûn kir ku derbeyên giran li dijmin bixe. Dîsa di serî de fermandarê me yê hêja hevrê Baran Dersim, şehadetên ku li qada Dersimê çêbûn hevrêyê me Hîvdar pir bandor kir. Zaniye ku bîranînên van hevrêyên xwe encex bi geşkirina têkoşînê dikare bide jiyîn û tevlîbûna xwe li ser vî esasî mezin kir. Hevrêyê me Hîvdar her tim ders ji pratîkên xwe derxist û piştî demeke kurt were gerîlayekî Dersimê yê xwedî tecrube hîn zêdetir berpirsyarî wergirt. Li qada Dersimê tevlî çalakiyên ku li hemberî dijmin bû û xwest ku hem deynê li hemberî gelê me bide û hem jî tola hevrêyên xwe bistîne[1]